Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP'ê dewam dikin

Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP di çarçoveya konsepta şer de dimeşîne, dewam dike. Tevî Hevşaredara Têkorê Erkmen û zarokan, gelek kes hatin binçavkirin û girtin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP di çarçoveya konsepta şer de dimeşîne, dewam dike. Tevî Hevşaredara Têkorê Erkmen û zarokan, gelek kes hatin binçavkirin û girtin.

QERS: Li navenda Qers û navçeyên Selîm, Qeqizman û Têgorê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdagirtinan de Hevşaredara Têgorê Şengul Rekmen, Endama Meclîsa Şaredariyê Guldane Kiliç, Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê navçeyê Oner Buldu, rêveberên HDP û DBP'ê û endamên Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Kafkasyayê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinan de polîsan deriyên malan û paçeyên malan şikandin.

AMED: Li taxa Peyasê ya navçeya Amed Peyasê serê sibehê polîsan bi ser malekê de girtin. Polîsên ku mal serobino kirin welatiyê bi navê Nevzat Sertaç Ozgen binçavkirin. Hate hînbûn ku Ozgen ê hate binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. 

EDENE: Li taxên Ova, Onur, Uçak ên navçeya Seyhanê û taxên Andolu û 19 Mayîs ên navçeya Yuregîrê yên Edeneyê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de hemû alavên malan hatin tevlîhevkirin. Di encama serdegirtina malan de endamên HDP'ê Şukru Bayav, Ferhat Bayav, Refîk Korkmaz, Mûrat Bîlgîlî, Omer Bîlgîlî û H.A., R.A., K.U. bi îdîaya amadekariyên çalakiyê dikin hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.

RIHA: Li navçeya Riha Sêweregê jî serê sibehê polîsan li taxên Hasan Çelebî, Haci Omer, Şîrînkûyû, Hayriye û Saraykent bi ser gelek malan de girtin û di encama serdegirtina malan de welatiyên bi navê Necla Al, Firat Agaçli, Bayram Dîzlek, Tacettîn Kalgi, Xebat Mînkara, Mehmet Şiyar Karadag, Îsa Ezîlmez, Celal Kûtûsûz, Levent Gulalan, Îbrahîm Halîl Erçîn, Emîn Alûç, Mahmût Îrîç û Bayram Tûranli hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Sêweregê.

MÛŞ: Li navçeya Mûş Gimgimê jî di serdegirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin. Leşkeran serê sibehê bi ser gundê Qerqerutê de girt û welatiyê bi navê Mehmet Kiliç binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û Kiliç birin Fermandariya Cendirmeyan a Gimgimê.

Li navenda navçeya Gimgimê jî esnafê bi navê Mehmet Kapçak ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Kapçak ji ber ku polîsan dîmenên qemereya dikana wî xwestin û wî jî dîmen nedan hate binçavkirin. Kapçak birin Midûriyeta Polîsan a Gimgimê.

MÊRSÎN: Li Mêrsînê jî ji 7 kesên roja bihurî hatin binçavkirin 2 jê hatin girtin, kesek serbest hat berdan û 4 kes jî hînê li Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê tên ragirtin.