Nexweşên li Hezexê bi mirinê re rû bi rû ne

Li Hezexê 2 kesên nexweşiya dil û tansiyonê bi wan re heye û ev 4 roj in li benda ambûlansê ne, bi mirinê re rû bi rû ne.

Li navçeya Şirnex Hezexê, operasyonên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina gelê Kurd, di roja 7. de dewam dike.

Li taxa Atakentê, ku bend û xendek lê nîne, nexweşê tansiyona bilind Haşim Okûş û nexweşê dil M. Sadik Bozderî ev 4 roj in li benda ambûlansê ne. Hat ragihandin, rewşa her du nexweşan roj bi roj nebaş dibe.

Tevî ku malbatan gelek caran li 112 Serîvsa Lezgîn geriya jî bi hinceta "ewlekariyê" ambûlans ji wan re nayê şandin.