Nûnerên partiyên siyasî li noqteya kontrolê ya HPG’ê ne

Nûnerên partiyên siyasî li noqteya kontrolê ya HPG’ê ne

Şandeya BDP, KCD, HDK, EMEP, SDP, ODP û ji ESP’ê pêkhatîn ji bo hûrkolînan bikin çûbûn navçeya Şemzînana Colemêrgê, li gundê Baglarê rastî kontrola gêrîlayên HPG’ê hatin.



Serweriya gêrîlayên HPG’ê ya li Şemzînanê ku di keve roja 26’an, şandeyek ji nûnerên partiyên siyasî yên muxalif û organîzasyona pêkhatî ji bo hûrkolînan pêkbînin derbazî Şemzînanê bibûn.

Di nav de Hevseroka KCD'ê û Parlementerê Wanê ya Serbixwe Aysel Tûglûk, Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, li ser navê HDK'ê Parlementer Ertugrul Kurkçu û Sebahat Tuncel, parlementerên BDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu, Halîl Aksoy, Nazmî Gur, Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken, Seroka EMEP'ê ya Giştî Selma Gurkan, Hevseroka ODP'ê ya Giştî Bîlge Seçkîn Çetînkaya, Seroka ESP'ê ya Giştî Fîgen Yuksekdag, Serokê Rêxistina EMEP'ê ya Amedê Mehmet Aslanoglu hene.

Li gorî agaiyên hatine bidestxistin, heyet, li ser rêya di navbera gundê Baglar û bajaroka Rûbarokê de li rastî kontrola rê ya gerîlayan hatin.

Gerîla, di dema derbasbûna heyetê de wesayîtan rawestand û nasname kontrol kir. Li gorî nûçeya Yuksekovahaberê, gerîla ji girseya ji wesayîtan peya bûn re axivîn. Piştre jî bi Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak re acivîn. Gerîlayan piştre destûr da kuheyet derbas bibe.