Nerazîbûnên gelê Wanê berdewam dikin

Nerazîbûnên gelê Wanê berdewam dikin

Nerazîbûnên gelê Wanê yên li hemberî binçavkirina tevî Şaredarê Wanê Bekir Kaya û Seroka BDP’ya Wanê Mîhrîban Şah, 13 şaredar û rêveberên Wan û navçeyên wê berdewam dikin.

Doh li Wanê di encama operasyona li hemberî şaredar û rêvebirên BDP'ê de Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Hevseroka BDP'a Wanê Mîhrîban Şah, Serokê BDP'a Wanê yê berê û Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cuneyt Caniş, Serokê BDP'a Bêgiriyê Mehmet Şîrîn Yildiz, Şaredarê Qelqeliyê Murat Durmaz, Şaredarê Elbakê Hecer Saruhan, Serokê BDP'ê Elbakê yê berê û endamê Kongreya Civaka Demokratîk Derwêş Polat, Şaredarê Elbakê yê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji kar hatibû dûrxistin Îhsan Guler, Şaredarê Artemêtanê Abdulkerîm Sayan, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, Serokê BDP'a Çaldêranê Metîn Adugît, Serokê BDP'a Erdîşê yê berê Velî Avci û Serokê BDP'a Qelqeliyê Yakup Almaç hatin binçavkirin. Karûbarên şareder û rêvebirên BDP'ê berdewam dike. Li hemberî van binçavkirinan nerazîbûnên girseyî jî her ku diçe zêde dibin.

DERABE NEHATIN VEKIRIN

Li bajêr derabeyên dikanan nehatin vekirin û jiyan rawestiyA. Nerazîbûnên gel jî her ku diçe zêde dibin. Li gelek deverên bajêr jî wesayîtên TOMA hatin bicihkirin. Avahiya şaredariyê jî ji aliyê hêzên çevîk ve hat dorpêçkirin. Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Şaredariyê jî berdewam dike. Parlementerên Wanê Aysel Tugluk, Nazmî Gur, Ozdal ûşer û Parlemetnera Îdirê Pervîn Buldan jî bi gel re tevlî çalakiya rûniştinê bûn. Di çalakiya ku mûzîka kurdî tê guhdarkirin û dirûşme tên berzkirin de tevlîbûna çalakiyê her ku diçe zêde dibe.

JI XEBATKARÊN ŞAREDARIYÊ ÇALAKÎ

Çalakiya xebatkarên şaredariyê ya destjikarberdanê jî ket roja duyem. Xebatkarên ku li xeraca şaredariyê civiyan wekî kortêj bi cilên xwe yên paqijiyê li cadeya Cumhuriyetê meşek lidar xistin. Xebatkarên ku heta ber şaredariyê meşiyan posterên Şaredarê xwe Bekîr Kaya bilind kirin pankarta li ser; "Bêy Şaredarê me Bekîr paqijî nayê kirin" û Şaredar Bekîr vîna me ye dest li vîna me nedin" nivîsandî vekirin. Di meşa ku çalakvanan tîşortên li ser wêneyê Kaya heye lixwe kirin de girseya li ber şaredariyê civiya meşvan bi dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin.

ZAROKÊN KARNE NEGIRTIN LI BER ŞAREDARIYÊ DI ÇALAKIYÊ DE BÛN

Xebatkarên Şaredariya Sixkê jî xebatên xwe dan rawestandin û çalakî lidar xistin. Wesayîtên şardariyê jî li cadeyên herî qelebalix qontax girtin û rê li trafîkê girtin. Li ser dîwarê avahiya xizmetê postera Nezahat Erguneş a li ser; "Dest li vîna min nede" nivîsandî hat daliqandin. Dîsa xwendevanên dibistanan îro neçûn dibistanan karne negirtin û ji bo Erguneşê çalakî lidar xistin. Welatiyên ku ji 5 taxên cihê li ber avahiya xizmetê civiyan li vir daxuyanî dan. Endamê meclîsa şardariyê Serkan Artîm li ser navê girseyê daxuyanî da û got; "Şaredara me bi awayeke der hiqûqî hatiye binçavkirin. Hikûmeta AKP'ê tehemûlî xebatên me nake, lewma fermana operasyonê daye. Lê dê nekaribe meşa me asteng bike." Piştî daxuyaniyê girse ji bo tevlî çalakiya li ber şaredariyê bibe derket rê. Çalakvan li ber parka Musa Anter ji wesayîtên xwe daketin û bi dirûşmeyên "Pêkûtî nikarin me bêzar bikin" ber bi şaredariyê ve meşiyan.

Gelek kesên li ber avahiya BDP'a Çaldêranê civiyan jî ji bo binçavkirina Serokê BDP'a navçeyê Metîn Adugît şermezar bike daxuyanî çapemeniyê. Endamê BDP'ê Selamî Koç li vir daxuyanî da û diyar kir ku ew ê li hemberî pêkûtiyan li qadan bin. Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşmeyên; "Pêkûtî nikarin me bêzar bikin" dawî bi çalakiya xwe anî.

ÇALAKIYA LI VIR IM

Endamên meclîsa giştî ya bajêr ên BDP'yî tîşortên li ser wêneyê Şaredar Bekîr Kaya çap kirî lixwe kirin û çalakî lidar xistin. Di çalakiya ku li salona meclîsê pêk hat de venêrîn pêk hat û ji bo venêrînê bersiva 'ez li vir im' hat dayîn. Seroka Meclîsa Giştî yê Wanê Semîra Varli di çalakiyê de axivî û got; "Operasyon bi destê hikûmeta AKP'ê pêk hatiye. AKP tola hilbijartinên herêmî yên 2009'an digire." Varli bang li kurdên ku deng dane AKP'ê kir ku ew li gel BDP'ê cih bigirin û AKP'ê şermezar bikin.

Rêxistina Partiya Komunîst a Tirkiyeyê jî bi daxuyaniyeke nivîskî operasyona li hemberî rêvebir û şaredariyên Wanê şermezar kir.