Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir, dewleta Tirk gelê kurd weke dijmin dibîne û destnîşan kir, divê her kes li gorî vê rastiyê cihê xwe diyar bike. Ok işaret bi şerê şoreşgerî kir û got, "Hemû dinyayê dît dewleta Tirkiyê li Kurdistanê û Nisêbînê ne meşrû ye."
Ok da zanîn, emrê desthilatdariya AKP'ê ne dirêj e û destnîşan kir, AKP û Erdogan ji binê vê komkujiyê û li hemberî vê berxwedanê nikare rabe.
Sabrî Ok bal kişand ser girîngiya Pêngava Rizgarkirina Minbicê û got, "Eger Minbic şûnde rê vebe, gelê kurd û hêzên QSD bêguman hewl bidin Kobanê û Efrîn bikin yek. Nekin xeter e û şaş e. Mafên wan e û erka wan e. Rê ji vê re veke. Rejîm jî bandor bibe, DAIŞ jî jê bandor bibe. Tirkiyê berê digot xeta me ya sor heye li ser rojavayê Firatê, nizanim Tişrîn, nizanim çi. Tu xet nema ku neketin ber lingan. Erdogan û AKP jî esas rezîl û ruswa dibin. Hemû derew in."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Ok bibîr xist, ku zêdeyî saleke haya wan ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîne û ji CPT re got, "Eger dixwaze roleke baş bilîze, dixwaze xizmeta çareseriya pirsgirêkan bike, dikare rewşa Rêber Apo eşkere û diyar bike."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bû mêvanê bernameya "Rojeva Welat" a Stêrk TV û bersiv da pirsên rojnamevan M. Emîn Yildirim.
Salek di ser hilbijartinên 7’ê Hezîranê derbas bû. Serokomar Erdogan encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê hezm nekir, vala derxist û careke din di 1’ê Mijdarê de hilbijartin çêbû. Ji wê demê heta niha şerekî dijwar li Kurdistanê hat meşandin. Herî dawî destnedana parlamenterên HDP’ê hate rakirin û ji aliyê Erdogan ve hate erêkirin. Hûn vê pêvajoyê çawa dinirxînin?
Encamên 7’ê Hezîranê ji bo gelê kurd, hêzên azadîxwaz û demokratîk bi rastî serketinek bû. Encamek hatibû girtin. Esas potansiyela HDP’ê zêdetir bû, lê desthilatiya AKP’ê, faşîzma Erdogan bi hukmê dewletê, hemû îmkanên dewletê bi kar anî, bi pere, zext û zordarî çû ser civakê, lê dîsa jî encamên hatin girtin ne xerab bû. Weke tê zanîn 81 parlamenter hat hilbijartin. Erdogan ev hezm nekir. Erdogan dît ku li Tirkiye û Kurdistanê hêzên demokratîk û li dijî faşîzmê yên azadîxwaz dibin îrade û hêz hêzm nekir. Ket nava lêgerînekê ku çawa vala derxe. Hema biryar û helwesta xwe zelal kir. Ew hevdîtinên koalîsyonê taktîk bûn. Koalîsyon çêbibe yan çênebe. Erdogan biryara xwe da, em ê biçin hilbijartinê û hazirtiya xwe li gorî vê kir. Heqeten xapandin, zext li ser civakê, tirs rêxistinkirin, hemû îmkanên xwe û dewletê seferber kir û psîkolojiyek jî ava kir. Li ser vî esasî beriya hilbijartinê tê zanîn di 24’ê tîrmehê de dest bi şer kir. Bi êrîşên hovane û dijwar hatin li ser gelê kurd û Tevgera Azadiyê. Êdî li vê derê rewş hat guhertin. Siyaseta Erdogan bi temamî ew zihniyeta nîjadperest, faşîst ku civakê çawa bixapîne, damara wan şovenîst çawa rake ser piyan weke argumanên AKP’ê hîn dijwartir, radîkaltir bi temamî siyasetek faşîst û dagirker bi her awayî rêxistin kir û bi pêş xist. Li ser HDP’ê jî zext hebû, teqandin çêbû, komkujî çêkirin. Li Amedê, Pirsûsê û cuda cuda operasyon pêş xistin. Mêze kirin bi vî şeklî Erdogan xwe weke serokdewlet îlan bike û bi her awayî weke xewna wî bû, dîktatoriya xwe îlan bike. Wisa jî bû. Ji Tevgera Azadiyê û gelê kurd re derveyî berxwedan û helwesta xwe ji aliyê azadî û demokrasiyê pêşxistin tu rê û rêbaz nemabû. Ji bo vê jî gelê me jî bo xweseriya xwe îlan bike û biparêze ket nava berxwedaneke dîrokî. Ew têkoşîn heta roja îro hat. Erdogan ew derfetên Rojhilata Navîn û siyaseta cîhanê jî pirr bêexlaq bi kar anî. Yanî xwe wisa pêşkêş kir, xwe firot. Li bakurê Kurdistanê çi komkujî û çi zilm hebe jî dinya bêdeng bimîne. Ji bo vê çi tawîz nema ku neda Ewropa û hêzên navneteweyî. Bingehek ava kir, psîkolojiyek ava kir weke faşîzan û şovenîst. Ew komkujî bi awayekî hovane li ser Kurdistanê hat meşandin. Li hemberî vê hem gelê me li ber xwe da hem Tevgera Azadiyê ket nava berxwedanekê. Heqeten berxwedaneke bêhempa, dîrokî û bi rûmet bû. Di heman demê de hereketa legal weke HDP siyaseta demokratîk, hewl da û xwest têkoşîna xwe pêş bixîne. Erdogan ji vê re jî tehamûl nekir. Konsept çi bû? Îradeya gelê kurd ew ê bişkîne, heta teslîm bigire. Îradeya Tevgera Azadiyê bişkîne, weke Srî Lanka bikaribe bi giştî tasfiye bike. Ji bo vê çi pêwîst bû, mubah bû ji bo desthilatiya Erdogan û AKP’ê. Bi vî şeklî her tişt pêş xist. HDP xwest li ber xwe bide. Hinekî li ber xwe da, her çiqas ji aliyê rêxistinî kêmasî hebe jî serê xwe netewand. Ev jî tiştekî rûmet bû ji aliyê HDP’ê, şoreşger û sosyalîstên Tirkiyeyê û Tevgera Azadiyê bi giştî hêzên azadîxwaz. Erdogan li hemberî vê hîn jî har bû. Konsept eger tinekirina Tevgera Azadî û teslîmgirtina gelê kurd e wê wextê çi pêwîst be wê pêk bîne. Beşek wê jî weke hereket û partiya legal bû. Tê zanîn lêdan, bi sedan bûro partî û cihên HDP’ê şewitandin, komkujî pêş xistin, operasyon pêş xistin. Herî dawîn Erdogan mêze kir ku encam nayê girtin bi giştî xwestin ji parlamentoya Tirkiyê tasfiye bikin û jê derxin. Jixwe hertim lêpirsîn, girtin û operasyon hebûn. Niha bi dehan û sedan kesên hatine hilbijartin weke serokê şaredariyan û endamên meclisan û dîsa rêveberiya partiya HDP’ê û HDK’ê, partiya DBP’ê hemû di zindanê de ne. Weke operasyonên KCK’ê AKP derew dikir digot bi destê Fethullah Gulen ev operasyon pêş ketin. Dibe ku Fethullah Gulen di vê operasyonê de roleke pêşeng lîst, lê diyar e ku bi hev re ew operasyon pêş xistin. Îro ne Fethullah Gulen ew bi xwe rastûrast dîsa weke operasyonên KCK’ê pêş xistine. Ew nebû, mêze kirin HDP li ber xwe dide û serê xwe natewîne, hewl dide têkoşîneke demokratîk bide, weke mafên gelê kurd, mafên civaka elewî, mafên jin, mafên civaka kedkar û hêzên azadîxwaz xwedî helwest e, Erdogan û AKP jî wan weke kelemekî û astengekî xwestin ji pêşiya xwe rakin. Çawa bibe? Ew ê destnedana wan rakin. Di heman demê de hat nîqaşkirin. Ev ne balkêş bû jixwe hertim wisa bûye. Wexta mijara Tevgera Azadiyê dibe rojev, wexta der heqê Kurdistanê û têkoşîna gelê kurd de mijarek dibe rojev partiyên li parlamentoyê di navbera wan de weke nakokî her çi be jî hemû hema yek car dibin yek. Li hemberî HDP’ê jî dîsa AKP, CHP û MHP hemû dengê xwe kirin yek. Der heqê HDP’ê de biryar girtin ku destnedana wan rabe bavêjin zindanê dîsa. Tabî di nava CHP’ê de hin kesên ku damaran wan hîn demokratîk, xwedî berpirsyar hereket bikin, ew ê nebin lîstok û amûrên siyaseta AKP’ê û Erdogan hene. Lê hêza wan jî têrê nedikir. Weke biryarekê navenda CHP’ê girt. Ew jî beşdarî biryarê bûn. Encam dîsa li parlamentoyê weke hertim yek îrade, weke karaktera xwe dagirkerî diyar kir û der heqê HDP’ê ew biryar hat girtin. Erdogan jî ew erê kir. Ji vê biryarê ew ê çi derkeve? Berê jî çar wekîlên DEP’ê û gelek kesên din jî hatin girtin. 9 salan, 10 salan di zindanê de razan. Li ber çavan e. Ev siyaset dewam dike, xwe nû dike. Belkî 10-20 sal beriya vê yên hatin şehîdkirin, yên hatin revandin, yên hatin tinekirin dewsa wan hîn xurtir hat tijîkirin. Gelê kurd ew zext û heqareta li ser xwe bêguman qebûl nekir. Weke helwesta xwe hîn baştir xwe rêxistin bike, wisa bersivek da. Îro dîsa eynî tişt dubare dibe. Tu dibêjî qey berê ew zext, komkujî, zilm li ser kurdan, li ser kesên xwedî kesayet pêş neketiye, tu dibêjî qey zindan ji bo gelê kurd hîn nû ye. Halbûkî bi deh hezaran însan ketin zindanan, komkujî, berxwedan di asteke herî jor û dijwar de hertim hebû jixwe. Erdogan jî bi vê biryarê bawer dikir ku îradeya gelê kurd bişkîne û bikaribe gavê pê paşde bide avêtin. Lê ev ne mimkûn e. Weke HDP’ê jî îradeya xwe diyar kir, dibêje em tu caran serê xwe ji wan re natewînin, heta dawiyê em ê li rûmeta xwe xwedî derkevin, em ê hewl bidin têkoşîna xwe xurt bikin, bi her şêwazî xurt bikin. Zindan be zindan, şehadet be şehadet, her çi be em gav paşde navêjin. Bi vê wesîleyê em wan jî silav dikin. Em bawer in ew ê li têkoşîna xwe xwedî derkevin, ked dan, bedel dan, şehîd dan, bi sedan cihên wan hatin şewitandin, bi hezaran, dost, endam û hevalên wan ketin zindanê. HDP van nade aliyekî, bêguman ji van hemûyan berpirsyar e. Li hemberî dîrokê, civaka gelê kurd û civaka Tirkiyeyê berpirsyar e. Dîrok berpirsyarî û erkek daniye ser milê HDP’ê, pêvajo erkek daniye ser milê HDP’ê. HDP ew ê ji vê nereve, helwesta wan jî birastî xwedî îrade ye, ew ê li ber xwe bidin. Ew siyaset ew ê vala derkeve. Yanî Erdogan û AKP çiqas xwe vir de û wir de bide jî çare tine, ew ê bizivire bizivire weke dûpişk herî dawîn li xwe bide. Lê ew têkoşîn û hewldan, têkoşîna gelê kurd bêguman ew ê rê nede Erdogan weke xewna xwe pêk bîne û desthilatiya wan hîn xurt bibe.
Piştî serokwezîr Davutoglu ji peywirê hat girtin, bi hatina serokwezîr Bînalî Yildirim re li hemberî gelê kurd û Tevgera Azadiyê behsa stratejiyek nû tê kirin. Stratejiya “lêdana bergirî”. Yanî li stratejiyên heta niha stratejiyek din hat zêdekirin. Şensê vê stratejiyê çi ye?
Esas dewleta Tirkiyê ji destpêkê heta niha tu taktîk nema ku bi kar nîne. Tiştekî nû tine. Naverok û armancên wan hemû çi ne? Eger ew ê bikaribin encam bigirin exlaq, qûral her tiştî datînin aliyekî. Çi ji destê wan tê, çi îmkan di destê wan de heye heta dawiyê pêk bînin û bikaribin encam bigirin. Ev stratejiya serokwezîrê wan Bînalî Yildirim jî axaftinek e, yan jî demagojiyek e. Çi hebû ku Davutoglu nikarîbû bike wê Bînalî Yildirim bike. Di vir de tu pirsgirêkên wan tine. Tu taktîkên nû jî tine. Taktîk diyar e. Çi ji destê wan were, jixwe li Kurdistanê gundê me xera kirin, bajarên me xera kirin, bi tang û topan, bi balafiran, bi helîkopteran lêdan, zarokên me û dayikên me şehîd xistin, cesedên wan li qadan û taxan bi tangan girêdan û bi erdê kişandan yanî ji mirovahiyê derketin. Tu exlaq û pîvan nedîtin û ji xwe re esas negirtin. Çi di destê wan