Nûçegihanê RojNews li Dihokê hate qetilkirin
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a RojNews a ku li Başûrê Kurdistanê weşan dike, Vedat Huseyîn Alî hate qetilkirin. Huseyîn Alî vê sibehê hatibû revandin.
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a RojNews a ku li Başûrê Kurdistanê weşan dike, Vedat Huseyîn Alî hate qetilkirin. Huseyîn Alî vê sibehê hatibû revandin.
Li Dihokê nûçegihanê RojNews Vedat Huseyîn Elî ji aliyê hinek kesên nenas ve tê revandin û piştî çend saetan cenazeyê wî li ser rêya sereke ya di navbera Dihok û qezaya Sêmêlê de hate dîtin.
Li gorî nûçeya RojNews; cenazeyê Huseyîn Alî yê ku vê sibehê hatî revandin, di saet 12:30’ê danê nîvroyê li ser rêya Sêmalka hate dîtin.
Hat diyarkirin ku Vedat Huseyîn Alî nû di Roj Newsê de dest bi xebatê kiribû.
ROJNEWS: NÛÇEGIHANÊ ME JI ALIYÊ PDK’Ê VE HATIBÛ GEFKIRIN
Têkildarî mijarê RojNews daxuyaniyek da û diyar kir ku li ser bedena nûçegihanê wan şopa êşkeceyê heye, wisan xuya dike ku ne bi gule yan jî tiştek din, bi şêkenceyê û bi awayekî hovane hatiye qetilkirin.
RojNews destnîşan kir ku Vedat Hisên Elî bi caran ji aliyê hêzên sîxûrî ya ‘Parastin’ a PDK’ê ve hatibû girtin û jê hatibû xwestin ku ‘sîxûrtiyê’ bike. Lê belê Huseyîn Alî ev daxwazên sîxûriya Parastinê ya PDK’ê yên bi vî awayî qebûl nekiribû. Ji ber vê sedemê gelek caran rastî gefan hatibû.
RojNews, da zanîn ku bûyer bi destê PDK’ê pêk hatiye û divê demildest ev bûyer bê ronîkirin.