Nûçegihana DÎHA'yê Îrlan li Cizîrê hat binçavkirin
Nûçegihana DÎHA'yê Bêrîtan Îrlan a malbatên birîndaran ên çûn taxên Cûdî û Nûrê yên Cizîrê dişopand, hat binçavkirin.
Nûçegihana DÎHA'yê Bêrîtan Îrlan a malbatên birîndaran ên çûn taxên Cûdî û Nûrê yên Cizîrê dişopand, hat binçavkirin.
Ji bo hînbûna aqûbeta birîndarên li jêrzemîna avahiya 3. a li Cizîrê, malbat danê sibehê li ber Şaredariya Cizîrê li hev civiya.
Koma ber bi taxê ve bi rê ket. Nûçegihana DÎHA'yê Bêrîtan Îrlan a malbat dişopand, ji aliyê polîsên tevgera taybet ên Tirk ve hat binçavkirin. Îrlan bi hinceta 'qedexeya derketina derve binpê kiriye' hat binçavkirin û niha li Qereqola Ş. Mûrat Akançayê tê ragirtin.
Li aliyê din, koma ji malbatan a rastî astengiyan hat, hewl dide xwe bigihîne taxê.