de hebû kirin. Niha çi kirin? Herhalde dibêjin me encamek girt li ser bajaran. Lê dinya şahid e, mirovahî jî dizane û dibîne rastî ne weke Erdogan û AKP dibêje. Di encamê de li wan bajaran, wan taxan, li Kurdistanê gelê kurd dijî, serê xwe netewand, birçîbûn da berçavan, telefbûn da berçavan, şehadet da berçavan, piranî sedî nod bi axa xwe girêdayî bûn, bi bajar û gundê xwe girêdayîbûn, terk nekirin li wir in. Ev bêguman di hundirê de xwe gelê kurd muhasebe dike. Tevgera Azadiyê rojane hewldanê xwe, têkoşîna xwe, berxwedana xwe weke heyecan û moralek hertim dide gelê kurd. Gelê kurd ew ê roj bê çawa hesab ji Erdogan û AKP bixwaze. Bi çi şêwazî, bi çi encamên dîrokî bersivê bidin ew ê bê dîtin. Encam negirtin. Herhalde ew dibêjin me encam girt û ji vir şûnde em ê berê xwe bidin çiyan, bejahiyê em ê li wir jî tine bikin. Erdogan jî dibêje heta qiyametê em ê biçin ser. Ez jî dibêjim civaka Tirkiye bila hinekî serê xwe rake, hişyar be, hinekî mejiyê xwe bişixulîne ji Erdogan re bêje heta qiyametê her roj bi dehan ciwanên tirk, nezan û weke pez dişînin nava şer jiyana xwe winda dikin, birîndar dibin, malbatên wan belengaz û perîşan dibin. Ma çima nepirsin Bînalî Yildirim kurê te li Şirnexê, li Botanê ye. Davutoglu kurê te li Şirnexê, li Botanê ye. Erdogan kurê te, zavayên te yan jî kesekî te li Şirnexê, li Botanê ye. Heqeten ew desthilat, ew Erdogan û derdorên wî yên biryara şer didin û yê ku dibêjin heta qiyametê dewam bike. Bila bipirsin çend kesên wan êşa şer dîtine û jiya ne. Çend kesên wan di nava şer de ne. Çend kesên wan birîndar bûn yan jî jiyana xwe windakirine? Na. Ev tucarên siyasetê ne, xwînê ne. Li ser xwîna civaka Tirkiyeyê bê rêxistin, nezan dirijînin, li ser wê desthilatiya xwe bi rêxistin dikin, hewl didin xurt bikin. Bêwijdanî û bêexlaqiyek mezin e. Her roj arguman û axaftineke nû peyda dikin. Çawa civakê dîsa bikaribin bixapînin, çawa ku di nava xwe de weke moralekê çêbikin, çawa ku psîkolojiyekê li ser Tevgera Azadiyê û gelê kurd çêbikin ku bikarin û hewl bidin ku gavekê bavêjin û encamekê bigirin. Lê ne rast e, derewan dikin. Hemû taktîk pêkanîn, hemû hewldanên wan hebûn, çi ji destê wan hebû bi kar anîn. Hem jî me weke anî ziman bi bêexlaqî û bêqûral pêk anîn. Lê rewş li ber çavan e. Niha Erdogan dikare bêje gelê kurd nikare li ber xwe bide, Tevgera Azadiyê qet derfet nema ku li ber xwe bide. Ez di vê îdiayê de me ku Tevgera Azadiyê ji berê pirrtir, ji berê xurtir û hîn jî rêxistinkirî û astekî hîn bilind û hîn radîkal bênavber pirralî ew ê li ber xwe bide. Ez vê îdia dikim û di wê baweriyê de me ku gelê kurd roj ew ê bê, rojane jî hîn xwedî bawerî ew ê li ber xwe bide û siyaset û komkujiya AKP’ê qebûl neke. Nizanim Bînalî Yildirim taktîkek nû daniye pêşiya xwe, Davutogul nizanim çi kiriye. Ev hemû manîpulasyon û mijarên arastekirinê ne. Şêwazê şerê taybet in. Ew ê bêencam bimîne, ji îro de diyar e jixwe. Muhîm civaka Tirkiyê vê bizanibe, muhîm rewşenbîrên Tirkiyê vê bizanibe, muhîm çapemenî û ragihandina Tirkiyê vê bizanibe û bixe rojevê. Lê ew jî tirsiyane. Piraniya wan weke bêkesayet mane. Ez hemû wisa nabêjim. Lê mesele li Kurdistanê agir dibare, li Kurdistanê bêexlaqî û bêqûraliya herî dawîn tê jiyîn bi desthilatiya AKP’ê û talîmatên Erdogan lê çapemenî nikare bixe rojevê, nikare şîrove bike, nikare rexne bike. Weke dîktatorekî şûrê xwe li ser serê wan dihejîne. Her kes bêdeng hiştiye, bi xwe çawa difikire û dixwaze wisa hin tiştan pêk bîne. Lê çapemenî nîne. Erdogan û AKP ji bin vê nikare rabe. Gelê kurd tiştê wisa pirr dîtin. Herî dawîn ji 40 salî zêdetir e, di dîroka Tevgera Azadiyê de çi dem û çi desthilatî hatin û çûn lê gelê kurd li cihê xwe ye, li ser axa xwe ye, dîsa bi rêveberiya hereketa xwe û bi Rêber Apo ve girêdayî ye û ew ê li ber xwe bide. Em mêze bikin ka Erdogan û AKP ew ê çi bikin. Civakê dixapîne, civak guneh e. Kesên li hemberî dîrokê, pêvajoyê berpirsyar dibînin weke rewşenbîr, şoreşger, akademîsyen pêwîst e ev nîqaş bikin. Taybetmendiyê rewşenbîran, akademîsyenan, çapemeniyê ji bo rojên îro girîng e. Rastiyê bêjin û di rastiyê de israr bikin. Derewên Erdogan û AKP’ê, durûtî û rûreşiyên Erdogan û AKP’ê her saet û her roj li ser çavên wan bixe. Civak heqeten bizanibe çi diqewime. Ev derew in. Yanî Bînalî Yildirim hatiye ew ê bi xwe re hewayekê çêbike. Bînalî Yildirim kesekî weke Yildirim Akbûlût e, ji wê zêdetir tine belkî kêmtir e. Yanî hema Erdogan çi gotiye, weke siya wî ew ê pêk bîne, îrade tine, ruh tunê tiştek tine. Weke peykerekî li wê derê ye. Yanî wî çi gotiye ne muhîm e. Dîktatoriyê di herî jor de Erdogan e. Mirov wî fêm bike hîn baştir e. Ya rast ev e.
Dewleta tirk bi tang, top û balafiran bajarên kurdan wêran kir. Herî dawî di dîmenên ku di çapemeniyê de derketin li ser dîwarên Nisêbînê yên hatine hilweşandin dewleta tirk alên xwe daliqandin. Erdogan û AKP’ê vê weke serketinê dinirxînin. Yanî ev serketineke çawa ye?
