Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Nûredîn Sofî bal kişand ser hevsengiya şerê her ku diçe di navbera gerîlayan û artêşa Tirk de dijwartir dibe û diyar kir ku li aliyê gerîlayn e. Sofî ragihand ku ew ê di girtina kesên li hemberî gelê Kurd suc dikin de berdewam bikin û got; “Em nahêlin hiqûqa mêtîngeriyê li Kurdistanê bê bikaranîn”.
Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê ji ANF’ê re axivî û şerê her ku dije dijwatir dibe û cerdevanên hatine girtin nirxand. Sofî got; “Me zivistanek ku têde şerê qirêj û psîkolojîk zêde bû li pişt xwe hişt. Bi hatine biharê re qada tevgerê ya gerîlayan berfireh bû û em di demek wisa de ne ku dê gerîla bi şerê gel ê şoreşgerî bigihe encamê. Ji şerên dawiyê diqewimin ku hevsengiya şer li aliyê gerîlayn e.”
SIVÎLA BI KAR TÎNIN
Sofî destnîşan kir ku artêşa Tirk bi wesayîtên sivîl û bi kincên sivîl ve beşdarî operasyonan dibe û got; “Leşker bi kincên sivîl ve beşdarî şer dibe, ev yek jî şerê kontrayê ye. Şerê çeteyan e. Ev yek di tu qûralên leşkerî de tun eye. Dewleta Tirk kengî li hemberî gerîlayan bikeve tengasiyê, serî li van rêbazên qirêj dide. Wesayîtên sivîl bi kar tînin. Sivîlan ji bo kiryarên xwe yên qirêj bi kar tînin û her tim dikin hedef.”
Sofî got; “Serî li rêbazên cerdevan û kontrayan didin ev yek nîşaneya klasîk a binketa artêşê ye. Ji ber ku nikare bi rêbazên nîzamî encam bigirin, hewl dide bi rêbazên ne nîzamî û derveyê qûralên şer encam bigirin” û xwest sivîl ji van rêbazane re nebin amûr.
Sofî der barê cerdevantiyê de wiha axivî; “Çeteyên cerdevanan ên ku dewleta Tirk li Kurdistanê pêş xist, tevlî gelek nokerî û xiyanetê û gelek karên qirêj bûne. Karên xwe yên qirêj ên weke bazirganiya madeyên hişber, helbet bi hevkariya fermandarên artêşê dikin. ji ber wê jî cerdevan û fermandarên artêşa Tirk hevkarên heman sucî ne.”
Sofî got ku wana heta niha ji bo vana ji van polîtîkayên qirêj rizgar bikin gelek hewl dane û got; “Di dema şerê gel ê şoreşgerî de, gelek alî û derdor vê polîtîkaya me dibînin, di aliyên welatparêz de cih digirin. Bi baweriya me gelê me êdî ji van lîstokên qirêj re nabin amûr.”
Fermandarê HPG’ê Sofî, der barê 15 gerîlayên jin ên li Beldîsê jiyana xwe ji dest dan de jî agahî da û got; “Tê gotin ku 15 hevalên me yên jin ên li Garzanê bi destê cerdevanan şehîd bûne. Kî dibe bila bibe em ê aşkere bikin û hesabê vê yekê bipirsin. Divê gelê me li ser vê mijarê baldar be. Dê hesabê van hemû polîtîkayên qirêj bêne pirsîn. Em van derdoran hişar dikin. Em artêşa Tirk jî hişyar dikin.”
Sofî, destnîşan kir ku rewşa tendurîstî û derûnî ya leşker û cerdevanên dîl ên di destê wan de pir baş e û got; “Heta niha ne Dewleta Tirk û ne jî tu meqamên fermê yên Artêşa Tirk ji bo van dîlan tu serlêdan an jî hewldanek nekirine.”
