Operasyona li Amedê bi binketî qediya

Operasyona artêşa Tirk a li Amedê, ku di 2'ê Mijdarê de dest pê kir, roja 4'ê Mijdarê bi rengekî binketî qediya.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Artêşa TC roja 2'ê Mijdarê li qada Şehîd Rojhat a li sêgoşeya Licê, Hênê û Qereyaşziyê operasyonek da destpêkirin. Di vê operasyonê de yekîneyên veşartî li derdora gundên Bateytê, Koçera, Hurê û Hurikê yên navçeya Hênê kemîn danîn. Heman rojê leşkerên artêşa TC gule li wesayîteke sivîl a ji gundê Bateytê diçû gundê Koçera reşand. Sivîlekî di vê wesayîtê de jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû. Piştre saet di 15:00 de helîkopterên bi tîpa Kobra li derdora gundên Bateytê û Koçera xistin. Roja 3'ê Mijdarê operasyon bi berfirehî dewam kir û helîkopterên bi tîpa Kobra dîsa li derdora gundên Bateytê û Koçera xistin. Operasyon roja 4'ê Mijdarê bi rengekî binketî qediya. Leşkerên artêşa TC her wiha di dema operasyonê de li hemberî hev şer kirin. Encamên vî şerî nehatiye zelakirin.

Roja 5'ê Mijdarê saet di 13:00 de hêzên me bi hawanan li girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn, nehat zelalkirin."