Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Omer Ocalan: Rêbertî beriya çend mehan hişyarî kiribû

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, ê ku di çalakiya li Serêkaniyê de axivî, diyar kir ku Rêber Apo beriya çend mehan li ser planeke mezin hişyarî kiribû û gotibû “Hewl tê dayîn bi dehan bajarên Kurdistanê bikin mîna Xezeyê.”

Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê tekildarî êrîşên çeteyên DAÎŞ/HTŞ’ê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên destekirin û li ser Rojava didomînin, li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê daxuyanî hat dayîn. Parlamenterên DEM Partî yên Rihayê Omer Ocalan, Dîlan Kunt Ayan, Ferît Şenyaşar, endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên pêkhateyên platformê û gelek kes tevlî bûn. Beriya daxuyaniyê her derê navçeya Serêkaniyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Girseya li ber avahiya DEM Partiyê ya Serêkaniyê kom bû bertek nîşanî dorpeçê dan.

Girseyê demekê dirêj bi berzkirina dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava Rojhilatê Kurdistan yek welat e” û “Bijî Serok Apo” piştgirî da berxwedana Rojava. Girseyê pankarta ku li ser “Xwedîderketina Rojava xwedîderketina mirovahiyê ye” vêkirin.

Piştre li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî hat dayîn. Parlamenter Omer Ocalan, di daxuyaniyê de axivî, bertek nîşanî dorpêça polîsan da û wiha got: “Ev dijminatiya Kurdan e. Li binxetê Kurdan qetil dikin û li ser xetê jî dibêjin em nahêlin hûn bi xwişk û birayên xwe re di nava piştgiriyê de bin. Em jî dibêjin Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê ye. Birêz Abdullah Ocalan gelek caran hişyarî da. Em nahêlin bajarên me bibin wek Xezeyê. Heta dawî em ê di nava piştgiriyê de bin. Bijî berxwedana Rojava.”

Piştî daxuyaniyê girse li ber navçeyê bi berzkirina dirûşmeyan meşiya.