Meclîsa Leşkerî ya Minbicê da xuyakirin ku bi wefadariya bîranîna fermandar Feysel Ebû Leyla wê Operasyona Rizgarkirina Minbicê bi navê ‘Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla’ ve bidomînin.
Di daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Bajarê Minbicê de ev hatin gotin:
“Di demeke ku şervanên me pêş dikevin û çeteyan ji Sûriyeyê dûr dixin de, fermandarên me jî bi xwîna xwe ya pîroz destanên lehengiyê dinivîsin. Bi lehengiya xwe dikevin deriyê şehadetê ku nirxê herî pîroz e. Ew di bîra dîrokê de cihê xwe digrin û bîranîna wan mayînde dibe. Ew ji bo me dibin ronahiya ku rêya me ronî dikin. Em jî li ser rêya wan dimeşin û armanc û hêviyên wan ên têkbirina çeteyan û paqijkiriana xaka xwe, pêk tînin.
Em weke nûçeya şehadeta Fermandar Feysel Seidûn (Ebû Leyla) yê ku di çeperên pêş ên Operasyona Rizgarkirina bajarê wî Minbic de birîndar bibû, radigihînin. Fermandar Ebû Leyla piştî ku birîndar bû, ew rakirin nexweşxaneya Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê. Îro danê sibehê jî ew şehîd bû.
Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla yek ji kesên ku despêkê çek rakir û ji bo parastina gelê xwe, li hemberî sîstema Baas a desthilatdar, serî hilda. Ebû Leyla li çeperên Helebê fermandariya hêzên şoreşger ên ku li dijî hêzên rejmî şer dikirin, kir.
Ebû Leyla li Minbic, Cerablûs, Bab, Bendava Tişrînê û Kobanê, bi lehengî li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kiriye. Ew yek ji sembolên berxwedana Kobanê bû û bi rengekî çalak cihê xwe di şer de girt. Di wê berxwedanê de, piştî ku birîndar bû, careke din vegeriya Kobanê û beşdarî rizgarkirina gundên Kobanê, bajaroka Sirîn û Bendava Tişrînê bû.
Ebû Leyla damezrênerê Tabûrên Şems El-Şemal û di hemû şeran de fermandarê wê bû. Her wiha ew yek ji damezrêner û endamên Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bû.
Fermandar Ebû Leyla di amadekariyên Operasyona rizgarkirina Minbicê de avakirina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de, roleke mezin lîst. Bi destpêkirina Operasyonê de jî serkêşiya şer kir.
Em weke Meclîsa Leşkerî ya Bajarê Minbicê ji bo wefadariya bi bîranîna Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla radighînin ku em ê Operasyona xwe ya ku hevalê me yê Şehîd yek ji fermandarê wê bû, bi navê Operasyona ‘Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla’ de bidomînin û Bajarê Minbicê û gundewarên wê ji çeteyan rizgar bikin.
Em soz didin şehîdê xwe ku em ê operasyona li gorî plana ku wî jê re danîbû, bidomînin û em ê heta ku serkeftinê li tavahiya Sûriyeyê bidest bixin li ser rêya wî bin.
Em bang li tevahiya gelên xwe dikin ku bi girseyî beşdarî merasîma oxirkirinê ya fermandar ku wê sibehê li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê were lidarxistin, bibin. Merasîm saet di 16.00’an de tê lidarxistin.”