Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Komek ji ciwanan li deriyê Sêmalka li benda derbasbûna Rojava ye

Komek ji ciwanên ku ji bo seferberiya giştî berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê li Deriyê Sêmalka hatin astengkirin.

Komeke ji ciwanên ji Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ji bo beşdarî seferberiya giştî ya li Rojavayê Kurdistanê bibe berê xwe dan herêmê.

Ciwan li ber Deriyê Sînor ê Sêmalka yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatin astengkirin. Ciwan li benda derbasbûna Rojava ne.

Ciwan ji hersê beşên Kurdistanê dixwazin li dijî êrişên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava tevlî berxwedanê bibin.