Nûçegihanên şerê taybet ê artêşa Tirk aşekere bûn

Nûçegihanên şerê taybet ê artêşa Tirk aşekere bûn

Piştî ku Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bajarên Kobanê, Efrîn û Dêrka Hemko bi dest xistin, çapemeniya Tirk careke din textîka xwe ya şerê taybet anî rojevê. Çapemeniya rejîma Tirk a ku bi rojane bê deng e, di dawiyê de reaksiyonekê nîşan da. Di nûçeya bi îmzeya pirsporê vê mijarê nûçegihanê rojnameya Milliyetê Tolga Şardan de îdîa kir ku rêveberiya Esad bi rêya Servîsa Nepenî ya Sûriyeyê El Mûxaberatê çek û cebilxane ji PKK’ê re şandiye.

Çapemeniya Tirk a ku li hemberî hemû mafên rewa yên gelê Kurd di şerê psîkolojîk de tu sînor û pîvanan nas nakin, li Bakûrê Kurdistanê li hemberî hemû pêngav û kiryarên rewa yên gelê Kurd şerê taybet bi kar tînin, ji Bakûrê Kurdistanê têr nebû, îcar berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û li hemberî serhildanên Kurdan dest bi reşkirinê kir.

Ne ji mêj ve, beriya deh rojan çapemeniya Rojava ragihandibû ku Tirkiye bi hevkariya Qetar û S. Erebîstanê, bi rêya MÎT’ê çekan li ser sînorên Tirkiyeyê re ji hêzên çekdar ên muxalîfên Sûriyeyê re dişînin. Lê çapemeniya Tirk ev yek jî ji nedîtî ve hat û êrîşê Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir.

NÛÇEGIHANÊN ŞERÊ TAYBET

Jixwe rojnameya Milliyet û nûçegihanên wê di şerê taybet ê prîkolojîk de “pispor in”. Di nûçeya bi îmzeya Tolga Şardan hat weşandin de hat îdîakirin ku Fermandariya Cendirmayan a Tirk di rapora ji Midûriyeta Giştî ya Emniyetê re şand de, hatiye gotin ku rêveberiya Esad bi rêya Servîsa Nepenî ya Sûriyeyê El Mûxaberatê çek û cebilxane ji PKK’ê re şandiye.

Nûçegihanên li ser maseyan ên şerê taybet, her tim bi raporên ji wan re tên şandin û wana dikin nûçe belav dikin. Lê çapemeniya Tirk serhildana gelê Rojavayê Kurdistanê ya di nava sê rojan de rêveberiyên gelek cihan bi dest xistin, ji nedîtî ve tên.

Hema bêje çapemeniya Kurdan her saet, nûçeyên der barê serhildana Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê de belav dike, lê heta niha çapemeniya Tirk weke her carê hewl dide ku serhildana rewa ya gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê reş bike.

ÇAPEMENIYAT TIRK LI BENDAR FERMANÊN REJÎMA ERDOGAN BÛN

Çapemeniya Tirk ev 30 sal in, li hemberî tevgera azadiya Kurdan bi pênûsên xwe şereke taybet ê psîkolojîk dimeşîne. Her wiha, her tim hewl didin ku kiryar û komkujiyên dewleta Tirk fihêl bikin, vê carê jî şerê xwe yê psîkolojîk dibin derveyê sînor.

Ger sibê, çapemeniya şerê taybet û qeleşorên wê yên “pispor” bêjin PKK’ê li Efrînê, Kobanî, Dêrik û Qamişloyê, esrar û bi milyonan pereyê xwe di nava axê de veşartin, dive mirov şaş nemîne!

Heta duh, ji ber ku Kurdan alek li ser sînor danîn, çapemeniya Tirk qiyamet rakir, lê Kurdan di 19’ê tîrmehê de rêveberiya Kobanê xistin destê xwe û piştî wê Efrîn û Dêrka Hemko, lê çapemeniya Tirk bê deng ma. Ev yek jî êdî nîşan dide ku li benda fermên rejîma Erdogan bûn.

ÇAPEMENIYA ROJAVA KURDAN NABÎNE

Niha çapemeniya Tirk bi temamî di bin fermana hikûmeta AKP’ê ye û rola herî qirêj a di dezenfromsyona bûyerên li Sûriyeyê diqewimin a ji aliyê welatên Rojavayî ve tê birêvebirin de girtiye ser xwe. Her çendî ji bûyerên li herêmê re dibêjin “Bihara Ereban”, lê li Sûriyeyê hêvî hemû di destê Kurdan e û ji bo pêkhatina vê Biharê, hêviya herî mezin Kurd in. Her çendî ev yek baş tê zanîn jî, lê heta niha jî Kurd neketine rojeva çapemeniya welatên Rojava.

Çapemeniya Tirk û Rojava, di mijara şerên di navbera rejîma Esad a piştgirî ji Rûsya û Îranê digire û muxalîfên ku pitşgirî ji welatên Rojava, Tirkiye, Qetar û S.Erebîstanê digirin û ji hêzên paramilîter û kesên ji artêşa Sûriyeyê veqetiyane, de diqewimin de, rola şerekî prîkolokojîk wergirtiye, û Kurdan ji nedîtî vet ê. Lê li hemberî vê yekê gelê Kurd bi awayeke xurt têkoşîna xwe didomîne û ji bo cihê xwe yê rast di Rojhilata Navîn de bigire, bi biryar e.