Çi serketin. Dewleta Tirkiyê û weke endamê NATO hêzeke sêyemîn e, dinya hîn jî piştgiriya dewleta Tirkiyê dike. Erdogan beriya berxwedana Botanê weke Silopiya û Sûr, em dîsa bêjin Cizîrê û Nisêbînê di wextê de wexta Beşar Esad Heleb bombebaran dikir û bajarê Sûriyeyê bombebaran dikir çi digot. Kesekî li ser civaka xwe, bajara xwe, bi tang û topên xwe bombebaran bike ew ji mirovahiyê derketiye. Niha pirrtir Erdogan vê dubare dike. Yanî Erdogan û Beşar bîne hemberî hevdû, eger dinya li ser heqîqetê biaxive û kesên berpirsyar û erkdar li ser heqîqetê biaxivin Erdogan û Beşar bînin beramberî hevdû Erdogan gav bi gav di pêşiya Beşar de ye. Mesela rewşa Nisêbînê li ber çavan e. Çi bûye li Nisêbîne? Erdogan dikare biçe Nisêbînê, biaxive û ji gelê Nibêsînê re bêje min tiştekî rast kir û hûn jî ji vê kêfxweş in. Nikarin bikin? Çend roj beriya vê çû Amedê bi 20 hezar leşker û polîs ket Amedê. Grûbek biçûk ew jî malbatên leşkeran û polîsan, ew jî çendek ji bajarên din anîbû mitîngê. Grûbek biçûk, nikarîbû biaxive. Ev çi serketineke ku nikare biçe wê derê. Ew çi serketineke ku gelê kurd ew qebûl nekir, îsyan kir. Niha ala xwe li wê derê daliqandine. Di dîrokê de mînakên wisa hene. Hîtler wisa bû. Hîtlerê kiloxperest digot nîjada serdest. Pêwîst e ez dinyayê ava bikim, hêzeke weke mîlîtarîst, dagir dikir dewlet û welatên din. Hîtler jî diket ku derê ala xwe li wir didaliqand. Lê Hîtler ne serketî bû. Beriya her tiştî faşîst bû. Beriya her tiştî dîrok û mirovahiyê ew ê rê nedaba wî û neda wî jî. Emrê wî 4-5 sal dewam kir û piştre Hîtler xwe kuşt. Di nezera mirovahiyê de weke îro tê lanetkirin. Niha bi tang û topan ketiye Nisêbîne. Ev muhîm e jin, zilam, zarok û civaka Nisêbînê qebûl dike yan nake. Niha li wê derê hilbijartinek çêbibe mesele. Bila saziyên navneteweyî şahid be. Erdogan jî bila were wê derê, PKK yan jî siyaseta legal HDP jî biçe wê derê. Eger Nisêbîn sedî 99 li dijî AKP’ê û Erdogan îrade xwe di lehê azadiya xwe de, demokratîkbûna Kurdistanê û di lehê Tevgera Azadiyê de dengê xwe diyar nekir, nîşan nekir em dev ji her tiştî berdin. Şerê hilbijartina 7’ê Hezîranê û 1’ê mijdarê de jî ez ne şaş bim sedî 89 gelê Nisêbînê îradeya xwe ji aliyê Tevgera Azadiyê û HDP’ê diyar kiriye. AKP li wir tine. AKP ji ber ku li wir tine bi tang û top tine dike. Jixwe Nisêbîn ya xwe nabîne. Yanî Nisêbîn ne ya wan e, rast e jî ne ya wan e. Dijmin e, weke dijmin dibîne û rast e. Welatekî cuda ye, rast e. Gelê kurd li wir dijî, gelê ereb li wir jî, rast e. Di nezera Erdogan de her tişt pêwîst e. Dikare bajar jî xera bike, mirovahiyê jî tine bike, komkujî jî pêş bixîne. Her tişt mubah e. Ma çend roj beriya vê ji bo Cem Ozdemîr çi axivî Erdogan. Ew tirk e, ne tirk e gumanên min hene. Ew nabe tirk, ne tirk e. Pêwîst e di laboratûwarê de xwîna testa wî bê kirin. Hîtler jî wisa digot. Ma çi cudahiya Hîtler û Erdogan heye. Çima vêya dibêjim. Kurdistan e û ne Tirkiyê ye. Kurd e û ne tirk e. Wê wextê dikare tine jî bike, dikare xera bike jî, dikarî her tiştî bike. Zihniyet ev e, bi vê zihniyetê li hemberî civakek sivîl em bêjin ketiye Nisêbînê. Lê bila Erdogan vê bizanibe. Bi hemû bêxlaq û bêquraliya xwe, bi hemû bêdengiya dinyayê û piştgiriya hêzên navneteweyî dîsa jî gelê Nisêbîn, şoreşger û berxwedanê Nisêbînê sê mehan li ber xwe dan. Sê mehan li hemberî tang, topan ruhekî fedaî, bêhempa li ber xwe dan. Encam ev şer e, şerekî gel û şoreşgerî ye. Şerekî car car demkurt, demdirêj e. Yanî cuda cuda şêwazên şer hene. Weke YPS îlan kir, biryar da dikare hêzên xwe bikişîne. Li ber xwe da, li hemberî dewleta Tirkiyê îradeya xwe nîşan da, îspat kir. Gelê kurd ew ê li ber xwe bide, hemû dinyayê dît dewleta Tirkiyê li Kurdistanê û Nisêbînê ne meşrû ye, encam hat dîtin. Piştre jî weke daxuyanî dan gotin em hêzên xwe paşve dikişînin. Ev tiştekî normal e. Di şer pêşveçûn û paşvekişandin, şer rawestandin an jî şer geşkirin tiştên wisa hene. Biryar dan weke taktîk em hêzên xwe vê carê paşve dikişînin. Hêzên xwe kişandin lê vê carê di vê valatiyê de bi tangan û topan ketin. Hema alên xwe daliqandin, slogan berz kirin. Li ser navê hêzên taybet heqaret li mirovahî, gelê kurd dîwar û derî nivîsandin. Ev binketinek e. Dewleta Tirkiyê encam negirtiye. Normal em bifikirin, eger hêviya Erdogan û AKP’ê, dewleta Tirkiyê ji Nisêbînê hebûya, eger bawer bikira ku gelê Nisêbîn û gelê kurd hinek ji wan jî bawer dike ew ê jê hez bike ma mimkûn bû bi tang û topan biketa bajêr û bajêr serobino bikira. Hêviya wan nemaye û ev baş e. Qutbûnek çêbûye, ev jî baş e. Gelê kurd ji aliyê dewleta dagirker ve tu hêvî nema. Dewleta dagirker jî gelê kurd ji xwe nabîne, dibêje dijmin e. Rastî ev e. Her kes li gorî vê rastiyê cihê xwe diyar dike, hereket û têkoşîna xwe diyar dike. Ya rast ev e. Ji vir şûnde ew ê çawa bibe. Bêguman gelê kurd vê ji bîr nake. Gelê kurd nebêje bi tang, topan û balafiran ket Nisêbînê. Xaniyê min, yê kêleka cîranê min de zarok kuştin, jin kuştin, komkujî kirin, hemû hovîtî li ser me pêkanîn. Ma gelê kurd dikare li çepikan bixe, bêje baş bû dagirkerî ket vê derê, ma ev memkûn e. Baş e, kê qezenc kiriye bêguman gelê kurd. Kê winda kiriye, dagirkerî û AKP’ê winda kiriye. Çi winda kiriye, gelê kurd winda kiriye. Êşa me mezin çi bû. Ji dîrokê virde ew jî taybetmendiya dagirkeriya dewleta Tirkiyê bû, kurd xwe nas nedikir digot ez ne kurd im. Ji bo vê Serokatî digot me ji biniya sifrê dest pê kir. Eger îro gelê kurd tu hêvî ji dagirkeriya dewletê nemaye û dewleta Tirkiyê tu hêvî nemaye ku careke din gelê kurd bixapîne û bixe xizmeta xwe esas ev şoreşek e. Yanî ji vir şûnde gelê kurd çawa azadiya xwe û pergala xwe rêxistin bike. Têkoşîn ev têkoşîn e. Bingehê vê hatiye avêtin. Bêguman ew ê xwe rêxistin bike, pergala xwe diyar bike û bikaribe biparêze. Ew qîrîna wan, nizanim koka wan li bajaran biqeliînin, taktîkên wan bi rastî hemû taktîk in, şer e. Em sivik nagirin dest, tabî hemû hêza xwe bi kar tîne, bi hovîtî tên ser me ev rastiyek e. Lê rastiyek din jî heye gelê kurd hatiye ceribandin, xwedî biryar e, PKK tevgera azadiyê xwedî tecrûbe ye, qabîliyet û zanebûn û tecrûbeya derfetên heyî bi salan dikare li ber xwe bide. Roj bi roj bi AKP’ê gav paşde bide avêtin. Ez di wê îdiayê de me desthilatiya AKP’ê ew ê ne dirêj be. Dubare dubare dibêjim AKP û Erdogan ji bin vê komkujiyê û li hemberî vê berxwedanê nikare rabe. Nikare bisekine. Qedera AKP’ê hinekî wisa tê nivîsandin.