Sofî got; “Qûralên navneteweyî yên ji bo dîlan çi be, em ê esas bigirin” û wiha domand; “Em ê di çarçoveya hin şertan de dîlên di destê xwe de serbest berdin. Hin hewldanên hin saziyên aşitîxwaz û mafê mirovan hene. Lê bila baş were zanîn ku çareseriyeke yek alî nabe.”
Sofî der barê dîlên ku di van demên dawiyê de hatine girtin û got; “Bê guman AKP’yî ne hedefên leşkerî ne. Em wisa nêzîk nabin. Ên van demên demê dawiyê me girtine ne leşker in. Çawa ku Serokê APK’ya Pasûrê ne leşker be, Hatîp Dîcle û Selma Irmak ên ku bi dengên gelê Kurd weke parlementer hat hilbijartin jî ne leşker bûn. Her roj mirovên me yên sivîl ji aliyê dewleta Tirk ve tên girtin. Qaşo di bin navê operasyonên KCK’ê de her roj, zarok, pîrk kal, bi hezaran mirovên me girtine û berdewam dikin. Zêdetirê heşt hezar kes hatine girtin. Gelo kîjan ji vana leşker e. Ew hemû sivîl in û siyasetê dikin. Tenê çekek tenê jî di destê wan de nehatiye dîtin.
Sofî got; “Kesên hatin girtin, AKP’yî bin jî, burokratên sivîl bin jî, lê dîsa tawanbar in. Ji ber ku ketine nava karên qirêj û li dijî gel suc kirine. Mirovên bê suc digirin.”
Fermandarê HPG’ê wiha axivî; “Dê darizandina van kesane di çarçoveya daraza KCK’ê de pêk bên. Dê bi qanûnên gerdûnî, hemdem, exlaqî û civakî bêne darizandin. Bila di vê mijarê de gumana tu kesekê tune be.”
Sofî got ku rewşa 5 cerdevanên li Bedlîsê hatine girtin cûda ye û got; “Ew kesane di nava şer û peywirên leşkerî de cih girtine, û heta ger rast be, destê wan di şehadeta hevalên me de hene. Ger ev îdîa rast bin, dê ev kesane bi awayeke dijwar bêne darizandin û dê cezayê wê yekê bikişînin. Ji ber wê jî divê malbat û derdorên wan agahiyên pêwîst ji me re rabigihînin. Em hêvîdar in ku ev îdîa ne rast bin. Ger bi rastî jî xiyanet kiribin û xwîna 15 gerîlayên me yên jin bi destê wan ve hebe, qiymişê 15 canan bibin, divê bêne cezakirin.”
Sofî wiha domand; “Bila were zanîn ku dê polîtîkaya me ya dîlgirtin û girtinê bidome. Dê her kesên ku li Kurdistan ji polîtîkayên qirêj ên AKP’ê re bibin amûr, di hedefa me ya girtinê de bin. Weke min beriya niha jî got, ev yek tenê nayê wateya tenê hedefên leşkerî. Ji ber ku em rê nadin hiqûqa mêtîngeriyê li Kurdistanê bê karanîn. Dê li Kurdistanê hiqûq Kurdistana Xweser a Demokratîk bê karanîn. Kesên welatparêz û demokrat li gorî makeqanûna 12’ê Îlonê weke tawanbar tên dîtin. Lê bila baş were zanîn ku kesên hevkariyê AKP’ê dikin sucdar in.
Ger ziyanek biçûk bigihe tenduristiya van girtiyan dewleta Tirk berpirs e. Ji ber ku artêşa Tirk her roj bi armanca îmhayê operasyon li dar dixe. Ger tiştek bi serê kesên ji aliyê me ve hatine girtin were, berpirsê wê tenê dewleta Tirk e. Divê malbat û aliyên bihîstyar vê rewşê bizanin. Armanca operasoyna li Şenyaylaya Bedlîsê ne rizgarkirina Serokê AKP’ya Pasûrê ye, armanca wan ew e ku wî bikujin û malbat û raya giştî li hemberî me sor bikin”.