Paksoy ê DMME der barê wî de biryara tedbîrê dabû, jiyana xwe ji dest da

Derket holê ku cenazeyê duh anîn nexweşxaneya dewletê yê Huseyîn Paksoy ê 16 salî ye, ku bi guleya hêzên dewletê birîndar bûbû û ji ber astengiya hêzên dewletê 4 rojan nikarîbûn wî rakin nexweşxaneyê.

Derket holê ku cenazeyê duh anîn nexweşxaneya dewletê yê Huseyîn Paksoy ê 16 salî ye, ku bi guleya hêzên dewletê birîndar bûbû û ji ber astengiya hêzên dewletê 4 rojan nikarîbûn wî rakin nexweşxaneyê. Malbata Paksoy cenaze teşxîs kir. Di vê navberê de, 1 jê zarok 2 kesên ji ber êrîşan birîndar bûn, hînê jî ji ber êrîş û astengiyên dewletê nikarin rakin nexweşxaneyê.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, hêzên dewleta Tirk bênavber sûcê şer dikin. Derket holê ku cenazeyê duh anîn nexweşxaneya dewletê yê Huseyîn Paksoy ê 16 salî ye, ku roja 14'ê Çileyê li taxa Nûrê bi guleya hêzên dewletê birîndar bûbû û ji ber astengiya hêzên dewletê 4 rojan nikarîbûn wî rakin nexweşxaneyê.

Ji bo cenaze teşxîs bike kekê Huseyîn Paksoy Mesût Paksoy danê vê sibehê çû Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Kek Paksoy diyar kir ku cenaze yê birayê wî Huseyîn Paksoy e.

DEWLETÊ 4 ROJAN NEHIŞT WÎ RAKIN NEXWEŞXANEYÊ

Huseyîn Paksoy, di 14'ê Çileyê de ji ber êrîşên giran, bi guleya guleya hêzêan dewleta Tirk li taxa Nûrê birîndar bûbû. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ji bo rakirina Paksoy ketibû nava gelek hewldanan, lê belê hêzên dewleta Tirk nehiştin ku ambûlans bikeve nava taxê û Paksoy rake nexweşxaneyê.

JI BER GULEREŞANDINÊ AMBÛLANS VEKIŞIYABÛ!

Ji ber ku hêzên dewletê destûr nedan ambûlansên Wezareta Tenduristiyê biçin taxê, ambûlansa Şaredariya Cizîrê ji bo rakirina Paksoy di roja 2. de di 16'ê Çileyê de çûbû Taxa Nûrê. Lê belê dema ambûlansê xwe gihand taxê, ji ber êrîşa giran a hêzên dewletê, personelê ambûlansê bêyî ku karibe li Paksoy bigere, ji neçarî vegeriya bû.

JI BO PAKSOY RAKIN NEXWEŞXANEYÊ SERÎ LI DMME HATIBÛ DAYÎN

Parêzera malbatê Nûray Ozdogan ji bo Paksoy ê birîndar rakin nexweşxaneyê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. Ozdogan diyar kiribû ku mafê jiyanê û tenduristiyê yê Paksoy tê binpêkirin û xwestibû biryara tedbîrê werbigire. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî biryara tedbîrê girtibû.