Kuştinên bê daraz ên ji aliyê rejîmên Îran û dewleta Tirk ve li ser sînorên Rojhilat-Bakûr-Başûrê Kurdistanê bênavber berdewam dike. Tenê di 14 mehên dawiyê de, ji bilî 34 kesên di Komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dane, herî kêm 182 kes li ser sînoran ji aliyê leşkerên Îran û Tirk ve hatin kuştin an jî birîndarkirin.
Kurdên ku welatê wan bi darê zorê hatiye parçekirin, têlên sînor di nava gundên wan re hatine kişandin, her tim di bin hedefa êrîşên rejîmên Îran û Tirk. Ji ber polîtîkayên “taybet” ên li hemberî Kurdan û bi taybet jî bi hinceta “ewlehiyê” hema bêje her hefte agahiyên mirinan ji van sînoran tên. Mînaka wê ya tu carî ji bîra me nake, Roboskî ye. Kurdên li ser sînoran ji ber pirsgirêkên aborî û bêkariyê, neçar dimînin bazirganiya li ser sînoran bikin, lê di her carekê de dibin hedefa êrîşan.
TEVÎ ROBOSKÎ 216 KUŞTÎ Û BIRÎNDAR
Li gorî îstatîstîka ji aliyê malpera Kurdpayê ve hatiye aşkerekirin, ji bihara 2011 heta niha herî kêm 182 Kurdên bi hinceta “qaçaxçîtiyê” kirine hatine kuştin an jî birîndarkirin. Herî kêm 100 kes hatine kuştin. Hêjayê gotinê ye ku 19 jê zarok 34 kesên di 28’ê berfanbara 2011 de li gundê Roboskî ya navçeya Qilaban Şirnexê de hatin kuştin, ne di nava vê hejmarê de ye. Tevî Roboskî, di 14 mehên dawiyê de herî kêm 216 kes ji aliyê rejîmên Îran û Tirk ve hatine kuştin. Hinek ji wan jî ji ber sermaya dijwar a zivistnê jiyana xwe ji dest dan.
NAYÊN HIŞYARKIRIN
Piraniya van kesan ji aliyê artêşa rejîma Îranê ve hatine kuştin. Hinek ji wan jî pê li mayînên ji aliyê rejîma Îran, dewleta Tirk û rejîma Baasî ya Iraqê ve li ser sînoran danîne kirine û jiyana xwe ji dest dane. Lê piraniya wan di encama kemînên ji aliyê rejîma Îranê ve hatine danîn hatine kuştin. Hêjayê gotinê ye ku bê ku werin hişyarkirin, leşker gulle li wan dibarînin û dikujin.
BI SEDAN KES SEQET MANE
Her wiha, li deverên li ser sînoran, li Bakûr, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi sedan kesên di van êrîşan de birîndar bûne û seqet mane hene. Jixwe bi sedan kesên li ser van sînoran pê li mayînên antî-personel ên ku ji aliyê gelek peymanên navneteweyî ve hatine qedexekirin, kirine, dest, çav an jî lingên xwe wenda kirine.
Herî dawî, di 17’ê hezîranê de kesê binavê Erselen Muhemedî yê ji bajarê Bokana Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta li nêzî bajarê Rebetê li rastî êrîşa leşkerên rejîma Îranê hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî çavkaniyên herêmî, di 13’ê hezîranê de jî, kesê bi navê Ebas Reşîdî yê ji gundê Serdaw ê bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê li nêzî sînorê Herêma Kurdistanê ji alyê leşkerên rejîma Îranê ve bi giranî hat birîndarkirin.
Leşkerên Tirk di 7’ê hezîranê de gulle li koma ku dixwest ji Herêma Kurdistanê derbasî gundê Nîrdoşê yê Şemizînan bibin reşandin. Di êrîşê de Feredîn Îsamedarî yê ji Rojhilatê Kurdistanê birîndar bû. Piştre rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Wanê. Hat zanîn ku Îsamedarî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Malbatê cenazeyê ji malbatê girtin û xwetin bibin Rojhilatê Kurdistanê, leşkerên Îranê dest danîn ser cenaze û nehiştin bibin.
JI DESTPÊKA 2012 VE HERÎ KÊM 17 KES
Li gorî tomarên ANF’ê, ji serê sala 2012 ve herî kêm 17 kes ji aliyê rejîma Îranê ve li ser sînorên Bakûr-Rojhilat, Başûr-Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin.
DI SALA 2011 DE HERÎ KÊM 114 KES HATIN KUŞTIN
Li aliyê din hate ragihandin ku di 9 mehên dawiyê yên sala 2011 de zêdetirê 80 kes li ser sînoran ji aliyê leşkerên Îran û Tirk ve hatin kuştin, her wiha 60 kes jî hatine birîndarkirin. Leşkerên Îranê di nava 3 mehên dawî yên sala 2011 de 28 kesên sivîl li ser sînoran kuştine. 34 kesên ku di 28’ê berfanbarê de li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana a Şirnexê ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kuştin, ne di nava vana de ne. Tevî 34 kesên li Roboskiyê ev hêjmar dike 114.
DI SALA 2010 DE HERÎ KÊM 68 KUŞTINÊN BÊ DARAZ
Li gorî qeyîdên ANF’ê di sala 2010 de herî kêm 68 kes li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê hatin kuştin, bi dehan kes hatin birîndarkirin û bi sedan dewar û ajal telef bûn. Tê payîn ku ev jimar pir zêdetir be. Herwiha ji sersala 2011 û vir ve herî kêm 14 kes li ser sînor ji aliyê leşkerên Îranê ve hatine kuştin. Herwiha di sala 2009 de jî herî kêm 90 kes li ser sînor hatin qetilkirin.