Onenê li Dêrikê mala wî hat şewitandin: Wê terciha me neguhere

Devran Onenê li Dêrikê mala wî ji aliyê hêzên dewletê hate şewitandin diyar kir ku hêzên dewletê xwestine tevî malbata wî malê bişewitînin û got: “Dewlet çi dike bila bike wê terciha me ya xwerêveberiyê neguhere.”

Devran Onen li Dêrikê 8 rojan di bin êrîşa hêzên dewletê de ma, mala wî ya li Taxa Cevîzpinar hate şewitandin, bûyer ji ANF’ê re vegotin.

'DEWLETÊ XWEST TEVAHÎ MALABATA MIN BIŞEWITÎNE'

Onen got, “Mala me ji aliyê dewletê hate şewitandin” û ev agahî dan: “Dema mala me şewitandin, di malê de dayika min, bavê min, xwişk û birayê min hebûn. Dewletê mala me tevî malbata min şewitand. Ger bi alikariya ciwanên taxê me ji mal dernexistana wê malbata min bi tevî malê bişewitiya.”

Onen ragihand ku bi rojan hêzên dewletê bi bombeyan û çekên giran êrîş bir ser wan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Malên me hatin şewitandin, xerakirin, sewalên me hatin qetilkirin. Em ji vê dewletê re vê dibêjin; hûn malên me bişewitînin û xera bikin jî, sewalên me û me jî qetil bikin wê terciha me ya xwerêveberiyê neguhere, vê jî baş zanibin.”

‘TERCIHA ME YA XWERÊVEBERIYÊ NAGUHERE’ 

Onen, wiha axivî; “ Me êrîşî dewletê nekir, gel bi rojan bi rêbazên sivîl li ber xwe da, çalakiya deng derxistinê pêk anî, mirovên li vir dixwazin bi zimanê xwe, çanda xwe, xwe bi rê ve bibin. Em aştiyê dixwazin; şer, êrîşê naxwazin, lê belê bi vî awayî bi hovane bi ser me de werin, gelê me qetil bikin, malên me bişewitînin û hilweşînin, em ê li ber xwe bidin. Bila ti kes li bendeyî teslîmbûna me nemînin.”

...