Ok: Emrê AKP’ê ne bi salan e heta bi mehan e

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku AKP rê li ber demokratîkbûna Tirkiye û çareseriya pirsgirêka kurd veneke emrê wê ne dirêj e, ne bi salan e heta bi mehan e.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok destnîşan kir ku şerê tê meşandin şerê îrade şikandinê ye û wiha got: “AKP dixwaze îradeya gelê me bişkîne û weke Srî Lanka tevgera me tasfiye bikin. Em jî weke hereket û gel li ber xwe didin em îradeya dewleta Tirk, AKP û Erdogan bişikînin. Wekî beriya vê çawa îradeya desthilatiya dewleta Tirkiyeyê hate şikandin. Pirr serokomar, serokwezîr tasfiye bûn û ji desthilatî hatin xwarê… Lê pir diyar e li hemberî têkoşîna me, li hemberî pêşketinên Rojhilata Navîn emrê AKP’ê li gorî min ne dirêj e. Ya li hemberî ev pêşketinên dawî xwedî helwesteke rast û ciddî be. Rastiya hereketa me bibîne rêz diyar bike.  Rastî mecbûr bimîne rêya demokratîkbûna Tirkiye û çareseriya pirsgirêka kurd veke û vê qebûl bike. Nebe, emrê AKP ne dirêj e. Ne bi salan e, heta bi mehan e.” Ok, ji bo kuştina Tahîr Elçî jî got ku hîç şik û guman tune Tahîr Elçî bi talîmata AKP hatiye kuştin.

Ok, ji bo kirinên li Kurdistanê û zextên li ser wekîlên HDP’ê got ku ev yek li gorî qanûnên dagirkeriyê pêk tên, yekî hatiye tayînkirin dikare dengê xwe û destê xwe li hemberî kesên ji aliyê bi deh hezaran, sed hezaran van hatiye hilbijartin dengê xwe bilind bike.  Ok, ji bo tîma Esadullah ku li ser dîwarên Farqîn û cihên din nivîs nivîsandin jî weke JÎTEM’a nû bi nav kir. Ok, destnîşan kir ku şerê heyî ji ber encama zêhniyeta AKP’ê pêk hatiye.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok di bernameya “Rojeva Welat” ya Stêrk TV de der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaln, êrîşên li ser Efrînê, krîza navbera Rûsya û Tirkiye, berxwedana gelê kurd û gelek mijarên din de pirsên rojnameger M.Emîn Yildirim bersivand. 

Hikûmeta AKP’ê beriya hilbijartinên 1’ê Mijdarê îstikrar û ewlekarî derxist pêş. Li ser vî esasî deng ji gel girt û hat ser desthilatdariyê. Lê niha bê îstikrariyek û ewlekariya gelê kurd jî tine ye. Herî dawî parêzer Tahîr Elçî hat qetilkirin hûn rewşa Tirkiyeyê ya niha û qetilkirina Tahîr Elçî çawa dinirxînin?

Destpêkê ji malbata birêz Tahîr Elçî û gelê me re sersaxî dixwazim. Ev qetlîam bêguman peyamek bû. Yanî li ser navê mirovahiyê, Kurd û Kurdistanê ew ê ti kes neaxive û li hemberî AKP kî xwedî helwest be qedera wî weke Tahîr Elçî be. Ez destpêkê vê qetlîamê lanet dikim. Weke min anî ziman ji hemû gelê me re sersaxî dixwazim. Rast e, AKP li ser navê îstikrarê xwest hilbijartinek pêk bê û desthilatdar be. Esas desthilatdarî û îstikrarî çi ye? Mirov li dîrokê mêze dike hemû rejîmên yek dest yanî olîgarşîk û faşîst îstikrarê dixwazin. Îstikrara ku ew jê fêm dikin çi ye? Derveyî desthilatdariya wan muxalefeteke demokratîk ew ê nebe. Gel ew ê ti caran nerazîbûn nîşan nede. Muxalefet ew ê nebe. Rewşenbîr, şoreşger, rojnamevan, kedkar ew ê bêdeng bin. Li gorî wan wexta vana muxalefetî kir bêîstikrarî çêdibe, alozî çêdibe. Ev ji bo desthilatdariya wan xeter e. Ji bo vê hemû rejîmên faşîst, esas yên weke olîgarşîk îstikrarê dixwazin. Bêdengiya civakê heta tunebûna muxalefetê xwesteka hemû rejîmên faşîst ev e. AKP jî vê dixwaze. AKP tabî hinekî xîtabî psîkolojiya civakê jî kir, taybet civaka tirk, hinekî kurd jî. Çima? Dîrokeke vî şerî heye. Sala 1990 û beriya wê heye. Li Kurdistanê pir komkujî hat jiyîn. Bi hezaran kuştinên kiryar nediyar çêbûn, 4 hezar gund hatin valakirin, koçberî çêbû. Yanî xofek, tirsek di civakê de dan jiyandin. Ev rastiyek bû. Li milê Tirkiyeyê jî di nava şoreşgeran û kes yan jî hêzên faşîst ên rejîmê de têkoşînek hebû. Belkî li gorî rejîmê û desthilatiya wan ev tiştekî xeter e, em bêjin alozî ye. Îstikrar xerab dibe. Lê ji bo gelê azadîxwaz dixwazin demokrasî û azadî pêş bikeve. Cîhanek azad pêş bikeve. Ev jî asteke têkoşînê ye û pêşketinekê ye. AKP tam ev jî baş bi karanî. Te dît Davutoglu li Wanê bi xwe got. Got eger AKP nebe desthilat careke din erebeyên toros ew ê derkevin holê. Ev peyam çi bû? Eger hûn naxwazin bi hezaran kuştinên kiryar nediyar bê jiyandin, komkujî û koçberî pêk bê pêwîst e AKP bi tena serê xwe bibe desthilat. Bêguman ew tirsek bû. Xwest civakê bitirsîne. Derveyî AKP’ê îstikrar nabe. 

