PAJK’ê Komploya 9’ê Cotmehê ya li hember Ocalan lanet kir û got: “Di serî de jin tevayî gelê me li her çar parçeyên Kurdistan wê berxwedanê kûr bike, bi mezinkirina refên xweparastinê wê rêxistinbûna xwe pêş bixe. Bênavber wê hesabpirsîna ji komplogeran bidomîne.”
Koordînasyona PAJK’ê têkildarî Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat daxuyaniyeke nivîskî weşand. PAJK’ê got: “Em komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 98’an pêk hat ku armanc dikir di şexsê Rêbertiya me de pêşeroja azad a gelê Kurd, jinan û gelan tarî bike, tevgera me tasfiye bike careke din lanet dikin. Li hember komployê di têkoşîna azadiyê ya bênavber hat meşandin de em şehîdên xwe yên şoreşê bi rêz û hurmet bibîr tînin.”
PAJK’ê diyar kir ku hêzên emperyalîst ê gerdûnî û hevkarên herêmî, di dîroka mirovatiyê de bi komployan û li ser esasê derewan ku pergala hegemonîk ava kirin, bi têkoşînên cidî hatiye rewşeke ku neyê dewamkirin. PAJK’ê di dewama daxuyaniya xwe de got: “Di têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gerdûnî ya Rêber Apo pêşengiya wê dike, di roja me de li Rojhilata Navîn ketiye pozîsyoneke diyarker. Hatiye merheleyeke têkoşînê ya berxwedana azadiyê ya gelan û hêviyê hê mezintir dibe û Rojhilata Navîn digire nav xwe. Şerê qirkirinê yê li ser dijmintiya gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd tê meşandin di rastiyê de li gor berjewendiyên xwe yên kapîtalîst ên nasnameya azad a gelan û jiyana demokratîk û hevpar qest dike, armanc kirine ku Rêbertiya me ya li pêşiya xwe wek astengiyeke mezin dîbînin îmha bikin. Rêber Apo, bi înada li hember komplogeran bi parêznameyên mirovên azad ên ku li Îmrali pêş xist bi qasî teorîk bi awayê polîtîk jî bi helwesta bi biryar, bi berxwedanê wek projeya jiyana hevpar a gelan projeya çareseriya konfederalîzma demokratîk gav bi gav pêş xist û komploger vala derxist. Ya bi ser ket xeta Rêber Apo, ya winda kir hêzên serwer ên kapîtalîst-netewe dewlet bûn. Di roja me de têkoşîneke dijwar ku navenda wê Kurdistan e li giştî Rojhilata Navîn tê meşandin. Têkoşîna demokratîkbûna Rojhilata Navîn a gelê Kurd pêşengiya wê dike û li ser esasê azadiya jinan pêş dikeve, hesabpirsîneke dîrokî ya bi komplogeran re ye. Gelê Kurd ê di vê zanebûnê de ye, her cure berdêl daye ber çavan li her çar parçeyên Kurdistan bi taybet li Rojava û Bkurê Kurdistanê berxwedana bi heybet û têkoşîna hebûnê dimeşîne hêviya azadî, xwişk-biratî û aştiyê ya mirovatiyê diparêze û mezin dike. Berxwedana jina Kurd a li Kobanê di nasnameya YPJ’ê de bû efsane îlham daye hemû jinan. Faşîzm çiqasî hilweşîner be jî êdî zanebûna jina Kurd a hişyar bûye, gelê Kurd ê bûye polîtîk ciwanên Kurd ên di refên pêş ên têkoşînê de cih digirin, têkneçûna xwe îspat kirine.”
Koordînasyona PAJK’ê di berdewama daxuyaniyê de wiha got:
“Ji Komployê hesabpirsîna dîrokî, bidestxistina azadiya Rêber Apo ye, têkoşîna azadiya jin bi avakirina civaka demokratîk ve mayinde kirin e, pirsgirêka Kurd li ser bingeha neteweya demokratîk bi xweseriya demokratîk misogerkirin e. Eniya şoreşger, çep-sosyalîst, demokrasiyê xwe mezintir kir. Têkoşîna azadiya jin xwe berfirehtir kir û desthilatiyên qestî jiyana jinan, gelan dikir serûbin kirin, pergala demokratik a xwe bi xwe bi rê ve dibe ava kirin û bi vê jî hêz û qudreta hesabpirsîna ji komplogeran danîn holê. Hêzên modernîteya Kapîtalîst a pişta xwe dide pergala pênç hezar sal a şaristaniya zilam û îcada wê ya dawî, hêzên netewe dewletê bi tevahî hêza xwe şerekî hilweşandinê yê topyekûn dimeşînin. Şerê herî hov jî li Bakurê Kurdistanê dimeşînin. Di vê berxwedana îdeolojîk, siyasî, leşkerî û çandî ya di gelek milan de dimeşe ên serketinê bi dest bixin jin û gel in, hêzên netewe dewlet ên serwer û hêzên komploger wê têk biçin. Komploger ti carî wê nikaribin li axa Mezopotamyayê ku dergûşa nirxên mirovatiyê lê pêş ketiye û xwe dispêre şoreşa neolîtîk a jinê, bi ser kevin. Wê jiyana azad a bingeha xwe ji çanda dayik-jinê digire bi ser bikeve.
Di serî de jin tevayî gelê me li her çar parçeyên Kurdistan wê berxwedanê kûr bike, bi mezinkirina refên xweparastinê wê rêxistinbûna xwe pêş bixe. Bênavber wê hesabpirsîna ji komplogeran bidomîne. Em têkoşîna berxwedan û azadiyê ya gelê me û tevahî hêzên demokrasiyê ya li hember desthilatiya rêxistina gladioyê AKP’e ya faşîst pêş dixin silav dikin.”