Nêçîrvan Barzanî: Celal Talebanî îstîfa dike!

Nêçîrvan Barzanî: Celal Talebanî îstîfa dike!

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ji ber pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de dê Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî îstîfa bike û dest ji serokkomartiyê bikişîne. Nêçîrvan Barzanî vê yekê weke kartekê li hemberî zextên Iraqê nirxand.

Krîza siyasî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Navendî ya Iraeqê ya ku Nûrî El Malikî serkêşiya wê dike her ku diçe kûrtir dibe.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji rojnameya Hawlatî ya li Başûrê Kurdistanê weşanê dike re axivî û diyar kir ku dê Talabanî dest ji postê serokkomartiyê bikişîne.

Nêçîrvan Barzanî got; “Celal Talabanî îstifaya xwe amade kiriye, teslîmî Serokê Herêma Kurdistanê kiriye û ji bo li her cihekî ku pêwîst bû, wekî karta zextê bi kar bîne.”

Nêçîrvan Barzanî sedema vê helwesta Talabanî jî bi nîşandana helwesta xwe û partiya xwe YNK’ê ya ji bo yekdengiya kurdan a li hemberî pirsgirêkên Hewlêr li gel Bexdayê ve girêda.

Nêçîrvan Barzanî li ser îdiayên tên gotin, PDK û YNK li beramberî pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê ne yek deng in, got: “Em giringiyê nadin çend gotinan, ya ligel me giring Talabanî bi hemû karîna xwe piştgiriya dîtinên Herêma Kurdistanê yên li beramberî Bexdayê dike.”