ÎSTIKRARIYA AKP’Ê KOMKUJIYA HERÎ MEZIN E

Lê hat dîtin ku îstikrariya AKP’ê jî esas komkujiya herî mezin e. Tunekirina muxalefetê ye û teslîmgirtina civakê ye. Mesele îro em li milê Tirkiyeyê mêze dikin. Hemû rewşenbîr û muxalefet li ser wan zextek heye. Kesek nikare serê xwe rake, li hemberî Erdogan û desthilatiya AKP’ê rexneyekê bike. Wexta yek rexne dike, yek muxalefetê diyar dike pirr bela têne serê wan. Mesele bi dehan kes çima ku Erdogan rexne kirine, Erdogan ji wan re doz vekiriye ku heqaretê lê dikin. Li ser navê cuda cuda hemû digirin û davêjin zindanê. Can Dundar û hevalê wî dîsa li wir e. Te dît bi sedan rewşenbîr ji çapemeniyê hatin derxistin û hemû muxalefet li ser wan zextek çêbû û hatin pelçiqandin. Tenê kê li ber xwe da gelê kurd û Tevgera Azadiyê li ber xwe da. Niha hemû hewldanên wan, hemû êrîşên wan yek sedem jî çi ye? Tevgera Azadiyê jî teslîm bigirin, tasfiye bikin yan jî îradeya wan bişikînin yan jî tune bikin. AKP çiqas ji vê bawer e. Yan jî dîroka Tevgera Azadiyê çiqas xwendiye, zana ye em nizanin. Lê desthilatî diyar e ku serê wan hinekî zivirandiye. Di zêhniyeta faşîzmê de ev heye. Belkî bawer dikin jî, belkî bawer jî nakin. lê diyar e ku AKP li ser navê îstikrarê dîsa em bêjin li hemberî gelê kurd û hereketa me belkî di dîroka têkoşîna me de di vê astê de hovîtiyek pir mezin bêexlaq û bêqûral, şerekî dijwar û pirralî pêş dixe. Ev hemû tabî li ser navê îstikrariyê ye. Esas îro Kurdistan ji mirovahiyê re hatiye girtin. Yan jî mirovahiyê çavên xwe ji Kurdistanê re girtiye. Muxalefetê çavên xwe girtiye. 

KURDISTAN XWE NEPARÊZE NABE

Tu roj tune ku li navçeyên Kurdistanê qetlîma nebe. Komkujî nebe. Lê metrepolên Tirkiyeyê, civakê Tirkiyeyê hinekî bêdeng be, nebîne û nebîhîze. Dinya jî hinekî wisa ye. Mesele Dêrik çend roj beriya vê û hîn jî hatiye dorpeçkirin. Ji bejahiyê polîs, esker û tîmên taybet ji jor dîsa helîkopter bi hawan û topan li ser bajarekî êrîş heye. Esas xwe neparêze nabe. Weke şerekî di navbera artêşan de ye. AKP vê li ser navê îstikrarê dike, durûtî û bêexlaqiyeke mezin e tabî. Kesên li ber xwe didin weke gelê kurd cesedên wan li qadan bi erdê kaş dike, teşhîr dike û dibêje ev li ser navê îstikrariyê ye. Lingê xwe datinê ser sînga kesên şehîd û resiman dikişînin dibêjin ev li ser navê îstikrariyê. Zarokên 5 rojî dikujin. Dayikên ducanî dikujin, qetil dikin. Ev hemû li ser navê îstikrariyê ye. Ev rezîltiyeke, komkujiyeke, durûtiyeke tabî. Gelê me vê dizane, wateyekê dide. Dizane ku AKP bi hemû hêz û tecrûbeyên salan ên Tirkiyeyê bê qural, bêexlaq bi kar tîne. Dixwaze îradeya gelê kurd û Tevgera Azadiyê bişikîne. Ji bo vê em bêjin weke hereket û gel em li ser navê azadiya xwe û demokratîkbûna Tirkiyeyê têkoşîneke bi rûmet didin. Bi rastî qehrementiya berxwedana dîrokî heye. Lê dewleta Tirkiyê, AKP û Erdogan jî li ser navê îstikrarê şerekî dijwar wisa bi hovîtî êrîşan pêş dixîne.  

ŞERÊ ÎRADE ŞIKANDINÊ YE

Ev şer şerekî îrade şikandinê ye. AKP dixwaze îradeya gelê me bişkîne û weke Srî Lanka tasfiye bikin. Em jî weke hereket û gel li ber xwe didin em îradeya dewleta tirk, AKP û Erdogan bişikînin. Wekî beriya vê çawa îradeya desthilatiya dewleta Tirkiyeyê hate şikandin. Pirr serokomar, serokwezîr tasfiye bûn û ji desthilatî hatin xwarê. Diyar e ku di vî şerî de kî encam bigire yê din ew ê bêbandor bimîne. Em mafdar in û ji xwe bawer in. Hêza me û tecrûbeya me heye em dikarin li ber xwe bidin. Em dîsa bawer in û dizanin çawa salan beriya vê ji sala 1990’î vir de pirr hikûmet û serokwezîr hatin û çûn, AKP jî ew ê biçe. Bi vê wesîleyê jî ez vê bêjim yanî bila AKP xwe wisa pir xurt nebîne. Dibe ku sedî sed deng girtibe. Bi zor, fen û fût, bi hukmê pereyan cuda cuda. Lê pir diyar e li hemberî têkoşîna me, li hemberî pêşketinîn Rojhilata Navîn emrê AKP li gorî min ne dirêj e. Ya wê li hemberî van pêşketinên dawî xwedî helwesteke rast û ciddî be. Rastiya hereketa me bibîne rêz diyar bike.  Rastî mecbûr bimîne rêya demokratîkbûna Tirkiye û çareseriya pirsgirêka kurd veke û vê qebûl bike. Nebe, emrê AKP ne dirêj e. Ne bi salan e, heta bi mehan e ez vê bêjim. Nikare li ber xwe bide. AKP jî di vê zanebûnê de ye, ji bo vê destê xwe lez digire, hemû hêza xwe bi kar tîne ku dixwaze di demeke kurt de encamekê bigire. Lê hesabên wan şaş e. Encamê nagire. Belkî ji bo me jî li hemberî artêş û hêza dagirker a Tirkiyeyê berxwedan ne hêsan e. Bi şev û roj bi hemû tecrûbe û teknîk hêza xwe bi kar tîne çiya û gundên Kurdistanê bombebaran dike. Teknîka herî dawî bi kar tîne. Bê qural û bêexlaq çi hêzan wan heye  seferber dike. Li hemberî vê berxwedan bêguman bi rûmet e û ne hêsan e. Jixwe rûmeta wê jî ji vir tê. Lê di wê baweriyê de me, ti hêz ji baweriya însan û heqîqeta dozan ne xurtir e û AKP ew ê encamê negire.     