Di van demên dawîn de li qada navneteweyî hinek pêşketin çêdibin. Meclisa Federal a Almanyayê kirinên li hemberî Ermeniyan weke komkujî bi nav kir. Her wiha li Amerîkayê doza Riza Zarrab heye ku tê gotin digihîje rayedarên hikûmeta AKP’ê jî. Hûn van pêşketinan çawa dinirxînin?
Parlamentoya Almanyayê ji bo komkujiya dewleta tirk li ser gelê Ermenî di sala 1915’an de biryar girtiye. Biryarek rast e. Di wextê de 1925 li ser gelê kurd, asûr, suryan û taybet li ser gelê ermen komkujiyek wisa bûye. Ev yek bûye, rastiyek û realîteyek e. Kompleks û şovenîzma dewleta Tirkiyê rê nade vê îtiraf bike û qebûl bike. Lê dewleta Alman qebûl dike dibêje Hîtler ew hovîtî û faşîzm pêş xist ku bû sedema bi milyonan, deh milyonan însan bimirin. Bi dehan û sedan dewlet bên wêrankirin. Mesele li hemberî vê kompleks û refleksên civaka alman tine, qebûl dike. Lê dewleta Tirkiyê û AKP ji vê direve. Tu yê heta ku derê bireve. Ev rast e, yanî milyon, milyonek nîv hatiye qetilkirin û koçberkirin. Ev komkujiyek e. Dewleta alman û parlamenterên alman çima sedsal şûnde ev yek qebûl kir. Bêguman ev hemû taktîk û siyasetên. Edalet û heqîqeta alman ma îro gihîşt vê rastiyê. Hesab û berjewendiyên wan hene. Çawa bikin li ser dewleta Tirkiyê zext û giraniyekê nîşan bidin û tawîz ji dewleta Tirkiyê bixwazin. Dewleta Tirkiyê çi bikin, ew ê hinekî li ber xwe bide, hinekî dengê xwe bilind bike. Dîsa PKK’ê bikin mijara muzakereyê. Hûn mêze bikin hinek welatparêzên kurd, sempatîzanên Tevgera Azadiyê virde virde bigirin weke nerazîbûnên dewleta Tirkiyê daxe jêr. Bêexlaqiyek wisa tê zanîn. Lê dîsa biryarek rast e, komkujî qebûl kiriye. Li hemberî vê Erdogan har bû. Çima wisa biryar digirin. Weke me anî ziman ji bo Cem Ozdemir got ev ne tirk e, bila xwîna wî di labaratûwarê de bê testkirin. Ev muhîm e. Tiştek heta car caran di serê xwe de veşartî bêîradeya xwe bêhemdî derdikeve. Mijara xwînê dike, weke mejî kiloxperestiyê dike Erdogan. Faşîstekî wisa ye. Nerazîbûn nîşan dide, heta ku derê biçe. Ev dewlet in, di dewletan de heta derekê exlaq û qûral heye, tineye ew jî tê nîqaşkirin. Modernîteya kapîtalîst û dewletên weke netewe dewlet ev têkiliyên xwe dewam bikin bêguman. Almanya bi Tirkiyê re di nava têkiliyek aborî û ticarî de ye. Ev nadin aliyekî. Almanya pêwîst dît ji bo berjewendiyên xwe, em bêjin serdestiya psîkolojîk li ser dewleta Tirkiyê zextekê bikin. Tirk jî, te dît Erdogan dibêje tîk disekinim, li ser xwe me. Wî jî hinek tişt anî ziman û xîtabî civaka xwe kir. Yê din xîtabî civaka xwe kir. Lê binve binve dîsa yan jî vekirî têkiliyên xwe ticarî û aborî ew ê dewam bikin, ev tiştek nabe. Lê wateyek vê jî heye. Mesele Erdogan îro li dinyayê kes jê hez nake. Derveyî Siûdî û Qatar tu dewlet zêde ji Erdogan hez nake û bêjin ew siyasetmedareke tiştekî wisa tine. Heqeten Erdogan hatiye teşhîrkirin. Car caran xwe xwedî îrade û weke alternatîf bigire dest, faşîzm wisa ew aniye wê astê. Her çiqas berjewendiyên modernîteya kapîtalîst û Amerîkayê bi dewleta Tirkiyeyê re kûr bin jî hertim ji hev ne razî ne. Mesele hin helwestên ku Erdogan xwe dide pêş, taybet jî li Rojhilata Navîn ne li gorî berjewendiyê wan e û maneyê nadinê. Ji bo vê ez nabêjim îla wisa, lê tu dibêjî qey weke konseptek heye li ser Erdogan. Civaka Tirkeyeyê, gelê kurd û heta dinya jî dibêje êdî desthilatiya wî bê dawîkirin baş dibe. Ber bi wê ve diçe. Yê Riza Zarrab jî wisa ye. Herhalde Riza Zarrab jî bi awayekî komplo ew kişandin Amerîkayê. Amerîka weke dewletek endamê NATO nikare ji aliyê leşkerî zêde biçe ser û heta derekê diçe ser. Têkiliyên wan aborî hene, nikare weke ambargo ku çawa li ser Îran û dewletek din li ser Tirkiyê pêş bixîne. Wê jî nake. Lê qozekî jî dixe destê xwe, ew jî meseleya Riza Zarrab e. Di wê dosyayê de tê gotin navê Erdogan, malbata wî, wezîrên wî, derdorên wî dosyayên wan hene. Hem jî bi tiştê muhîm tên sûcdarkirin. Tê dîtin ku Amerîka wê dosya Riza Zarrab li ser serê Erdogan weke şûrekî bihejîne. Weke zext û psîkolojiyekê ew ê bike. Ev nayê wê wateyê ji dewleta Tirkiyê destê xwe dikişîne, wisa na. Dewleta Tirkiyê têkiliyên wan NATO, Amerîka û navneteweyî kûr in. Lê dixwazin ew desthilatiya Erdogan bi vî şeklî neçe. Ya li gorî wan xwe sererast bike, yan jî ji desthilatdarî derkeve û dûr bixin. Weke siyaset û psîkolojiyek wisa dixwazin ava bikin. Wateyek wê jî heye tabî.
Li rojavayê Kurdistanê ji bo rizgarkirina Minbîcê di 1’ê Hezîranê de ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê hemleya rizgarkirinê hatiye destpêkirin. Rizgarkirina Minbîcê ew ê bandoreke çawa li Rojava, Sûriye û herêmê bike?
