Operasyonên siyasî li Bismilê hat protestokirin

Operasyonên siyasî li Bismilê hat protestokirin

Rêxistina BDP'ya Navçeya Bismilê girtina 10 kesên ku di nav de Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî heye şermezar kir.

Rêxistina BDP'a Navçeya Bismilê ji bo şermezarkirina 10 kesên ku di nav de Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî heye li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Şaredara Bismilê Cemîle Emînoglû, Hevserokên BDP'a Bismilê Nîzamettîn Azad, Yasemîn Şehmusoglû û bi dehan kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku wêneyê Şaredarê Wanê Bekîr Kaya lê hebû û li ser "Şaredarên hatine hilbijartin vîna gel in, dest nedin vîna gel" hatibû nivîsandin hate hilgirtin û dirûşmeya "Zextan me bê zan nake" hate berzkirin.

Rêvebira BDP'ya Bismilê Sidika Aydin diyar kir ku ji girtin û zextan gelê kurd natirse û wiha got: " Bi komkujiya siyasî, girtin, îşkence û binçavkirinan, bi tecrîta li ser Birêz Ocalan yê ku difikirin gelê kurd bitirse, şaş difikirin. Hikumeta AKP'ê ku hemû hêzan girtiye bin kontrola xwe tu carî gelê kurd ji têkoşîna wê nikare veqetîne. Erdogan gotibû 'Ez Wanê dixwazim.' Derket holê ku Wanê çawa dixwaze. Em girtinan şermezar dikin." Çalakî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.