Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ji aliyê koma ji Mannheîmê ve tê meşandin

Çalakiya nobeda azadiyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) destpê kir, bênavber dewam dike.

Çalakiya nobeda azadiyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) destpê kir, bênavber dewam dike. Çalakiya ku di hefteya 174. de ye, ji aliyê koma ji 4 kesan a ji bajarê Elmanya Mannheîmê ve tê meşandin.

Çalakiya nobedê ya di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpê kir, îro ket roja 1212'an. Kurdistaniyên bi navê Mehmet Seven, Mûstafa Yildiz, Hêvîdar Demîrel û Ronahî Aslan ên ji bajarê Elmanya Mannheîmê hatin, roja Yekşemê çalakî dewr girtin.

Li qada nobedê ya li pêşberî avahiya KE ya li Strasboûrgê, rojane bi dehan kesan re diyalog tê kirin û li ser hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê agahî tên dayîn. Endamên koma çalakger ji bo balê bikişînin ser girîngiya azadiya Ocalan û girtiyên siyasî û der barê komkujî û qirkirinên li Kurdistanê agahiyan bidin, belavokan belav dikin.

'NOBEDA JI OCALAN RE AZADÎ, WEZÎFEYA HER KURDÎ YE'

Li ser navê koma ji Mannheîmê Mehmet Seven daxuyaniyek da û destnîşan kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Seven got, "Nobeda ji Ocalan re azadî, girîng e ji aliyê her mirovekî Kurd weke wezîfeyeke pîroz bê qebûlkirin. Ji ber vê eykê divê Kurd hemû xwedî li vê çalakiyê derkevin."

PÊWÎSTE BI BAWERIYA 'BI DENGEKÎ RE DÎKTATOREK DIKARE BÊ HILWEŞANDIN' EM BIÇIN SER SINDOQAN

Mehmet Seven hilbijartinên 1'ê Mijdarê jî nirxand û got, "Her kesê ku di dilê xwe de hesreta azadiya Rêbertî heye, pêwîste bi bawerî û hişmendiya 'bi dengekî re dîktatorek dikare were hilweşandin' biçe ser sindoqan û bixebite. Em bawerin ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de wê bersiva herî baş a li hemberî dîktatorê evîndarê qersê û komkujiyan, li ser sindoqan bê dayîn."

Çalakiya Nobeda Azadiyê, ku çalakiya herî demdirêj û bênavber a Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn e, beriya niha ji aliyê nûnerên gelek saziyan, hunermend, rojnamevan û biyaniyên dostên Kurdan ve hat meşandin. Ji bo bala raya giştî ya Ewropayê biçe ser pirsgirêka Kurd û azadiya Ocalan, di çarçoveya vê çalakiyê de heta niha bi sed hezaran belavok hatin belavkirin.

...