Minbîc ji aliyê cografîk, dîrokî, civakî herêmek û bajarekî muhîm e. Cografîk li rojavayê Firatê li ser herêma nêzî Efrînê mirov dikare hesab bike. Bakurê Minbîcê Cerablûs heye. Li wir hîn DAIŞ heye. Cerablûs weke di navbera Tirkiyê û Minbîcê de dimîne. Dîsa rêya Reqa-Minbîc muhîm e. Ji aliyê dîrokî ve jî dîsa wate û girîngiyek Minbîc heye. Civakî jî gelê kurd, ereb, tirkmen, çerkez hemû civak weke mozaîk rengekî bi hev re dijîn. Bajarekî muhîm e. Niha hêzên QSD, Meclisa Minbîcê ya leşkerî û siyasî biryar dan -di ser çapemeniyê re tê gotin- hewldan û xwe amadekirin Minbîcê rizgar bikin. Hemleyek dest pê kir. Bi vê wesîleyê fermandarê ji vê hemleyê re pêşengtî kiriye û li ser navê wî ev hemle tê binavkirin weke Ebû Leyla. Li hemberî şehadeta Ebû Leyla bejna xwe ditewînim û rêzên xwe diyar dikim. Minbîc mûhîm e ji bo vê. Diyar e, piştî hêzên QSD derbasî milê avê bûn û Tişrîn hat girtin, muhîm bû. Di nûçeyan de tê gotin Minbîc hatiye dorpêçkirin. Em di wê baweriyê de ne li gorî agahî yan jî di nûçeyên li ser çapemeniyê Minbîc ew ê bê rizgarkirin. Wexta Minbîc bê rizgarkirin ji bo gelê kurd, ereb û gelê li herêmê cih digirin re weke moral û serketineke dîrokî ye. Hem ji aliyê Efrînê û Kobanê, Minbîc di navberê de cihekî muhîm e. Ji bo nefes girtin, ji xwe re korîdor vekirin di vê noqteyê de cihekî muhîm e hem jî ji Cerablûs rewşa DAIŞ ew ê pirr xerab bibe. Rê tine ku nefes bigire DAIŞ. Cerablûs ew ê were dorpêçkirin. Li gorî daxuyaniyên tê dayîn gelê kurd li Rojava weke xwezayî û mafên wan hene ku dibêjin hewldidin kantonên xwe dikin yek çi Kobanê çi Efrîn gerek yek be. Jixwe li ser Rojava ambargoyek pirr dijwar heye. Milek dewleta Tirkiyê, milekî rejîm riyê ticaretê hatiye girtin. DAIŞ girtiye û milê din KDP ji wan ne kêmtir û xerabtir e rê girtiye û xwedî rol e. Gelê kurd tabî ew ê hewl bide û bixwaze kantonê xwe bike yek. Ev tiştekî xwezayî normal e . Hem jî tê zanîn li milê Ezazê û bakurê Helebê ew hêzên sexte, faşîst û çete ku bi dewleta Tirkiyê ve girêdayî li ser Şêxmeqsûd komkujî pêş xistin. Xwestin li wê derê gundê Babê wan deran li ser gundê ereb û kurdan êrîş bikin. Dewleta Tirkiyê fuze avêtin bûn destek, cebilxane da bû destek, rastûrast hin kes şandin van herêman. Heta di çapemeniyê de hat gotin ku weke tabûreke kurd hatiye rêxistinkirin. Kî ye ev kesana? Çeteyên Rojava ku çûne Başûr, wexta li Rojava şer bû, wexta derfet tinebû û kesî bawer nedikirin li hemberî El Nûsra, DAIŞ, Rejîmê gelê kurd ew ê bikaribe xwe biparêze. Di wexta herî dîrokî de ew kesên ku îro dibêjin em pêşmerge ne hemû reviyan. Ax, welat, mal, malbat hemû berdan û reviyan. Çûn Başûr, KDP ew rêxistin kiriye, pere da wan û weke alternatîfeke YPG û YPJ rêxistin bike. Nav jî lê kiriye pêşmerge. Navê pêşmergetiyê jî xera dikin. Pêşmergeyên Başûr herî kêm xwedî helwest in, şerek kirine kêm-zêde, baş-xerab. Lê vana tiştek nekirine reviyane. Kesên reviyane kengî qehreman û pêşmerge bên îlankirin. Yanî konseptek heye. Dewleta Tirkiyê, hêzên îtilaf ên Sûriyeyê, KDP bi xwe, ENKS van kesan bi ser riya Tirkiyê. Ev muhîm e, pêwîst e civaka me û gelê kurd bizanibe. Kîjan Tirkiye ev. Desthilatiya AKP’ê ku hûn jî li ser Nisêbînê her roj û her saet bi teyare, tang û topan bombebaran dike. Bi destê wan ev hêz hewl didin derbasî herêma bakurê Helebê û Ezazê bikin. Eger ew hêz bi destê komkujiya dewleta Tirkiyê derbas dibin çi xêr ew ê ji bo kurdan hebe. Xêrek ew ê hebe? Dêmek li dijî kurd in, li dijî azadiya gelê kurd in, roleke wisa dane wan. Ew nikarin bibin hêz ev cuda ye. Ew ê nikaribe, gelê kurd rê nade van. YPG, YPJ û QSD jî ew ê rê nede wan. Ma hêsan e ku tu weke lîstokekê di destê xelkê de be, li dijî gelê kurd bixwaze rolek xerab bilîze. Herhalde hinek bêjin ka bisekine, ew ê bisekinin jî. Ne cesaret dikin ne jî mafên wan heye. Çi îşê wan li wê derê heye. Wexta şer hebûya ew ê li ber xwe bidina. Yên tirk ew rêxistin kiriye jî li bakurê Helebê, Ezazê ne. Baş e, ev ji bo kê rêxistin dike? Eger DAIŞ be jixwe di nava şerekî de ne û qedera DAIŞ li ber çavan e. Esas ji bo statuya gelê kurd, ji bo federasyona bakurê Sûriyê vana rêxistin dikin. Bi vê hemleya Minbîc serketinek leşkerî, encamek wê siyasî û rêya kanton bibin yek ew ê were vekirin. Gelê me û rêveberiya me ya li Rojava jixwe vê vekirî dibêje. Her wesîle û platforman de eşkere dibêjin em ê kantonan bikin yek. Mafên wan e. Mafên kesî tine ku bêje hûn çima wisa dibêjin û wisa pêk bînin. Eger Minbîc şûnde rê vebe, gelê kurd û hêzên QSD bêguman hewl bidin Kobanê û Efrîn bikin yek. Nekin xeter e û şaş e. Mafên wan e û erka wan e. Rê ji vê re veke. Rejîm jî bandor bibe, DAIŞ jî jê bandor bibe. Tirkiyê berê digot xeta me ya sor heye li ser rojavayê Firatê, nizanim Tişrîn, nizanim çi. Tu xet nema ku neketin ber lingan. Erdogan û AKP jî esas rezîl û ruswa dibin. Hemû derew in. Şîar, slogan û demagojî dikin lê piştre tu encam nagirin. Ew ê dîsa wisa be. Ez nebêjim li ser Rojhilata Navîn, lê li ser Sûriyeyê bêguman ew ê hinek denge bên guhertin. Bêguman Minbîc şûnde jixwe cihê DAIŞ teng dibe. Derveyî Dêra Zor û Reqa tu hêz û îradeya DAIŞ’ê namîne. Dêra Zor û Reqa jî kesên li dijî DAIŞ’ê şer dikin ew ê bikeve rojeva wan. Ji wan yek jî hêz û gelê kurd ên Rojava ye. Lê diyar e ku –wisa tê dîtin- daxuyaniyên YPG û Rojava jî car car em dibihîzin û dixwînin hedefa wan a yekemîn MinbIc, axa xwe bikin yek, korîdorê vekin û piştre Reqa dikarin bixin rojeva xwe. Lê niha konjektur wisa tê dîtin.
