Nûnerên partiyên siyasî ber bi Şemzînanê ve birê ketin

Nûnerên partiyên siyasî ber bi Şemzînanê ve birê ketin

Heyeta di nav de hevserokên BDP, KCD, nûnerên HDK'ê, ESP, EMEP û ODP heyî ji bo cihê pevçûnên li çiyayên navçeya Şemzînana Colemêrgê berdewam dike lêkolîn bikin ji Wanê ber bi Şemzînanê birê ketin.

Li çiyayên mezrayên Rûbinûs û Navrezan yên gundê Nehrî yên navçeya Şemzînana Colemêrgê destpê kir berdewam dikin. Heyeta ji nûnerên partiyên siyasî ku gelek nûnerên partiyên siyasî heyî ber bi herêma pevçûnan Şemzînan ve ket rê. Heyeta qelabalik ya di nav de Hevseroka KCD'ê û Parlementerê Wanê ya Serbixwe Aysel Tûglûk, Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, li ser navê HDK'ê Parlementer Ertugrul Kurkçu û Sebahat Tuncel, parlementerên BDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu, Halîl Aksoy, Nazmî Gur, Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken, Seroka EMEP'ê ya Giştî Selma Gurkan, Hevseroka ODP'ê ya Giştî Bîlge Seçkîn Çetînkaya, Seroka ESP'ê ya Giştî Fîgen Yuksekdag, Serokê Rêxistina EMEP'ê ya Amedê Mehmet Aslanoglu, Serokê Rêxistina ESP'ê ya Amedê Ramazan Karakaya û nûnerên HDK'ê, li ber Otela Merîç ya li Wanê kom bûn.

Heyet di demjimêrên serê sibehê de ber bi Geverê ve ket rê, dê heyet li ser Yenî Kopruya li seriya Gever û Colemêrgê bi girseyî bê pêşwazî kirin. Hate hînbûn ku heyet piştî Şaredariya Geverê ziyaret bike, ji bo li herêmên pevçûnan lekolîn bike dê ber bi gundên li herêma pevçûnan ve biçe.