Operasyona Reqqayê dest pê kir, wê îro daxuyanî bê dayîn

Operasyona Reqayê ku ev demeke li benda destpêkirina wê bû, bi navê 'Xezeba Firatê' dest pê kir. Çav li rê yê îro li ser operasyonê daxuyaniyek bê dayîn.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi desteka Hêzên Koalîsyonê, dest bi operasyona Rizgarkirina Reqayê kirin. Hat ragihandin, operasyonê ji du baskan ve dest pê kiriye.

Operasyonê di encama lihevkirina DYA û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de dest pê kir, ku di nav de YPG heye.

Operasyonê bi navê 'Xezeba Firatê' dest pê kir. Çav li rê ye li ser operasyonê îro daxuyaniyek ji çapemeniyê re were dayîn.