POLÎS JI ERDOGAN CESARETÊ DIGIRIN

AKP li şûna ku faîlên Tahîr Elçî derxîne holê, bi manîpulasyonan dixwazin raya giştî bixapînin. Bi awayekî din nîşan bidin qetilkirina Tahîr Elçî. Her wiha tehdîtên li ser parlamenterên HDP’ê jî zêde dibin. Li Dêrikê û li hin cihên din. Hûn van her du rewşan çawa dinirxînin?

Di zêhniyeta AKP’ê de qûral, qaîde û hiqûq tiştekî wisa tune. Em mêze dikin wekîlên HDP’ê hene. Sûbayekî wan, serbazekî wan, eskerekî wan, polîsekî wan bi rehetî pirr bêrêzî û bi zext tên li ser wekîlên jin û yên din. Heqaret dike. Di kîjan demokrasiya cîhanê de mînakek wisa heye. Yekî wekî memûr, sûbay yê ku hatiye tayînkirin dikare li hemberî wekîlekî dengê xwe bilind bike, heqaret bike û bêrêziyê bike. Li cihekî din hema ew ê bê tasfiyekirin û bê cezakirin. Lê li Kurdistanê normal e. Çima? Jixwe Erdogan kê nîşan dide roja din ya polîs lêdixe dikuje, yan jî ew deriyê dadê de nefesê digire. Her tim wisa bûye. Erdogan ma ne digot polîsên min qehreman û mafdar in, karekî pîroz pêk tînin û dişopînin. Wexta Erdogan wisa axivî, polîs ji vê cesaretê digire tabî. Erdogan yek bêje ew deh pêk tîniN. Wisa jî dibe. Berê li Gazî, Taksîm wisa bû. Li Antalya, Enqereyê wisa bû. Piştre hemû bajarên Kurdistanê polîs bêyî denetîm mafê her tiştî di xwe de dibîne. Li ser bajarên Farqînê û bajarên Kurdistanê û gundan em nabînin çi nivîs têne nivîsandin, çi heqaret û çi zêhniyeteke faşîst li wan deran nîşan dide. Ev hemû rastiya Erdogan û AKP’ê ne. 
LI KURDISTANÊ QANÛNÊN DAGIRKERIYÊ HENE
Derewan dikin dixwazin dinyayê bixapînin. PKK nebe ew ê çareserî bibe, sedemê van aloziyan PKK ye. Lê zêhniyet wan eşkere xwe derdixe derve. “Hêza tirkan bibînin”, “Em ê we tune bikin”. Heta ji bo birêz Tahîr Elçî bixwe jî wexta hat qetilkirin roja din polîsekî li ser hesabê xwe yê înternetê peyam şand. Niha dor ya hevjîna birêz Tahîr Elçî ye, tu yê jî bê tunekirin. Yanî ev rejîm naxwaze kes nefesê bigire, naxwaze kes deng derxe. Ev wekîl be, siyaset be, HDP be her kî be. Li Kurdistanê qanûn tune. Jixwe qanûnên heyî yên dagirkeriyê ne. Li ser tunekirin, qebûlnekirina gelê kurd hatine çêkirin. Hiqûqa wan jî di bin lingan de ye vê jî qebûl nakin. Tenê hukmê hêza bi îradeya eskerî, polîs û çekan li Kurdistanê derbas dibe. Ev jî polîs, artêş û hêzên taybet in. Derveyî vê nikarin bikin. Hîç rêza wan ji civakê re û ji gel re ma heye? Mesele wekîlekî bi deh hezaran, sed hezaran hatiye hilbijartin lê yekî polîs, sûbayek tê destê xwe radike û dengê xwe bilind dike. Tu kî yî? Tu eşqiya yî? Jixwe weke dewleteke eşqiya ye tabî. Bingehekî vê yê hiqûqî û însanî heye li hemberî wekîlan, li hemberî nûnerên gel wisa dengê xwe rakin û heqaret bikin. Qet nayê qebûlkirin. Gelê me vê dibîne. Esas ji vir şûnde ne tenê HDP jî, yekî bêje ez mirov im, însan im û taybet gelê kurd cerdevan dibe, eşîr dibe li hemberî vê zilm, desthilatdarî û faşîzma AKP’ê yek ruh û yek îrade rabin ser piyan. Roja ew roj e. Yanî serê xwe bitewînin, nebînin û nebihîzin bila bizanibin ku ev hovîtiya AKP’ê zû dereng ew ê li ser wan be jî û destê xwe bixe qirika wan. Derveyî yek ruh û yek îrade çare tune. 

