Operasyona li ser sînorê Başûrê Kurdistanê didome

Operasyona li ser sînorê Başûrê Kurdistanê didome

Li herêma Çarçelan a li Bezelê ya navçeya Şemîznan a Colemêrgê 2 roj berê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û operasyon hêj berdewam dike.

Operasyona 2 roj berê li herêma Çarçelan a navçeya Şemzînan a Colemêrgê hatibû destpêkirin bi bombebaranan berdewam dike. Şevê din ji Qereqola Bezele ji herêmên Herek, Bedav, Dêye û Basyan bombebarankirin pêk hat.

Hate zanîn ku duh jî herêm ji aliyê 4 balafirên şer û 2 helîkopteran ve hate bombebarankirin. Hate zanîn ku di çarçoveya operasyonê de ji 3'yemîn Fermandariya Komandoya Çiya û 34'emîn Tugaya Sînor ber bi herêmê ve sewqiyata leşkerî pêk hat.