Girêdayî vê yekê li Sûriyeyê ji 2011’an vir ve têkiliyên dewleta Tirkiyeyê bi her awayî bi rejîmê re qut kir. Lê piştî îlankirina Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê û înşaya sîstemê bi pêş ket dewleta Tirkiyeyê bi awayekî nepenî hevdîtinan bi rejîma Sûriyeyê re çêdike. Tê gotin ku hin dewletên herêmê û Ergenekon navbeynakariyê dikin hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Mirov hîç şaş namîne. Wexta dîroka Kurdistanê û serhildanên beriya vê kal û bapîrên me pêş xistine, dîsa dewletên dagirker û herêmê bi çi fen û fûtan, bi çi lîstokan li ser wan siyaset hatiye meşandin. Wexta mirov li wê dîrokê mêze dike, li hemberî vê pirsa we gotiye mirov şaş namîne. Ew siyasetek dagirkeriyê ye ne tenê îro sedsal vir de. Her çiqas hêzên dagirker li ser Kurdistanê di navbera wan de nakokî hebe, ji hev hez nakin, heta ber bi şerekî jî biçin eger gelê kurd xwedî îrade, xwedî rêxistin û hewl bide azadiya xwe pêk bîne ew dewletên dagirker nakokiyên navbera xwe ew ê bidin aliyekî weke hevbeş hereket dikin. Dîrok wisa hatiye jiyîn û nivîsandin. Tabî taybetmendiyên îro hene. Nakokiyên nû, derfetên nû, cudatiyên nû heye em weke qalibekî nikarin bigirin dest. Lê rastiyek wisa heye. Wexta mirov Rojhilata Navîn mêze dike, rewşa Tirkiyê û rejîma Sûriyê mêze dike. Wextekê Beşar û Erdogan xwe weke bira îlan kiribûn. Te dît civînên wezaretan bi hev re li Tirkiyê car car çêdikirin. Piştre zivirî, bi hev re bûn dijmin. Heta Erdogan ewqas bi aqil bû, dixwest weke pêşengtiyê bike û ji pastayê berjewendiyên herî mezin ji xwe re bigire. Çi bû? Hema rejîm îro û sibê ew ê biçe, ez ji vê re pêşengtiyê bikim û Sûriye bila ya min be. Hesab şaş derket. Niha siyaseta li ser Sûriyê û Rojava ya ketiye ber lingan a Tirkiyê ye. Tu encam nikarîbû bigirta. Cuda cuda pêşketin hebû, hêviya AKP û Erdogan ji DAIŞ, El Nûsra, Artêşa Azad hebû. Yanî ew ê bikaribin bi alîkariya dewleta Tirkiyê û bi şerê DAIŞ, El Nûsra weke wan rejîmê tasfiye bikin. Ji bo vê jî çi pêwîst bû, bûn alîkar. Ji êrîşên li ser gelê kurd re bi her awayî bûn alîkar. Weke Kobanê û cuda cuda. Lê weke encam baweriya wan şikest. Mêze kirin ew jî zehmet e. Li gel vê gelê kurd û gelê bindest bi hev re dibin hêz. Gelê kurd xweserî îlan kiriye, bakurê Sûriyê re weke gelê ereb, asur, suryan, tirkmen, ermen, çeçen, kurd bi hev re weke federasyon rêxistin bikin. Dewleta Tirkiyê vê hez nake, ne razî ye. Li kêleka wan li parçeyekî Kurdistanê yan jî li bakurê Sûriyê weke mînakek jê ditirsin û hîç naxwazin biaxivin federasyon bê îlankirin. Dewleta Tirkiyê ji vê ne razî ye û jê ditirse. Dizane ku ev li ser Tirkiye û Bakur ew ê bandor bike û rast e ew ê bike jî. Çawa ku têkoşîn û berxwedana Bakur li ser Rojava bandor dike, li ser parçeyên Kurdistanê û yên din. Bêguman ew jî li ser Bakur ew ê bandor bike. Ligel vê yê ne razî ne kî ne, dewletên dagirker li ser Kurdistanê ne. Dewletên herêmê ew jî ne razî ne. Li dîrokê mêze bikin Îran û Tirkiye berxwedana Îhsan Nûrî Paşa û cuda cuda hertim bi hev re bûne alîkar û destek dane hev. Mirov texmîn dike û dizane ku îro jî hewldanên wisa hebe. Tê gotin di wê navberê de taybet hêzên Ergenekon û hin dewletên herêmê tê zanîn bi navbeynkariya wan dewleta Tirkiyê û rejîm demeke dirêj virde hevdîtinan çêdike û hin nîqaşên wan hene. Ev karaktera Erdogan te dît dibêje ya ez ê bêjim ew ê pêk bê, ez li ser gotina xwe me lê ne wisa ye. Mêze kir vala derket, îrade vala derket, nikare tiştekî bike. Mêze kir hereketa gelê kurd û Rojava weke azad bibe û weke gelê herêmê bakurê Sûriyeyê bi hevdû re federasyon rêxistin bikin dîsa alozî derxe, dîsa li ser dijbertî û dijminantiya gelê kurd siyaset bike. Hertim stratejî ev e, hertim bin ketiye lê hertim vê dubare bikin. Ma dijminantiya wan li ser Rojava jî nedixestin gelê kurd xwedî statu be. Dijminantiya wan Kobanê jî ji bo vê bû. Îro federasyon di rojevê de ye dîsa dijminantiyekê dike. Ji bo kurd azad nebe, ne xwedî statu be Erdogan çi hebe ew ê bike. Tenê ne weke rejîmê re hevdîtin, ew ê pirr tawîz bide rejîmê. Tabî dinya li derdora aqilmendên Erdogan nazivire. Hêzên navneteweyî, modernîteya kapîtalîst, gelê Rojhilata Navîn taybet gelê kurd, ereb, asurî, suryan, ermen têkoşîna wan, xwestekên wan weke demokratîkbûna Sûriya nû ev muhîm e. Erdogan dikare xwe li erdê bixe, dikare hin tiştan bandor bike em vê jî înkar nakin. Lê ya muhîm li ser azadî, statuya gelê kurd tabî dewletên dagirker hev bibînin. Gelê me di vê noqteyê hertim hişyar be, bizanibe û bi îradeya xwe, bi heqîqeta xwe bi berxwedan û asta rêxistina xwe bawer bike.
Çend roj beriya vê li Hewlerê saziyeke jinan REPAK ji aliyê asayîşa KDP’ê ve hat girtin. Diyar e ku KDP di vê siyaseta xwe ya xizmeta berjewendiyên gelê kurd nake de israr dike, çima?
