Navê festîvala Rewşenbîriyê ya Gelawêj bû 'Festîvala Selahattîn Demîrtaş'
Festîvala Rewşenbîriyê ya Gelawêj a li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê tê lidarxistin, ku îsal cara 20. pêk tê. Navê festîvala Îsal bû 'Festîvala Selahattîn Demîrtaş'.
Festîvala Rewşenbîriyê ya Gelawêj a li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê tê lidarxistin, ku îsal cara 20. pêk tê. Navê festîvala Îsal bû 'Festîvala Selahattîn Demîrtaş'.
Festîvalê îro danê sibehê dest pê kir. Li ser navê Rêveberiya Festîvalê Berpirsyarê Giştî yê Polîtburo ya YNK'ê Mela Bextiyar axivî.
Bextiyar got, "Mixabin hevalên me Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hevalên din ji ber siyaseta dijminane ya dewleta Tirk niha nekarin li vir amade bin. Mixabin ew di zîndanên Tirkiyê dene."
Mele Bextiyar wiha dewam kir; "Ez wek rêveberê festîvala Gelawêj bi navê we hemûyan navê festîvalê dikin festîvala Selahattîn Demîrtaş û silavên xwe ji bo wî dişînim."
Mele Bextiyar got, "Nizanim, bawerim dijmin qet dîroka me nexwendiye. Weke helbestvan dibêjin em qet nakevin."
Mele Bextiyar di beşek din ya peyama xwe de ragihand ku ew piştgiriya xwe ji bo çalakiyên mamostayan radigihînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir; "Ez piştgiriya mamostayan dikim, destxweşiya wan dikim ji ber ku daxwaziyên xwe bi rêya xebatên sivîl xwestin."