Nasnameyên şervanên YPG’ê yên Tişrînê hatin eşkerekirin

Nasnameyên 3 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk yên YPG’yî ku di berxwedaniya Bendava Tişrînê de jiyana xwe ji dest dane, hatin eşkerekirin.

Bi dirûşmeya “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di pêşengtiya şehîdên qehreman destaneyên dîrokî dinîvîse” YPG’ê daxuyaniyek da û nasnameya 3 şervanan eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Her çiqas hêzên tarî dagirkirina welatan bikin hedef jî, dema ku gelên vî welatî bi vîna xwe tevbigere û bi axa xwe giredayî be, wê ti kes nikare dagir û tune bike.

Berxwedana ku li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin, yek ji berxwedanên herî dîrokî ya mirovahiyê ye. Bi ked û xwêdana gelê welatparêz û perwer û hêzên me yên YPG û YPJ tevahî êrîşên komên tarî têk diçin. Hemû dijberên welatê me ji axa ku ji bilî xwişktî û biratiya gelan û demokrasiyê çi tov tê de şîn nabê diqewitinîn.

Îro 3 rêhevalên me yên cihê xwe di nav refên QSD’ê de digirtin tevlî nava refên pekrewanan bûn...

Em wek Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina jin dibêjin ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî şopdarê rêya şehîdan bin û sersaxiyê ji tevahî malbatên şehîdan re dixwazin.”

Nasnameyên şervan wiha ne:


Nasnav: Dilgeş Kobanê

Nav û Paşnav: Fadil Ehmed

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Ehmed

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê – Gundê Bilîk

Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrîn/18’ê Sibata 2016’an


Nasnav: Ruken Helîn

Nav û Paşnav: Dîlan Çoban

Navê Dayikê: Ayşe

Navê Bav: Emîn

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrîn/17’ê Sibata 2016’an


Nasnav: Hogir Bager Botan

Nav û Paşnav: Ramazan Mukçî

Navê Dayikê: Lalîha

Navê Bav: Husnu

Cihê Jidayikbûnê: Amed – Navçeya Farqînê

Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrîn/18’ê Sibata 2016’an.