Nûçegîhanê DÎHA’yê Daştan hat girtin

Nûçegihanê DÎHA'yê yê Dîlokê Nazim Daştan ku şevê din hat binçavkirin hat girtin.

Nûçegihanê DÎHA'yê yê Dîlokê Nazim Daştan ku şevê din hat binçavkirin hat girtin.

Nûçegihanê ajansa DÎHA’yê yê Dîlokê Nazim Daştan şevê din dema diçû mal li taxa Binevlerê ji aliyê polîsan ve hat rawestandin û nasnameya wî hat kontrolkirin. Polîsan piştî kontrola nasnameyê bi hinceta bi riya malpera civakî ya Facebookê "propaganda rêxistinê kiriye" Daştan binçavkirin û birin Midiruyeta Polîsan a Dîlokê. Polîsan pişti lêpirsînê Daştan sewqî dozgeriyê kir. Dozgeriyê jî piştî îfadeya Daştan girt ew sewqî dadgehê kirin. Heyeta Dadgehê Sulh Ceza ya Dîlokê jî bi îdîaya bi riya Facebookê "propaganda rêxistinê kiriye" kiriye Daştan girt û şandin Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê.