Operasyonên qirkirina siyasî didomin: 11 kes hatin binçavkirin
Li Riha, Wan, Mersîn û Mêrdînê di operasyonên qirkirina siyasî de 11 kes hatin binçavkirin.
Li Riha, Wan, Mersîn û Mêrdînê di operasyonên qirkirina siyasî de 11 kes hatin binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana hikûmeta AKP'ê tên meşandin, didomin. Li taxa Helbînî ya navçeya Riha Xelfetiyê, danê vê sibehê bi dehan leşkeran avêtin ser malan. Di serdegirtinan de Haci Yalçinkaya û hevsera wî Sariye Yalçinkaya ji ber ku ala YPG'ê bi mala xwe ve kiribûn hatin binçavkirin û ew birin qereqolê. Piştî îfadeya li qereqolê Sariye Yalçinkaya hat berdan, lê hevserê wê Haci Halçinkaya bi îdîaya 'hewl daye delîlan bide windakirin' sewqî dozgeriyê hat kirin. Yalçinkaya yê niha li Qereqola Jendermeyan a Yûkari Goklu tê ragirtin, wê sibe îfadeyê bide dozgeriyê.
WAN
Xwendekarê bi navê Ersîn Baran ê li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê dixwîne, li kampusê hat binçavkirin. Xwendekarê polsa 3. a Beşa Zanistên Civakî Baran birin Midûriyeta Şaxê TEM a Wanê.
MERSÎN
Li Mersînê endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Firat Yaman, ku ji bo tevlî kongreya partiyê bibe hatibû, duh beriya kongreya li Şaredariya Akdenîzê beşdarî konferansekê bû, lê li vê derê hat binçavkirin. Tevî Yaman zarokê bi navê D.T. hat binçavkirin.
MÊRDÎN
Li navçeya Mêrdîn Dêrikê Hevşaredarên Dêrikê Sabahat Çetîn Kaya û Abdulkerîm Erdem, Alîkarê Hevşaredaran Mûrat Ozuçalişir, endamên Meclîsa Şaredariyê Yaşar Acabey û Mûsafa Kûtlar û personelê şaredariyê Erem Koyûncû hatin binçavkirin. Binçavî birin Midûriyeta Emniyetê ya navçeya Dêrikê.