Navê 29 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan zelal bû

Otopsiya li cenazeyên mirovên li komkujiya li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan li Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê qediya. Ji bo cenazeyan wê îro merasîma oxirkirinê bê lidarxistin.

Otopsiya li cenazeyên mirovên li komkujiya li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan li Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê qediya. Ji bo cenazeyan wê îro merasîma oxirkirinê bê lidarxistin.

Li gorî agahiyên piştî otopsiyê hatin wergirtin, nasnameya 29 welatiyên di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera bû. Nasnameyên aşkera bûne bi vî rengî ne:

"Koray Çapoglû, Cebraîl Gunebakan, Hatîe Ezgî Sadet, Ûgûr Ozkan, Nartan Kiliç, Veysel Ozdemîr, Nazgul Boyraz, Kasim Deprem, Alper Sapan, Cemîl Yildiz, Okan Pîrînç, Ferdane Kiliç, Yûnûs Emre Şen, Çagdaş Aydin, Alî Can Vûral, Osman Çîçek, Mucahît Erol, Medalî Barûtçû, Aydan Ezgî Salci, Nazli Akyurek, Serhat Devrîm, Ece Dînç, Emrûllah Akhamûr, Mûrat Yûrtgul, Erdal Bozkûrt, Îsmet Şeker, Suleyman Aksû, Buşra Mete, Mehmet Alî Varol û Dîlek Bozkurt û du jinên hînê nasnameya wan nehatiye tespîtkirin.

Birîndarên ku rewşa hin ji wan giran e li Pirsûs, Riha, Amed û nexweşxaneyên li derdorê tên tedawîkirin.

Cenaze wê îro radestî malbatan bên kirin. Li ber Saziya Tipa Edlî ya li Dîlokê saet di 10:00 de wê merasîmek bê lidarxistin û piştre cenaze ji bo rêwîtiya bawerî ber bi warên wan ve bên şandin.