Hevserokê DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan da xuyakirin, ku li Dêrikê êrîşên giran tên kirin û got, "Divê gelê me li pêşberî êrîşên li Dêrikê bêdeng nemîne û li dora Dêrikê bicive." Ocalan destnîşan kir ku gelê Dêrikê wê heta dawiyê li ber xwe bide.
SEDAT SÛR
MÊRDÎN / ANF
şemî, 28 sermawezê 2015, 11:01
Hevserokê DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan da xuyakirin, ku li Dêrikê êrîşên giran tên kirin û got, "Divê gelê me li pêşberî êrîşên li Dêrikê bêdeng nemîne û li dora Dêrikê bicive." Ocalan destnîşan kir ku gelê Dêrikê wê heta dawiyê li ber xwe bide.
Hevserokê DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan, rewşa dawî ya li Dêrika Çiyayê Mazî ji ANF'ê re nirxand.
'BIRÎNDAR HENE'
Ocalan bibîr xist ku ji roja Çarşemê saet 16:00 û pê ve li Dêrikê qedexeya derketina derve di meriyetê de ye û ev agahî da: "Em di roja 4'an a qedexeyê de ne. Dengê şer û bombeyan tê. Li gorî agahiyên ji me re hatin ragihandin, birîndar hene. Şer bi giranî li taxên me yên li nêzî Çiyayê Tûrcel diqewime. Taxên Kale, Dag, Qulbî, Cevîzpinar û Heramî, cihên şer lê giran e."
'DEWLET DIXWAZE LI DÊRIKÊ KOMKUJIYÊ BIKE'
Ocalan ragihand ku tê xwestin, gelê Mêrdînê hînî qedexeyên derketina derve bê kirin û ji gel xwest ku vê rewşê qebûl neke û li hemberî vê çalakiyan lidar bixe. Ocalan da xuyakirin ku rojek beriya rabûna qedexeya li Nisêbînê, li Dêrikê qedexeyê destpê kiriye û êrîş û komkujiyên li Nisêbînê bibîr xist. Ocalan anî ziman ku dewlet dixwaze heman komkujiyê li Dêrikê jî bike.
Ocalan bang li gelê Mêrdînê kir û got, "Em ê li hemberî vê hewldana komkujiyê bêdeng nemînin. Pêwîste gelê me li dora Dêrikê bicive û nehele komkujiyê bike."
'GELÊ DÊRIKÊ WÊ HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDE'
Ocalan destnîşan kir ku gelê Dêrikê ji destpêkê ve gelekî xwedî li têkoşînê derdikeve ye û got, "Ji nava taxan agahî ji me re tê, gelê Dêrikê li ser piyan e li ber xwe dide û dibêje ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bide. Wê kes nikaribe vîna me bişikîne, em ê ti carî ji daxwazên xwe venegerin."