Operasyon û tevgera hewayî didomin

Operasyon û tevgera hewayî ya artêşa Tirk li Bakurê Kurdistanê didome.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk bê navber didome.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“21’ê Tîrmehê saet di navbera 09.00-12.00’an de li ser herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medya pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk xebatên keşfê kirine. Ev tevgerên hewayî yên pêk hatine li herêmên gerîlayan her çûne zêde bûne. Li gorî vê;

21’ê Tîrmehê saet di navbera 00:00 - 12:00’an de li ser herêma Zagrosê, di 20’ê Tîrmehê de saet di 20.00 û 21’ê Tîrmehê saet di 02.00’an de li ser herêma Avaşîn, 20’ê Tîrmehê saet di 03.30-14.30’an de û saet di 21.30’î de û 21’ê Tîrmehê saet di 02.00’an de li ser herêma Garê, 20’ê Tîrmehê saet di 05.00 û 14.30’an de li herêma Heftanînê, 20’ê Tîrmehê saet di navbera 04.00-08.00’an û di navbera 14.30-00.00’an de li ser herêma Zapê û xeta sînor, pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk xebatên keşfê kirine.

19’ê Tîrmehê  saet di 18.00’an de artêşa Tirk li hemberî herêma gundê Zorava ya girêdayî Bazida Agiriyê operasyonek daye destpêkirin. Gerîlayên me li dijî vê operasyona ku artêşa Tirk pêk aniye, bi çekên giran û şexsî, bersiv dane. Piştî bersivdayînê operasyon heman rojê bên encam vekişiyaye.”

LI SEMSÛRÊ OPERASYON DIDOME

HPG’ê di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku operasyona li Semsûrê didome û wiha hate gotin: “Artêşa Tirk li dijî herêmên ku hêzên me yên gerîlayan lêne operasyonan berfireh dikin. 20’ê Tîrmehê li herêma Komir a girêdayî navenda Semsurê, artêşa TC. bi pêgerên hewayî yên bê mirov re operasyonek berfireh dane destpêkirin û operasyon hîna didome. Agahiyên ku em ji cihê bûyerê bigirin wê bi raya giştî re parve bikin.”