Heyeta ji KCD, wekîlên HDP'ê, KJA, DÎSK û gelek rêxistinên din ên sivîl pêk tê ji bo cenazeyê 13 şervanên YPG, YPJ û HPG'ê yên li Deriyê Sînor ê Xebûrê tên sekinandin agahiyan bigirin derbasî Başûrê Kurdistanê bûn.
Bi biryara Desteya Wezîran û fermana Wezîrê Karên Hundir cenazeyên 13 şervanên HPG û YPG/YPJ'ê li Deriyê Sînor ê Xebûrê tên astengkirin û 6 rojin malbat li bajarokma Tilqebînê ji bo cenazeyan werbigirin disekinin. Heyeta ji KCD, wekîlên HDP'ê, KJA, DÎSK û Baroya Şirnexê pêk tên ji bo piştgiriyê bidin malbatan û hewil bidin cenazeyan werbigirin li Deriyê Sînor ê Xebûrê daxuyanî dan çapemeniyê.
'GELO CENAZE ASTENGKIRIN DI KIJAN WECÎBEYA ÎSLAMÊ DE HEYE?'
Li ser navê heyetê Hevseroka KCD'ê Selma Irmak axivî û diyar kir ku cenaze ji egoya xwe re kirin qurban û dîl tên girtin û wiha got: "Ev dîlgirtin li hemberî hemû mirovahiyê ye. Îro Serokomar Erdogan dibêje, 'Nuqteya me ya herî hasas Îslam e.' Erê em jî misliman in. Em jî ji vî olê ne. Lê em dixwazin bipirsîn. Weke mislimanek di vecîbeyên Îslamê de kesê jiyana xwe ji dest da di demek herî kin de bê definkirin heye. Cenaze bi zanebû û bê wijdanî sekinandin di kîjan vecîbeya Îslamê de heye?"
Irmak anî ziman ku cenaze li ser hiqûqa dijminahiyê tên sekinandin û wiha axivî: "Di dijminahiyên herî dijwar de jî guherîna cenazeyan heye. Guherîna miriyan rêgeza şer û exlaqê şer de heye. Niha exlaq û rêgez tên binpêkirin."
Irmak bertek nîşanî biryara lijneya wezîran da û wiha pê de çû: "Madeyekî makezagonê yê wisa tuneye. Zagonekî wisa tineye. Cenaze di nava welat û derveyî welat nedin malbatan tiştekî wisa tineye. Ev biryarekî siyasî ye."
Piştî daxuyaniyê heyet ji bo agahiyan bigire derbasî Başûrê Kurdistanê bû.