TAHÎR ELÇÎ BI TALÎMATA AKP’Ê HATE KUŞTIN

Ji bo birêz Tahîr Elçî jî. Ev di rojevê de tiştekî wisa bêexlaqî ku mirov nizane çi bêje. Yanî sîcila wan reş e. Di sicîla wan de 17 hezar însan bi kuştinên kiryar nediyar hatine tunekirin û hesab ji van tu kesan nehatiye pirsîn. Ji Mûsa Anter, Vedat Aydin, Mehmet Sîncar bigire yanî bi hezaran rojnamevan, rewşenbîr, siyasetmedar kesên sivîl û welatparêz, ne dûr ji Pirsûsê, Enqereyê, Amedê bigire ev hemû komkujî bûn. Desthilatdar jî AKP bû di bin berpirsyariya wan de pêk hat. Fedî nakin, şerm nakin û dixwazin manîpule bikin û rojeveke sexte çêbikin. Nizanim Tahîr Elçî kê kuştî 6ye? Hîç şik û guman tune Tahîr Elçî bi talîmata AKP hate kuştin. Çawa? Çima Tahîr Elçî got “Ez PKK’ê terorîst nabînim. PKK hereketeke siyasî û eskerî ye”. Rastiyek anî ziman. Hem jî ew rewşa dijwar, alozî, komkujî, tirs û xof dihat jiyîn Tahîr Elçî xwedî îrade û cesaret, kesekî rewşenbîr û welatparêz û xwe kesayet rastiyek anî ziman. Tenê rastiyek anî ziman. Lê piştre çi bû? Ji Amedê birin li Stenbolê dan mehkemeyê. Li ser wî zext kirin, çapemeniya AKP’ê taybet derdorên çapemeniya hawiz bi her awayî çûn ser Tahîr Elçî. Piştre qedexe kirin ku derkeve derveyî welat. Hedef nîşandan û piştre hat qetilkirin. Lê senaryo û lîstikên dewleta Tirkiyeyê pirr in tabî. Dibe ku yekî fermî, bi unîforma birêz Tahîr Elçî qetil nekiribe, dibe ku hin kesên paravan berê ma tunebûn kesên sivîl ji nav PKK’ê reviyane bûn tîmên taybet, di artêşê de cih girtin li hemberî gelê kurd, li hemberî Tevgera Azadiyê ketin nava êrîşan û qetlîam pêkanîn. Evana AKP dike yanî. Ji bo vê hîç ez pêwîst nabînim, ew dixwazin rojevekê diyar bikin û li ser wê rojevê em biaxivin. Rojeveke bi lanet e, bêexlaqî ye. Tahîr Elçî welatparêzek, rewşenbîrekî zana, xwedî kesayet û seknek bû. Çi bawer dikir ew digot. Car car hişyarî li ser hereketa me jî dikir, lê dostane bû, ciddî bû. Di roja herî teng û ciddî de belkî hin kesan cesaret nedikir, lê Tahîr Elçî got ez PKK’ê terorîst nabînim. Çi sedem heye ku PKK Tahîr Elçî bikuje? Tenê dikare pîroz bike. Ez ê li ser vê zêde neaxivim. Lê dixwazin ew gunehê xwe, sûcê xwe veşêrin. Hem jî li çavên mirovahiyê mêze bikin veşêrin. Ewqas bêexlaq û bêkesayet in. Hewl bidin bi rê rêbazê tiştekî bikin. Lê di manewiyeta mirovahiyê û nezera gelê me de her tişt diyar e. Bi vê wesîleyê em ê bîranîna Tahîr Elçî, xwesteka wî weke azadiya gelê kurd, jiyaneke demokratîk û aştî bêguman em ê pêk bînin.

ESADULLAH JÎTEMA NÛ YE

Piştî li Sûr, Bismîl û Farqînê derketina qedexeya derve hat îlankirin,  tîma bi navê Esadullah tu dişibin DAÎŞ’ê derketin holê. Heta tê gotin ku ev tîm girêdayî Erdogan in. Hûn çawa dinirxînin?

Berê jî car car dihat axaftin, li çapemeniyê jî derdiket Erdogan weke hêzeke taybet di nav artêşê de jî bi xwe girêdayî, rêxistin dike û perwerde dike. Dîsa digotin ew ciwanên Osmanî. Tiştekî wisa tê rêxistinkirin. Ev di Erdogan de heye weke senteza tirk-îslam, kesekî faşîst e. Dixwaze weke dîrokê li gorî zêhniyeta xwe dagirker, faşîst û li gorî wê psîkolojiyekê çêbike. Esadullah jî ev tiştên nû ne. Li ser dîwarên Farqîn û cihên din hat nivîsandin. Gelê kurd ji van tiştan re ne biyanî ye. JÎTEM hebû, tiştên cuda hebû. Bi şêwazekî Hizbullah hebû. Esadullah herhal JÎTEM’a nû ye, wisa tê dîtin. Yanî kesên taybet dijminê mirovahiyê û gelê kurd, çalakiyên taybet weke suîqest pêk bîne, hêzeke wisa tê dîtin. Evana diyar e ku hatine rêxistinkirin. Ji aliyê îdeolojîk ve jî hatine rêxistinkirin û têrkirin. Jixwe weke hêzeke çalakvan, armanca wan jî li hemberî gelê kurd û Tevgera Azadiyê îhtimal weke Tahîr Elçî û kesayetên wisa tune bikin, qetil bikin. Ma Esadullah ji ku derket? Navê wan li ser çapemeniyê derket, ciwanên Osmanî derket. Vana veşartî ne, lê navê wan tê gotin. Li gorî min ev taybet hatine rêxistinkirin, bi Erdogan û AKP’ê ve girêdayî ne. Weke hedef û hêzên taybet tune bikin. Weke tiliya van jî di van kesan de hebe. Jixwe îmze dikin. Dibêjin “Em ê hêza tirk bi te bidin diyarkirin” û îmzeya Esadullah. Ev diyar e û li ber çavan e. Ji vir şûnde li Kurdistanê û Tirkiyeyê jî qetlîamên wisa, çalakiyên wisa mirov bi rehetî dikare bêje ev hêza Esadullah weke JÎTEM’a nû. Ev kî ne? Tecrûbeyên hêzên faşîst, çete li Rojhilata Navîn hemûyan dide ser hevdû ji xwe re rêxistineke derdixin tabî. Mesele DAÎŞ AKP ewqas jê re alîkar bû, piştgiriya wê kir, bêguman ew ê hin kesên wan bikişîne nava xwe. Nûsra wisa ye, Ehrar el Şam wisa ye. Yanî weke têkel di dîroka Osmanî de hêzên têkel hene. Weke hêzek wisa taybet çêbikin. Ez di wê baweriyê de me weke DAÎŞ, Nûsra, Ehrar El Şam, Hizbullah li ser navê Esadullah bîne cem hevdû û weke hêzeke çalakvan taybet qetlîamên weke Tahîr Elçî pêk bînin. Gelê me vê bizanibe û li hemberî vê hişyar be. Tu caran li hemberî van êrîşên bêexlaq û hovîtiyê serê xwe netewîne. Bizanibe çiqas li ber xwe bide, çiqas xwedî helwest be, çiqas têkoşîn bilind bibe zemînê wan ew ê ewqas bê tunekirin û bêbandor bimînin. Ev nebe, pêşiya van nayê girtin. Mirov vê dîqet bike. 

SEDEMA VÎ ŞERÎ ZÊHNIYETA AKP’Ê YE

Yek jî êrîşên dewleta Tirk yên li ser bajar û navçeyên Kurdistanê didomin. Herî dawî niha Dêrik hatiye dorpêçkirin.  Li heman demê li Cizîrê, Sûrê gelê kurd bi her awayî li ber xwe dide li hemberî êrîşên dewleta Tirk û di xwerêvebirina xwe de israr dike. Ev rewş ber bi ku ve diçe?