Mirov ji KDP’ê re çi bêje. Bila rojekê gelê kurd ji devê KDP’ê bibihîze KDP ji bo giştî gelê kurd tiştekî li ser xêrê, tiştekî mafên wan tîne ziman û dibêje yan jî pêk tîne. Em dibêjin platformek neteweyî, konferansek neteweyî, kongreyek neteweyî KDP hefsarê xwe dixe destê hinek kesan taybet dewleta Tirkiyê xera dike. Em dibêjin azadiya û statuya Rojava, ji dîrokê vir de cara yekem pêk hatiye, hemû hêz û partiyên kurd pê re alîkar bin, civaka Rojava bi îradeya xwe partiyên wê derê, civaka wê derê xwe çawa bi rêxistin dikin em destek bikin. KDP dibêje na. Yan li Rojava desthilatî nîv û nîv bidin min yan ez ê pihîna xwe lê bixim xera bikim û wisa dike. Em dibêjin li Bakur hovîtiya herî mezin, dijminantiya herî mezin, komkujiya herî mezin bi destê AKP û Erdogan pêk tê, em jî di nava berxwedanê de ne. Lê KDP û Barzanî dibêje yê kurdan herî baş guhdar dike û mafên gelê kurd bide û qebûl bike Erdogan e. Hem jî ew komkujî heye, hem jî balafir, tang û top bajarên kurdan xera dike Barzanî vê dibêje, hem jî cesedên dayik û jinên kurd li taxan, bajaran li pişt tangan tê kişandin, dîmenê wê tê belavkirin. Cizîr ji Hewlêr ne dûr e, dengê tangan, komkujî û berxwedanê diçe Hewlêrê Barzanî û vê dibêje. Gelê kurd vê dibîne, rojekê jî bila bêjin em wek gelê kurd, weke rêxistina kurd em îradeya xwe bikin yek li hemberî dagirkerî û dijminê gelê kurd em bi hev re bin, konferans û kongreya neteweyî em pêk bînin, em ji vê re amade bin. Lê li ku derê li ser bedelên giran, bi berxwedan gelê kurd pêş xistiye û bi dest xistiye hewl didin ku çawa xera bikin. Yanî di avakirinê de û ji parastina rûmetê re na, lê ji xerakirinê re heye. Qedera xwe weke bi ya AKP’ê re girêdayîn şaş e. Demkurt dibe yanî lê bi rûmet bifikirin. Heqetên berjewendiyên xwe bi yên gelê kurd re bidin berçavan û li gorî vê siyasetekê bimeşînin. Li kêleka Başûr jixwe Rojava saziyên gelê kurd tên şewitandin, komkujî heye ma çi karê we pê heye saziyek jin bigirin û heqaret bikin, operasyonê bikin. Ev konseptek e, AKP li wir dike, KDP li vir dike. Ne siyasetek rast e. Xizmeta berjewendiyên gelê kurd nake. Gelê kurd vê dibîne û dibihîze. Ligel vê desthilatiya wî jî weke Erdogan, Erdogan çawa hema partiya HDP’ê bigire û wekîlên wan ji parlamentoyê derxin wisa dibêje. Te dît acizbûna KDP’ê wan jî hema serokê parlamentoya başûrê Kurdistanê qebûl nekirin bikeve Hewlêr, wan jî got hema tu jî tine. Zihniyet heman zihniyet e. Zihniyeta desthilatiyê ye. Dewleta Tirkiyê ji Kobanê, li ser sînorê Rojava hemû derî girtin e, kurd li Rojava bênefes bimîne. Yanî bi birçîbûnê terbiye bibin yan jî perîşan bibin. Birçî bibin ji hin kesan re serê xwe bitewîne. Li aliyê din KDP jî heman tiştî dike. Wan jî derî girtiye ku gelê kurd li Rojava perîşan bibe, belengaz bibe, birçî bibe, terbiye bibe. Ma ev aqil e, ma ev siyaset e. Xizmeta siyaseta AKP’ê dike. Ew li Bakur çi dike, li Başûr jî yê din eynî tiştî dike. Dev ji vê berdin, gelê kurd vê dibîne. Mirovahî vê dibîne, ev xizmeta berjewendiyên gelê kurd nake. Gelê kurd ne razî ye. Li Hewlêrê jî ne razî ne. Hinek zext û tirs nebe em dizanin nerazîbûna gelê me yê başûrê Kurdistanê li hemberî vê siyaseta şaş KDP ew ê di çi astê de be. Em wan şermezar dikin, ne rast e. Eger KDP di vê siyaseta xwe de israr bike, bêguman gelê kurd jî rûmet û berjewendiyên xwe israr bike, ev têkoşînek e.
Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 14 meh in tecrîdeke giran heye, têkiliyên wî bi derve re bi temamî hatiye qutkirin. Heyeta CPT 2’yê Gulanê li Îmraliyê lêkolîn kir. Ji wê demê heta niha CPT rapora der barê girtîgeha Îmraliyê de ji raya giştî re eşkere nekiriye. Ji ber vê jî nerazîbûnên gelê kurd zêde dibin. Çima heta niha CPT rapora xwe eşkere nekiriye?
Niha rewşa Rêber Apo ciddî û muhîm e. Rêber Apo zêdeyî salekê ye ne hereketa me, ne gelê me, ne malbata wî nizane rewşa têde çi ye, nizane çawa dijî, nizane rewşa tenduristiya wî çi ye, agahî tine. Dewleta Tirkiyê tabî muameleya esîrtiyê li ser Serokatiya me pêk tîne. Ji destpêkê ve hertim hesabê wan ev bû. Hesabekî bêexlaq e. Rêveberê gelekî mirov nikare wisa sivik û bê rêz bigire dest. Ev sedema helwest û hewldanên hem hereketa me hem gelê me ye. Ev wisa dewam bike têkoşîn, berxwedan ew ê hîn kûrtir, hîn berfireh, hîn radîkaltir ew ê dewam bike. Yanî em qebûl nakin, tu kes jî qebûl nake. Saleke zêdetir e rewşa Rêber Apo çi ye, naye zanîn. Niha CPT çûye hevdîtin çêkiriye, baş e. Em vê bizanibin di roja îro de li cîhanê weke pergala modernîteya kapîtalîst ku dibin serwerî û hegemonyaya wê de tu sazî tine ku heqeten heta dawîn serbixwe be. Hemû sazî bi şêwazekî bi derekê ve girêdayî ne. Hemû sazî diçin deriyê modernîteya kapîtalîst. Bêguman hinek kesayet ku xwedî taybetmendiyên wan hene. Lê yên weke navneteweyî CPT jî bi derekê ve girêdayî ne. Lê heta noqteyekê roleke CPT jî heye. Weke serbixwe û wisa digire dest û rastiyek wisa jî heye. Temam prosedûra wan heye, heta şeş mehan nikare rapora xwe eşkere bikin. Yan jî dewleta Tirkiyê erê nekin nikare eşkere bikin. Lê mesele ciddî ye. Eger ji bo rewşa Rêber Apo ya tê de nerazîbûn di asta şer û berxwedanê de dewam dike rola CPT jî heye. Eger dixwaze roleke baş bilîze, dixwaze xizmeta çareseriya pirsgirêkan bike, dikare rewşa Rêber Apo eşkere û diyar bike. Bi şêwazekî cuda ji çapemeniyê re ragihîne. Li gorî em dizanin heta niha wan tiştek eşkere nekiriye. Ji bo vê em nizanin, lê diyar e eger Rêber Apo bi malbata xwe re û dinyê têkilî hatiye qutkirin û kesek nizane rewşa wî çi ye, jixwe rewş li ber çavan e. Ew bi xwe zextek e, ew bi xwe lêdanek e, ew bi xwe heqaretek e, ew bi xwe helwestek e. Li hemberî gelê kurd, tevgera me. Em jî ji bo vê dibêjin ya azadiya Rêber Apo ya em ê qebûl nekin. Em ji bo vê dibêjin heta ku azadiya Rêber Apo nebe em ê hertim di nava berxwedan û têkoşînekê de be. Pêwîstî bi vê heye, rêya rast û exlaqî jî ev e. Ji bo vê dewleta Tirkiyê tabî biryara şer çawa giran dane, di vir de israr dikin, di vê noqteyê de di rewşa Rêber Apo de jî israr dikin. Têkoşînek e, em ê li hemberî vê bê tawîz û hertim li ber xwe bidin.