Navê zarokê li Sûrê ji aliyê polîsan ve hat qetikirin, Çekvar Çûbûk e
Nasnameya zarokê li Sûrê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, diyar bû. Hat ragihandin ku navê wî Çekvar Çûbûk ê 16 salî ye û ji aliyê malbatê ve hatiye teşhîskirin.
Nasnameya zarokê li Sûrê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, diyar bû. Hat ragihandin ku navê wî Çekvar Çûbûk ê 16 salî ye û ji aliyê malbatê ve hatiye teşhîskirin.
Li navçeya Amed Sûrê, nasnameya zarokê ku duh danê sibehê piştî qedexeya derketina derve ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin û weke 'terorîst' di çapemeniya Tirk de hat weşandin, tespît bû.
Cenazeyê ku rakirin Nexweşxaneya Morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl, aşkera bû ku Çekvar Çûbûk ê 16 salî ye.
Cenazeyê Çûbûk li morgê ji aiyê malbatê ve hat teşhîskirin. Malbata ku cenazeyê kurê xwe teşhîs kir, li ber deriyê morgê li benda cenazeyê kurê xwe ye. Eger otopsî bi dawî bibe wê cenaze îro li Goristana Yenîkoyê bê veşartin.