Gava din jî me anî ziman. Sedemê vî şerî zêhniyeta AKP’ê bû. AKP xwest bi xapandinekê, bi şêwazekî îradeya hereketa me tune bike, tasfiye bike. Li gorî xwe desthilatiya xwe bi her awayî xurt bike. Dîsa li gorî xwe weke meseleya kurd çareser bike. Esas ne çareser bike, ji rojevê derxe. Li hemberî vê helwestê em mafdar bûn. Meseleya kurd nedihat çareserkirin, li ser Serokatiya me zextek hebû, tecrîdek hebû û hîn jî heye. Mafê me hebû û em berpirsyar bûn em li hemberî vê xwedî helwest bin. Ev helwestên AKP’ê mirov weke êrîşê bigire dest. Derveyî vê tu wateya wê tune. Wexta êrîş hebe, em jî mecbûr in xwe biparêzin û bersiv bidin. Pêvajo wisa derket. Yanî piştî hilbijartinê hesabê AKP’ê ew bû ku yek dest bibe desthilatdar. Wexta 7’ê hezîranê nebû dest bi şer kirin. Berê hewldanên wan hebû. Li ser Serokatiyê tecrîd pêşxistin. Li ser gelê me dîsa operasyon pêşxistin. Helwesta me jî berxwedan bûn. Ev her roj hîn dijwar û di asteke jor de berdewam dike. Ev şer gihîştiye astekê. AKP hewl dide û dixwaze îradeya gelê me û hereketa me bişkîne. Siyaseta xwe Rojhilata Navîn esas li gorî vê diyar dike, rêxistin dike. Ji bo vê pir hêzên Rojhilata Navîn weke çeteyên DAÎŞ, Nûsra, Ehrar El Şam dîsa li Kurdistanê hinek kesên cuda cuda li ser navê kurdîtiyê û îslamiyetê xwe diyar dikin. Evana hemû weke konseptekê li hemberî me bi kar tînin. Bikaribin hereketa me tasfiye bikin, ya rast jî îradeyê bişkînin. Em jî weke hereket û gelê kurd xwedî helwest û îrade ne. Em ê vê berxwedanê hîn xurtir bikin. Çawa heta niha, beriya vê pir caran îradeya pir hikûmetên partiyan cuda cuda hate şikandin û hatin tasfiyekirin. Em ê jî ya AKP’ê bişkînin û tasfiye bikin. 

EM TENÊ XWE DIPARÊZIN

Şer di vê astê de ji bo vê dijwar e. Heta mirov dikare bêje belkî şerê dawiyê ye. Di navbera gelê me, hereketa me û AKP, dewleta Tirkiyeyê de ev şer heqeten weke hemleya dawî ye. Em wisa digirin dest. Ez bawer im AKP jî di vê zanebûnê de ku wisa digire dest. Bi hemû hêza xwe bi kar tîne. Ji bo vê ev şer bi dijwarî dewam bike, wisa tê dîtin. Çawa ji aliyê me ve hereketa me de, mesele em çi dikin. Em xwe diparêzin. Me ne li şehîdgehên wan xistiye, ne li gundên wan, bajaran weke tang, top û hawanan me lê daye, me ne operosyan li ser metrepolan kiriye. Me çi kiriye? Me gundê xwe parastiye, me xwestiye şehîdgehên xwe biparêzin, me xwestiye qadên xwe biparêzin. Zilm nebe, polîs û tîmên taybet jin û zarokan qetil nekin. Mesele em berxwedan û têkoşîna wê didin. Dewleta Tirkiyeyê û AKP bi hemû hêza xwe li şehîdgehên me dixe, bajarên me dixe. Bi her awayî tang, top, hawanan bi kar tîne. Li ber çavên mirovahiyê, yê mafdar kî ye, yê neheq kî ye? Dinya pêwîst e vê bibîne, Yekitiya Ewropa, Amerîka, Rûsya, Rojhilata Navîn, civakên Ereb vê bibînin. Esas komkujiya herî mezin dewleta Tirkiye pêş dixîne li hemberî gelê kurd. Niha AKP ji vê bawer e, hez dike, hewl dide ku encamê bigire. Erdogan dibêje ew ê 24 saet bênavber zivistan be jî, berf be jî, baran be jî ev operasyon berdewam bike. Yanî tu dibêjî qey heta niha li hemberî PKK’ê operasyonên wisa nebûne cara yekem Erdogan derdikeve. Weke qehremanekî derketiye holê û şûrê xwe bikişîne ku PKK’ê tune bike. Heqeten ev ehmeq e yan jî ev ji xwe pirr bawer e. Faşîzm hinekî wisa ye. Em jî bêguman bênavber 24 saet, her roj û her saet. Em jî tabî zivistan, havîn, bihar nebêjin di nav berxwedanê de bin. Her tim û bi her awayî xwe amade bikin. Ev berxwedana gelê me yê pîroz û bi rûmet heqeten rexmî hemû komkujiya dewleta Tirkiye lê xwedî derkevin, xurt bikin û bikin bingehê pêşketin û berxwedanên hîn giştî. Ew ê wisa dewam bike. Ev hinekî bi derdorên Tirkiyeyê jî eleqedar e. Mesele bi rewşa Sûriyeyê re eleqedar e, bi Rojava re eleqedar e, heta bi Başûr û Şengal eleqedar e. AKP van hemû tiştan dide berçavan û li gorî vê tifaqan ji xwe re çêdike. Ji Başûr çêdike, ji Rojava çêdike, yên eşkere hene û yên veşartî hene. 

