Operasyona QSD'ê ya ji bo rizgarkirina Reqayê dest pê kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi navê 'Xezeba Firatê' li dijî çeteyên DAIŞ'ê dest bi pêngava rizgarkirina Reqayê kirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi navê 'Xezeba Firatê' li dijî çeteyên DAIŞ'ê dest bi pêngava rizgarkirina Reqayê kirin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand, ku wan bi navê 'Xezeba Firatê' dest bi pêngava rizgarkirina Reqqayê kirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ji bo gelê me yê bendewar û qehreman li bajarê reşîd ê Reqayê. Em wekî fermandariya QSD’ê mizgîniya hemleya xwe ya leşkerî ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê û bejahiya wê ji hêzên terorê yên cîhanî ku DAIŞ`ê nûnertiya wê dike û ji xwe re qaşo wekî payetexta dewleta xwe bi nav dike, dest pê dikin. Hemle ji 05.11.2016 roja Şemiyê nîvê şevê dest pê kir. Ji bo rêvebirina operasyona rizgarkirina Reqayê û koordînekirina navbera hêzên beşdar û eniya şer, odeya çalakiyê bi navê Xezeba Firatê hate avakirin.
Bi vê boneyê em ji hêzên demorkratîk ên cîhanê, gelên herêmê, gelê me yê Sûriyeyê û taybet gelê me yê li Reqayê tekez dikin operasyona Xezeba Firatê wê bi israr bimeşe da ku bigihêje armanca xwe. Em ê paytexta terora cîhanî DAIŞ dorpêç bikin û birûxînin. Em ê di vî şerê ku ji bo me pir girînge bi serkeve, çawa ku em li Kobanê, Girê Spî, Hesekê, Hol, Şedadê û Minbicê bi serketin, em ê di vê hemelya xwe de biserkevin.
Wê Reqa bi saya şervan û hêzên xwe ku ji kurd, ereb û turkmen pêk tê, qehremanên di bin sîwana QSD`ê de, bi beşdarbûneke aktîv ji YPG/YPJ`ê û bi awayekî kordîneyî bi Koalîsyona Navneteweyî, rizgar bibe.
Em bang li hêzên Navneteweyî û herêmî yên ku ji terora DAIŞ`ê zerar dîtine dikin, ku beşdarî vê operasyonê bibin da ku di rûmeta dawîkirina navenda terora cîhanî de bibin xwedî par. Beşdarbûn jî bi riya destekdayîna lojîstikî, menewî û siyasî ji hêzên ku wê beşdarî operasyona rizgarkirinê bibin. Her wiha em ji saziyên mirovahî û alîkarî dixwazin erka xwe ya mirovahî der barê gelê me yê li Reqayê ku wê ji terora DAIŞ`ê rizgar bibe, pêk bînin.
Di dawiyê de, em bang li gelê xwe yê qehreman dikin ku dûrî bargehên dijmin bikevin û ber bi herêmên ku wê bên rizgarkirin ve werin û tevlî hêzên me bibin. Ji ber ku bargehên dijmin wê bibin hedefa hêzên me û hêzên Koalîsyonê."