Xwendekarê Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Firatê Abdulkerim Avras rastî koma nijadperestan hat. Avras ku di êrîşê de serê wî şikest û bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.
Komek nijadperest ku hêjmara wan bi qasî 15-20 kesan bû li Zanîngeha Firatê êrîşî xwendekarê pola 1'emîn yê Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Firatê Abdulkerim Avras kirin. Arvas, di êrîşa koma nijadperestan de serê wî şikest û bi giranî birîndar bû. Arvasê birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Hate zanîn ku, 20 kêl avêtin birîna serê Arvas. Gelek xwendekar li ber nexweşxaenyê kom bûn.