HESTIYÊ PIŞTA KURDISTANÊ BAKUR E

Lê em di vê zanebûnê de ne. Hestiya pişta Kurdistanê esas Bakur e. Yanî çar parçeyên Kurdistanê de hestiyê piştê Bakur e. Eger têkoşîna me li Bakur bi ser nekeve û encam negire parçeyên din bila nebêjin em di rehetiyê de ne û ewlekariyê de ne. Gelê me vê dizane, dewleta Tirkiye jî vê dizane ji bo wê hemû giraniya xwe dide ser Bakur û tevgera me. Em weke dubare dibêjin. Yek, em mafdar in. Du, hêza me, tecrûbeya me heye û dibe ku di şer de hinek windahiyên me çêbibe. Şer e. Hêzek ku dengeya wan ne wekhev e, bi hemû hovîtî, tang û topan tê ser me. Lê em ê jî îradeya me, tecrûbeyên me, taktîkên me heye. Hatiye dîtin ku hemû teknîk em bêjin tang û top çi be jî hêza îradeyê, şêwazê şerê gel bi ser dikeve û encam digire. Ev li navçeyên Kurdistanê tê dîtin. Li Sûrê hate dîtin. li Farqîn, Cizîra Botan hate dîtin. Nikare encamê bigire, ji vir û şûnde jî ew ê nikaribe encamê bigire. Ev pêvajo heya ji her dû aliyan hîn diyar yanî weke encam negire tê dîtin ku ew ê dewam bike. Em bawer in ku AKP ew ê binkeve. Hîn jî fedî nake, şerm nake  gelê kurd vê bibîne. Çar parçeyên Kurdistanê vê bibîne. Kesên ku dibêjin em hereketê kurd in jî bila vê bibînin. Li Başûr, Rojava û hemû deran. Hîn jî em li Rojhilata Navîn dibînin li ser gelê kurd çi komkujî tê jiyîn, çi DAÎŞ, çi Nûsra, çi Ehrar El Şam, çi yên din. Lê heman AKP li Bakur 5 hezar cerdevan dixwaze ku rêxistin bike. Ev cerdevanên wê derê û partiyên din. Yanî şerê navxweyî di nav kurdan de pêş bixe û gelê kurd bêçare û bêencam bihêle, biêşîne û tune bike. Bila kurd jî êdî çavên xwe vekin. AKP ji bo gelê kurd çi kiriye? Tenê komkujî, sirgûn û qetlîam kiriye. Dev ji van karên qirêj berdin yanî cerdevantiyê nizanim çi eyb e, şerm e, rûreşiyek e. Mirov birçî jî dimîne, lê kesayet û rûmeta xwe diparêze. Ez bawer nakim gelê kurd yanî hin kesên weke nezan, bêçare dibînin tenazulî van tiştan dikin. Lê bangawaziya min bila birçî jî bimînin lê rûmeta xwe biparêzin. Nekevin van karên qirêj. Berovajî wê di nava gelê xwe de cih bigirin. Dixwazin çek bigirin, bila berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê. Çekên me jî hene, li Kurdistanê li cihên pîroz cihên xwe bigirin.   

TU SEDEM TUNE KU EM JI AKP’Ê BAWER BIKIN

Beriya hilbijartinên 1’ê Mijdarê hikûmeta AKP’ê li ser medyayê radigihand ku heyeta dewlet bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinan pêk tîne. Lê piştî hilbijartinên 1’ê Mijdarê ev mijar ji rojevê derket qet behsa wê nayê kirin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Car car li ser navê Serokatiya me hinek tişt hatin nivîsandin û axaftin. Mînak Rêber Apo li ser hilbijartina dawî 1’ê Mijdarê HDP rexne kiriye, hereketa me rexne kiriye. Tiştên wisa hate gotin li ser çapemeniyê. Ev hemû derew in, hemû propaganda û şêwazê AKP’ê ne. Çima? Ma sedem heye ku em ji AKP’ê bawer bikin. AKP rojane xwîna gelê kurd dirijîne û li hemberî me di nava şer de ye. Yê diaxive AKP ye. Serokatî wisa gotiye, wisa gotiye. Em çima ji te bawer bikin. Ne rast e. Lê rastî çi bû? Bêguman demekÊ AKP, dewleta Tirkiyeyê bi Serokatiya me re hevdîtin çêdikirin. Yanî beriya hilbijartina 7’ê Hezîranê heta hinekî piştî wê jî. Armancê van hevdîtinan çi bû? AKP dixwest Serokatî weke biryar bide, yekalî agirbest bibe, HPG hêza xwe bikişîne derveyî Bakur. Li ser van mijaran em bawer in ku bi Serokatiya me re pir hevdîtin û nîqaş kirin. Zext jî kirin. Serokatî tabî di destê wan de ye. Lê Serokatî tawîz neda, li ber xwe da. Herî dawî rojnamevanekî wan îtiraf kir. Got çima Serokatî weke AKP dixwaze neaxive û weke wê ne xwedî helwest e ji bo wê tu heyet ew ê neçin gel Serokatiyê. Diyar e ku ew hevdîtin, têkoşîn û zexta ser Serokatiyê de AKP’ê careke din nikare encam bigire. Hêviya xwe hinekî ji Serokatiyê qut kir. Weke yekalî agirbest an jî gav paşde bavêje, di van noqteyan de hêviya xwe ji Serokatiyê qut kirin. Ji bo vê ez bawer im demeke vir de hevdîtin tune. Yan jî hebe em nizanin. Li ser çapemeniyê tiştekî wisa tune. Çend roj beriya vê hevalê me, weke rêveberiya hereketa me, hevserokê KCK’ê hevalê Cûma jî anî ziman em di nav şer de ne. Têkiliya me bi Rêber Apo re tune. Li ser gelê me komkujî tê pêkanîn û gelê me jî li ser piyan e û di nav berxwedanekê de ne. Di van şert û zirûfan de tabî biryarê têkoşînê ew ê hereketa me bide. Serokatî li wê derê di tecrîdê de ye, di bin destê dijmin de ye. Serokatî kengî û kîjan wextê dikare bêje ji rêveberiya hereketa me heyet yan jî çend heval Serokatî bibînin li ser rewşê nîqaş bikin, binirxînin û Serokatiya me pêşketinên dawî, rewşa hereketa me û gelê me ji me bibihîze, tekmîl û rapor ji me bigire û em pê re nîqaş bikin, bibin muxatab û piştre Serokatiya me dikare tiştekî bêje. Di vê rewşê de jixwe ne Serokatiya me ew ê tiştekî bêje û weke li ser biryarê têkoşînê jî tabî rêveberiya me ew ê biryar bide. Dewleta Tirkiyeyê tabî vê jî weke manîpulasyon bi kar bîne. Çawa dibêje, çi diaxive bila biaxive ne xema me ye. Em ji Serokatiya xwe jî bawer in, em ji xwe jî bawer in. Lê em baş dizanin dewleta Tirkiyeyê, AKP îmkanê pir biçûk jî, tiştekî pir însanî jî li ser Serokatiya me her tim weke zext bi kar aniye. Însanî nêz nebûye û rola Rêber Apo tam nedîtiye, wisa negirtiye dest. Yanî sivik dest girtiye, bi taktîk nêzîk bûye. Encam ev pêvajoya em têde ne. Eger heqeten rêz diyar bikira, weke rola Serokatî bizanîba û qebûl bikira belkî îro Tirkiye di nava pêvajoyeke çareseriyê de bû. Li Kurdistanê jî rewşeke aştiyane hebû. Lê AKP xwe neda ber vê, her tim bi xapandin, lîstik û taktîk nêzîk bû. Digotin weke navgîn em ê çawa bi kar bînin. Ev Rêber Apo ye, ma hûn dikarin weke navgîn bi kar bînin. Ma ev mimkûn e. Encam vaye ev alozî ye. Heta zêhniyeta AKP wisa be, ev rewş ew ê wisa dewam bike. Lê em di wê baweriyê de ne ev zêhniyeta faşîst a dagirker AKP li hemberî îradeya gelê me û têkoşîna me şensê wan ew ê nebe. 

