Navê mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan
Navê 8 kesên di komkujiya balafirên dewleta Tirk de li gundê Zergelê yê Qendîlê jiyana xwe ji dest dan, aşkera bû. Ji ber birîna giran a 15 kesan, fikar hene ku hejmara miriyan zêde bibe.
Navê 8 kesên di komkujiya balafirên dewleta Tirk de li gundê Zergelê yê Qendîlê jiyana xwe ji dest dan, aşkera bû. Ji ber birîna giran a 15 kesan, fikar hene ku hejmara miriyan zêde bibe.
Dewleta Tirk, ji saet 04:00 ê vê sibehê û pê ve bi balafirên şer bombe li herêma Qendîlê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. Ji ber van êrîşên hewayî li gundê Zergelê komkujî rû da.
Li gorî agahiyên nûçegihanê RojNewsê yê li herêmê ragihand, herî kêm 8 roket li gund ketine û gelek xanî hilweşiyane.
Li gorî agahiyên destpêkê, di êrîşê de 8 gundiyan jiyana xwe ji dest dan, gelek sivîl birîndar bûn û sivîl rakirin nexweşxaneyan. Hat ragihandin ku birîna 15 kesan gelekî giran e.
Tevgera balafirên şer a li herêmê hînê jî dewam dike.
Navê sivîlên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, wiha ye: Nedîm, Pîro, Necîp, Salih, Karox, Hemîne, Eyşê û Abdulkadîr.