Nelirêtî aboriya Başûrê Kurdistanê ber bi îflasê ve dibe

Başûrê Kurdistanê, ku hatineyên ji petrolê mehane bi qasî 1 mîlyar dolar e, ji ber karên ne li rê bi 15 mîlyar dolarî deyndar e.

Başûrê Kurdistanê, ku hatineyên ji petrolê mehane bi qasî 1 mîlyar dolar e, ji ber karên ne li rê bi 15 mîlyar dolarî deyndar e.

Başûrê Kurdistanê ku petrolê bi erzanî difiroşe Tirkiyeyê, ji ber polîtîkayên aboriyê yên şaş û bi derve ve girêdayî yên hikûmetê û ji ber karên ne li rê, kêm maye îflas bike. Li gorî pisporan, sedema krîzê nelirêtî ye.

Başûrê Kurdistanê, ku tevî krîzê siyasî û civakî, bi bêdaletî, nedayîna mûçeyên karmendan, boykot û nelirêtiyê her di rojevê de ye, ji aliyê aborî ve li ber têkçûnê ye.

Parlamenterê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Goran Azad û parlamenterê Partî Demokratîk Kurdistan (PDK) Fersad Sofî, li ser rewşa aboriyê ya li Başûrê Kurdistanê raporek amade kirin û pêşkêşî parlamenta Başûrê Kurdistanê kirin. Li gorî raporê, hikûmet zêdeyî 15 mîlyar dolarî deyndar e û ber bi îflasê ve diçe.

Di raporê de hat ragihandin ku ji vî deynê 15 mîlyar dolarî 2.4 mîlyar dolar mûçeyên 3 mehan ên karmendan, 3 mîlyar dolar jî deynên şîrketên petrolê ne.

Di raporê de hat gotin, ku pêwîstiya bi benzînê roj bi roj zêde bûye û ji bo elektrîkê jî salane 3 mîlyar 400 mîlyon dolar tê xerckirin. Her du parlamenteran weke çavkaniyên hatineyên hikûmetê jî petrol, gumruk, elektrîk, av û cezayên trafîkê nîşan dan.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Hikûmeta Başûrê Kurdistanê amadekariyan dike ku bacê ji gel werbigire û beşek ji deynan bi vî rengî bide.

PARLAMENTERÊ GORAN: SEDEMA BINGEHÎN A KRÎZÊ NELIRÊTÎ YE

Endamê Fraksiyona Goran ekonomîst Alî Hama Saleh Taha li ser mijarê ji ajansa me re axivî û anî ziman ku krîza şîrketan bandorê li zêdebûna deynan dike, lê belê sedema bingehîn nelirêtiya di hatineyên petrolê de ye.

Hama Saleh di dewama axaftina xwe de got, "Ev du sal in nayê zanîn ku budçeya Başûrê Kurdistanê çiqas e. Sedema bingehîn a vê krîzê, nelirêtiya di hatineyên petrola herêmê de tê kirin e. Nayê zanîn ku hatineyê petrolê bi zelalî çiqas e û li ku tê xerckirin. Xaleke din a krîzê kûr dike, qutkirina budçeya herêmê ji aliyê Bexdayê ve. Şerê li dijî DAIŞ'ê û hatina penaberan jî li vê yekê zêde bû û bi vî rengî krîz kûr bû, deyn zêde bû."

ÇARESERIYEK HIKÛMETÊ NÎNE

Alî Hama Salih Taha da xuyakirin ku hatineya salane ya herêma Başûrê Kurdistanê ji petrolê 1 mîlyar dolar e, lê belê agahiyeke zelal nîne ku ev hatine bi çi rengî tê bikaranîn û li ku tê xerckirin. Parlamenter û ekonomîst Alî Hama Salih, der barê rêbaza bi wergirtina bacê re dayîna deynan de got, "Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji bo çareseriyê, ti projeyeke xwe nîne."

...