TIRKIYE DIXWAZE ALOZÎ DERKEVE

Li Rojhilata Navîn rewşeke nû derket holê piştî tirkan teyareya rûsan xist rewş aloztir bû. Ev rewşa li Rojhilata Navîn ber bi ku ve diçe. Ev krîza di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de bandoreke çawa ew ê li ser Sûriye û Rojava bike? 

Niha Sûriye bêguman tiştên pirr girîng tê jiyîn li gorî em li ser çapemeniyê dişopînin û fêm dikin. Rastiyek heye. Niha li Sûriye asîmanan teyare ji bo neyên hemberî hevdû, xetereyên hîn neyê jiyîn, sankî Rûsya û Amerîka hinekî li hev kiriye. Yanî li milê Firatê, Efrînê wir de Rûsan û rejîm. Ji vî milî jî weke koalîsyon û Amerîka. Wisa tê dîtin. Lê ev heye. Rûsya hêzek in. Hêza xwe diyar kirin. Weke Behra Spî, herêma Lazkiye tu caran ew ê dev jê bernede. Ew peyam pirr vekirî dan. Amerîka jî ev peyam girt. Nîha Rûs hewl didin rejîmê biparêzin. Yanî perspektîf û çareseriya Rûsan ev e. Rejîm parastine. Ev hebûna xwe û baregeha xwe li Lazkiyê xurtkirin û parastin e. Li hemberî vê li hemberî Cerablus, Ezaz nêzî Lazkiye wan deran xeterî heye li gorî wan. Nûsra heye, Ehrar El Şam heye. Ev rêxistinên dewleta Tirkiyeyê alîkariya wan dike heye. Em bêjin hêzên dewleta Tirkiye hin kesayetên wan bi xwe hene li wan herêman. Rûsya di vê zanebûnê de ye. Rûsya dizane ku ew herêm neyê paqijkirin, ne dikare hebûna rejîmê biparêze, ne jî hebûna Rûsya li Lazkiyê tam ne di ewlekariyê de ye. Xeterî heye. Amerîka ciddiyeta Rûsya dît di vê noqteyê de. Bala xwe bidinê Amerîka têkilî Efrîn û milê Firatê vir de nade. Zêdetir di vî milî de disekine. Lê Tirkiye xwe pêşxist ew milê Cerablus û wan deran. Ew hêz bi rêxistin kirin, çek şandin û hîn jî dişînin. Kesayetên wan li wir in. Yanî xwestin weke herêma bi ewle çêbikin, herêma tampon çêbikin. Yanî wê herêmê bixin destê xwe. Sedem çi ye? Efrîn û Kobanê nebe yek. Hemû polîtîkaya Tirkiyeyê ev e. Bila DAÎŞ hebe li ser hidûd, Nûsra hebe ji bo Tirkiye ne xeter e. Lê li milê bila kurd nebe. Bila Efrîn û Rojava nebe yek. Bakurê Sûriye bila nebe yek. Hemû hewldan û rîskê dewleta Tirkiye û AKP dide berçavan ev e. Civaka Tirkiye jî bila bizanibe. AKP ji Nûsra razî ye, Ji Ehrar El Şam razî ye û kêfxweş e, ji DAÎŞ kêfxweş e. Lê ev hemû sedemên komkujiyên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê tê jiyîn sedem ev e. Hemû alozî sedem ev in. Lê kurdan PYD, YPG, YPJ tu zirar nedaye civaka Tirkiyeyê. Heta nedaye dewleta Tirkiyeyê jî. Lê dewleta Tirkiye li gorî em dişopînin herêma Girê Spî û car car Kobanê bomberan dike. Xêr e, çima wisa dike? Nahêle kurd li wê derê xwedî îrade be. Divê ya Nûsra hebe, ya DAÎŞ hebe, ya Ehrar El Şam hebe. Bi şêwazekî dîsa kurd nebe. Efrîn û Kobanê nebe yek û kurd encamê negirin. Kurd zêhniyeta Erdogan û AKP bizanibin. Ji serî heta binî hemû siyaseta xwe li ser aloziyê û dijminantiya kurdan çêdike. Teyareya ku rûsan daxistin jêr jî. Ew jî siyaseta li ser rageşî û aloziyê çêdikin. Çawa bike alozî derkeve, pişta xwe daye NATO. Vaye NATO, Amerîka, Rûsya. Aloziyek derkeve ku ji xwe re deriyekî veke û dîsa xwedî rol xwe bibîne. Lê hinek di bin de ma. Temam teyareyek rûsan xist. Lê li ser Cerablûs Ezaz li wan deran, Rûs her roj bombebaran dikin. Li aliyê dîsa nêzî Lazkiyê. Tirk nikarin zêde dengê xwe bikin. Lê binve binve her tim piştgiriya çeteyan dikin. 

