Cenazeyên Tahîr Akdogan (16) û Mewlîde Ozalp (20) ên ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di jêrzemîna wehşetê de hatin qetilirin, îro ji aliyê malban ve li saziya Tiba Edlî ya li Deriyê Sînorê Xabûrê hatin girtin, ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin. Cenezeyên ku malbatan xwestin li navçeyê ku terora çeteyên dewletê hê jî lê didomin defin bikin, di ketina Cizîrê de ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin û di bin kontrola wesayîtên leşkerî anîn navenda bajar. Cenazeyê Ozalp û Akdogan, bi beşdariya ji her malbatêkê 2 kesan ve li goristana bajar hatin defnkirin.
Hat ragihandin ku piştî defnkirina cenazeyan, malbata Ozalp û Akdogan çûn gel xizmên xwe yên li Cizîrê.