Navê nûçegihanên rojnameya Ozgur Gundemê yê ku beriya salan li Amedê hatibû kuştin, li kolana lê hatibû kuştin hate kirin.
Li Kolana Palû ya navçeya Sûra Amedê di 8’ê hezîrana 1992’ê de nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr hatibû qetilkirin û navê wî li wê kolanê hate kirin.
Biryar bi hevdengiya endamên Meclîsa Şaredariya Sûrê yên BDP û AKP’yî hat qebûlkirin û dê sibê êvarê bi merasimeke fermî navê Kolana Palû bibe Kolsana Hafiz Akdemîr
.