Gelê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku li ser sînorê Bakûr û Rojavayê Kurdistanê ye, ji bo biryara Xweseriya Kurdên Suriyeyê silav bikin pîrozbahî li dar xistin.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi sedan kesên li Parka Musa Anter civiyan ji bo biryara xweseriya Kurdên Suriyeyê silav bikin pîrozbahî li dar xistin. Hunermendên ji Rojavayê Kurdistanê hatine Koma Zana û Hêvî, endamên rêxistina BDP'a Nisêbînê, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, endamên meclîsa şaredariyê û xebatên şaredariyê, nûnerên MEYA-DER, KURDÎ-DER û Egîtîm Senê jî di nav de gelek kes tev lî pîrozbahiyê bûn. Di şahiya ku dirûşmeya "Em Xweseriya we silav dikin" hatin berzkirin de li ber stranên kurdî govend hatin gerandin, fîşekên hewayî hatin teqandin.
'JI BER TÊKOŞÎNÊ EM WAN SILAV DIKIN'
Rêvebirê BDP'a Nisêbînê A. Rahman Bayhan diyar kir ku Kurdên li Suriyeyê bi salan e ji bo nasnameya xwe têdikoşin û got; "Ji ber vê têkoşînê em wan silav dikin. Em tu caran li gel yên xwînê dirijîne nerawestiyan, em tu caran li dijî gel û koman nesekinîn. Lê em dibêjin ku ji bo ev gelê ku bi sedsalan e ji bo azadiya xwe têdikoşe bila welatiyên din jî biçûk neyên xistin."
Piştî axaftinan bi sedan ji parka Musa Anter heta kolana Şîrînê meşiyan. Di beşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Ocalan", "Bê Serok jiyan nabe", "Silav silav ji Îmraliyê re bi hezaran silav" hatin berzkirin û fîşeyên hewayî hatin teqandin.