Nasnameyên 5 şervanên YPG'ê hatin eşkerekirin

Nasnameyên 5 şervanên YPG'ê yên di şerê ji ber êrîşên çeteyan ên li hemberî taxa Eşrefiyê ya Helebê de jiyana xwe ji dest dan, hatin eşkerekirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, nasnameyên 5 şervanên xwe yên di şerê ji ber êrîşên çeteyên El Nûsra û Ehrar el Şam ên li hemberî taxa Eşrefiyê ya Helebê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

YPG'ê diyar kir, çeteyan xwestin çeperên YPG'ê yên li taxa Eşrefiyê kontrol bikin, lê bi berxwedana biryardar a şervanên wan re çete negihaştina armanca xwe.

YPG'ê soza dilsoziya bi xeta têkoşîn û bîranîna cangoriyan dubare kir û ji tevahiya malbatên cangoriyan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

5 ŞERVANÊN JIYANA XWE JI DEST DAN

Li gorî daxuyaniya YPG'ê nasnameyên her pênc şervanên jiyana xwe ji dest dane bi vî rengî ne:

Nasnav: Serhed
Nav paşnav: Kanî Mûhemed
Navê dayikê: Zehîde
Navê bav: Şêx Muhemed
Cihê ji dayikbûNê: Efrîn/Mehbetlî
Cih û dema şehadetê: Heleb/Eşrefiyê - 21/02/2016

Nasnav: Tolhildan Zagros
Nav paşnav: Şêx Musa Mustefe
Navê dayikê: Fayize
Navê bav: Huseyîn
Cihê ji dayikbûnê: Efrîn / Hobke
Cih û dema şehadetê: Heleb/Eşrefiyê - 20/02/2016

Nasnav: Xebat Dêrik
Nav paşnav: Menan Mustefa
Navê dayikê: Sûltan
Navê bav: Ebid
Cihê ji dayikbûnê: Efrîn / Barofo
Cih û dema şehadetê: Heleb/ Eşrefiyê - 20/02/2016

Nasnav: Mahîr
Nav paşnav: Mahîr Kenu
Navê dayikê: Iyman
Navê bav: Ebid El- Barî
Cihê ji dayikbûnê: Heleb/ Şêx Meqsud
Cih û dema şehadetê: Heleb/ Eşrefiyê - 20/02/2016

Nasnav: Cemîl
Nav paşnav: Cemîl Birîmo
Navê dayikê: Xanê
Navê bav: Bekir
Cihê ji dayikbûnê: Efrîn / Qeybar
Cih û dema şehadetê: Heleb/ Eşrefiyê - 20/02/2016