Operasyonên qirkirina siyasî, li Çewlîkê 2 jê zarok 6 kes hatin girtin

6 kesên di nav de Hevserokê DBP'ê yê bajar û du zarok jî heyî yên li Çewlîkê hatin binçavkirin hatin girtin.

6 kesên di nav de Hevserokê DBP'ê yê bajar û du zarok jî heyî yên li Çewlîkê hatin binçavkirin hatin girtin.

Li Çewlîkê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de polîsan bi malan de girtibû û 6 kes binçavkiribûn. Piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeyên dadgehê Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Çewlîkê Mervan Temîz, Murat Karaca, Delîl Ugurlu, Orhan Bayatîmur, F.T. û K.S. hatin girtin.