Siyasetmedarê kurd Orhan Dogan, li Cizîrê li ser gora xwe ji aliyê hezaran kesan ve hate bîranîn.
Parlementerê DEP'ê yê berê Orhan Dogan yê ku di mîhrîcana Bazîdê de qrîz dil derbaz kir û jiyana xwe ji dest da li ser gora xwe hate bîrxistin. Bi hezaran kes li Parqa Şaredariya Cizîrê hatin cem hev û heta Goristana Asrî ya Cizîrê meşiyan. Di meşê de sloganên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin û posterên Dogan hatin vekirin. Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, Serokê Rêxistina BDP'ê yê bajar Bakî Katar, Şaredarê Cizîrê Mustafa Goren û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Li ser gora Dogan malbata Dozgan û Parlementera serbixe Leyla Zana girse pêşwazî kir. Piştî duayan qurnefîl danîn ser gora Dogan.
Parlementera Amedê ya serbixe Leyla Zana, diyar kir ku Dogan heta dawiya jiyana xwe ji bo aştiyê têkoşîn kir û wiha got: "Li hemberî aştiyê her tim bi hêvî bû. Aştiyeke bêrûmet jî tu caran qebûl nekir." Zana, anî ziman ku gelê kurd û hevalên Dogan rastî hemû zext û îşkenceyan hatin.
Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane jî diyar kir ku Orhan Dogan şervanê aştî û biratiyê bû. Bîrtane, anî ziman ku Dogan heta dawiya jiyana xwe di riya aştî û demokrasiyê de meşiya.