Ok: Divê her kes di meşa Gemlîkê ya bi rûmet de cih bigire

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok, ji bo meşa Gemlîkê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, banga tevlîbûnê li her kesî kir.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok, ji bo meşa Gemlîkê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, banga tevlîbûnê li her kesî kir.

Ok ji nûçegihanê ANHA'yê Cûdî Roj re axivî û anî ziman ku ev 16 sal in dewleta Tirk bi awayekî bê navber tecrîdeke giran li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne û got, "Bila AKP bizanibe û bibîne îradeyek demokratîk û xwedî têkoşîn, helwesteke radîkal heye. Bila AKP û dagirkeriya Tirkiyeyê bizanibe û bibîne mirovahî li hemberî zext û faşîzma wan serê xwe natewîne. Bila dinya bibîne, ev berxwedan ew ê dewam bike. Em mafdar in, em xwedî rêxistin in, em dikarin vê têkoşînê bi her şêwazî pêş bixin."

Sebrî Ok destnîşan kir ku eger pêşi li faşîzma AKP’ê neyê girtin, xeterî ne tenê li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd e, ne tenê li ser hêzên sosyalîst û şoreşgerên Tirkiyeyê ye û wiha berdewam kir: "Yên azadîxwaz û têkoşîna demokrasiyê didin pêwîst e ji vê hêz bigirin. Hêza xwe bikin yek. Li ser hemû ol û çandan e, li ser hemû civaka Tirkiyeyê ye, heta mirov dikare bêje li ser Rojhilata Navîn e. Em mecbûr in pêşiya vê xeteriyê û zihniyeta faşîzan bigirin û derfetên vê yekê hene."

Sebrî Ok meşa 1'ê Tebaxê ya ji Amedê ber bi Gemlîkê wiha bi nav kir: "Meşeke pîroz û rûmet e. Weke meşa azadiyê mirov dikare bi nav bike. Meşa serketinê, meşa demokrasiyê, meşa biratiya gelan mirov bi nav bike. Rastî jî ev e. Ji ber Rêber Apo temsîla vê dike. Kesên berpirsyar, azadîxwaz, kesê li dijî faşîzma AKP’ê, kesê hîn jî li nirxê mirovahiyê derdikevin bêguman ew ê di vê meşê de cih bigirin.

Ji bo vê em bawer in 1'ê Tebaxê di dîroka têkoşîna me de ew ê rûpeleke nû veke. Rûpela berxwedanê, rûpela îradeya gelan, rûpela biratiya gelan, rûpela meşa azadiyê. Dagirkeriya AKP’ê ew ê bixwaze rê nede vê meşê û bixwaze astengî jî derxe, ew ê bixwaze hin kesan binçav bike û lêdan jî bike. Eger ji bo azadiyê bedel pêwîst e, mirov ji vê jî nereve. Çavê kesî ne li AKP’ê be, AKP azadî nade kesî û demokrasî bi kesî nade jiyandin. Hebûna AKP’ê li dijî azadî û demokrasiyê ye. Sedem ev e. Eger rastî ev be pêwîst e têkoşîn jî li gorî wê bê dayîn."

Ok di dawiyê de bang li hemû kesên azadixwaz kir û got: "Ji Amedê heta heta Gemlîkê, divê her kesên bi rûmet û azadîxwaz tevlî vê meşê bibin. Bangawaziya me ew e ku her kes di vê meşê de cih bigire, pêşengiyê bike, bi rêxistinkirî, îrade û xwedî biryar bimeşin weke têkoşîn û azadiya gelê kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê de rûpeleke nû vekin û îradeya desthilatiya AKP’ê û zihniyeta wan a faşîzan bişikê. Roleke wisa ev meş ew ê bilîze."