DINYA ALEM DIZANE TIRKIYE PETROLÊ DIKIRE

Rûsya destnîşan kir ku Tirkiye petrolê ji DAÎŞ’ê dikire. Piştî vê rayedarên Îran û Iraqê jî heman tiştî dibêjin. Ev yek li qada navneteweyî bandoreke çawa li ser Tirkiyeyê bike?

Diyar e, jixwe belgeyên vê derketin. Waliyê Reqa, DAÎŞ û Tirkiye çawa li ser çi li hev kirine. Petrol çawa tê şandin. Ticaret çawa tê kirin. Belgeyê vê derketin. Erdogan derewan dike, dibêje kî vê îspat bike, ez rojekê li vî meqamî nemînim. Belgeyê vê jixwe derketin. Hatin eşkerekirin. Te dît Pûtîn jî ev eşkere anî ziman. Ewqas Tir û tanker berê xwe didin Tirkiye bi ku ve diçin? Çi dibin? Herhal avê nabin, mazotê dibin. Li hemberî vê AKP tiştekî dide wan. Ticaretek xurt heye. Tabî civaka Ereb, Sûriye û rejîm ji vê ne razî ye. Petrola wan bi destê DAÎŞ’ê dikire. Iraq jî dizane, Îran jî dizane. Dinya alem dizane. Ji bo vê heta çend tankerên wan Amerîka lê xist. Rûsan piranî lêxistin. Tankerên mazot dişandin Tirkiye. Ne yek û dudu bi sedan tanker rêz bûne. Ev li ber çavan e. Li hemeberî vê nerazîbûn heye. Îran ji xwe siyaseta wan tê zanîn ne razî ye. Çima bi vî rengî DAÎŞ û çete têne xurtkirin û rejîm zeîf dikeve. Iraq ji vê ne razî ye. Iraq jî dizane çete bi vî şeklî tên destekkirin. Di heman demê de ev çete li serê Iraqê bûne bela. Rejîm vê dizane, di nav şerekî de ye li hemberî wan. Em jî dizanin li ber çavan e. Ew petrol Tirkiye dikire. DAÎŞ destek dike û alîkariyê didê. Nûsra destek dike û rêxistin dike. Jixwe dinya vê dizane. Ji bo vê Fransa ne razî ye, Ewropa ne razî ye. Derveyî AKP her kes dizane û kesek ne razî ye. Ev diyar e. Dîsa dinya dizane ku ew petrol çawa diçe û tê. DAÎŞ jî çawa diçe û tê. Bi van riyan û şêwazana endamên mîlîtanên DAÎŞ hatin Sûriye li serê civaka Sûriyeyê bûn bela. Eynî rê û şêwazî dîsa li ser Tirkiyeyê hatin derxistin vê carê li ser gelê Parîs û Fransa bûn bela. Di vir de rola Tirkiyeyê sedî sed e. Diyar e. Hîç xwe vir de û wir de nede. Yê ku li hemberî hovîtiyê, li hemberî DAÎŞ bêguman ji vê ne razî ne, nerazîbûnê nîşan didin. 

EHRAR EL ŞAM Û NÛSRA NE DERVEYÎ SIYASETA AKP’Ê NE

Di van demên dawî de êrîşên çeteyên DAÎŞ, Cephetel Nûsra, Ehrar El Şam yên li ser Efrîn û Helebê hene. Şerekî dijwar li wan derdoran diqewime. Ev êrîş taybet piştî avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêş ketin. Hûn van êrîşên li Efrîn û Helebê çawa dinirxînin?

Ehrar El Şam, Nûsra em derveyî siyaset û helwesta AKP’ê nagirin dest. Hemû hesabên AKP’ê weke me anî ziman îradeya kurdan çawa bişkînin. Te dît wextekê Kobanê hat dorpêçkirin. Erdogan digot Kobanê ket û ew ê bikeve. DAÎŞ ji bo wê destek kirin û ji bo wê avêtin ser kurdan. Eynî tişt îro bi destê Nûsra li ser Efrînê dixxazin pêk bînin. Efrîn dorpêç bikin. Nûsra û Ehrar El Şam xurt bikin û alîkar bin. Ew encamên ku nikarîbû li Kobanê bigirin vê carê dixwazin ji Efrîn encamê bigirin. Li hesabên wan şaş e. Tabî. Ew ê nikaribe encam bigire. Em baş dizanin Nûsra, Ehrar El Şam, cuda cuda li ser navên sexte paravan ku dewleta AKP’ê rasterast destek dike. Li hemberî gelê me Efrîn şer dike û êrîş dike ew dewleta Tirkiyeyê ne. Weke xizmeta siyaseta AKP’ê dikin. Ev siyaset jî weke me anî ziman dorpêçkirina Efrîn e. Çawa ku karibin hêza gelê kurd li wê derê bişkînin. Lê ew nikarin encam bigirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk heqeten gavek muhîm e.  YPG û YPJ jî têde 13-14 rêxistin in. Ev cuda cuda rêxistinên leşkerî ne. Tecrûbeyên wan hene, îmkanên wan hene û gelê ereb in, kurd in, tirkmen in. Cuda cuda rêxistinên hene. Dikarin li hemberî êrîşên çeteyan li ber xwe bidin, encam bigirin û wan tune bikin, tasfiye bikin. Hesabên AKP di vir de jî vala derkeve û şaş derkeve. Ew çiqas xwe li erdê bixin, xwe biqetînin, har bibin jî encamê ew ê negirin. Gelên di bakurê Sûriyeyê de dijîn mil bidin hevdû, biratiya xwe hîn zêdetir xurt bikin. Hem li hemberî êrîşên dagirkeriya AKP’ê hem li hemberî çeteyan yên weke Ehrar El Şam, Nûsra, DAÎŞ li ber xwe bidin. Biratiya xwe, jiyaneke demokratîk pêş bixin. Zemînê vê heye û berxwxedan jî tê dayîn. Ji milê din Rûsya nahêle û hez nake dewleta Tirkiye bi destê Nûsra û Ehrar El Şam xurt bibe yan jî encam bê girtin. Di vir de jî hesabê wan şaş derkeve û encam bigirin. Li gorî em dizanin gelê kurd li Rojava weke li Kobanê û Cizîrê hate dîtin ji xwe bawer e, xeta xwe ya sêyemîn, îradeya xwe li ber xwe bide û bikaribe encam bigire.