Ozmen: Em ê heta dawiyê vê bûyerê bişopînin
Alîkarê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen diyar kir ku weke Baroya Amedê, heta kiryar bên darizandin û cezakirin, ew ê bûyera qetilkirina Tahîr Elçî bişopînin.

JI 7'AN ZÊDETIR POLÎS HEBÛN
Alîkarê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, di roja 6. a qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de ji ANF'ê re peyivî û diyar kir ku di lêpirsîna tê meşandin de heta niha delîlekî hatiye zelalkirin nîne. Ozmen ragihand, ku mîna di dîmenan de tê dîtin, ji bilî polîsan kesek li wir guleyan nareşînin û da zanîn, ku divê bê şik û guman, îfadeya hemû bersûcên li cihê bûyerê were girtin. Ozmen ragihand, ku li cihê bûyerê zêdeyî 7 polîs hebûn.
Ozmen da xuyakirin ku her çend dîmen hene jî, medya alîgir hewl dide berpirsyariya cînayetê bixe stûyê PKK'ê û anî ziman ku şaş mirov dosyayeke lêpirsînê li gorî nûçeyên di medyayê de tên weşandin, binirxînin.
'DAXWAZA ME YA YEKANE DÎTINA KIRYARAN E'
Ozmen diyar kir ku ew naxwaze dibetiya 'kuştina Tahîr Elçî wê weke bûyerek kiryar nediyar bimîne' bîne hişê xwe û got, "Em naxwazin li ser encameke bi rengî bisekinin. Em dixwazin kujer an jî kujerên Serokê me yê Baroyê bê dîtin. Em xwe ji her şêwe nêrînên siyasî û nîqaşê vedigirin. Weke Baroya Amedê yekane daxwaza me; dîtina kiryarên qetilkirina Serokê me yê Baroyê ye. Di vê xusûsê de weke civata hiqûqê em wê heta dawiyê vê dozê bişopînin û ti carî jê neqerin."