Navên 3 kesên polîsan li Agirî înfaz kirin diyar bûn
Hat diyarkirin navê her sê kesên li Agirî tîmên taybet di serdegirtina malê de înfaz kirine Sezaî Yaşar birayê wî Ahmet Yaşar û Mîrzettîn Gorturk in.

Li Agiriyê tîmên taybet bi ser malekê de girtin û welatiyên bi navê Sezaî Yaşar, Ahmet Yaşar û Mîrzettîn Gorturk înfaz kirin.
Li Taxa Sitkiye ya Agiriyê bi sedan tîmên taybet û polîsên sivîl bi ser malekî du qet de girtin. Polîsan ketin û derketina tax girtin û mal gulebaran kirin. Di encama êrîşê de polîsan Sezaî Yaşar (26) birayê wî Ahmet Yaşar û Mîrzettîn Gorturk înfaz kirin. Hê cenaze li mala lê hatin înfazkirin tên girtin û bi sedan welatiyên agahî girtin li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê kom dibin. Di navbera polîs û welatiyan de dem dem rageşî derdikeve.