Nasnameyên 16 şervanên YPG/YPJ'ê hatin aşkerakirin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, nasnameyên 16 şervanên YPG/YPJ'ê yên di demên cuda de li Kobanê û Hesekê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, nasnameyên 16 şervanên YPG/YPJ'ê yên di demên cuda de li Kobanê û Hesekê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, nasnameyên 16 şervanên YPG/YPJ'ê yên di demên cuda de li Kobanê û Hesekê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.
Daxuyaniya navendê bi vî rengî ye:
"Bi ked, xwêdan û xwîna şervanên welatê rojê, gelê me hebûna xwe di nava baxçeyê mirovahiyê de mayînde kir. Ev têkoşîn bê rawestandin berdewam dike, ji bo ku serê gelê me tim bilind be û ala azadiyê tim di lûtkeyan de be.
Têkoşîna me çiqas pêş de diçe, dijminên gelên me jî ewqas dîn û har dibin. Ji bo binxistina yekîneyên parastina gelê me, bi her cûreyî êrîşan lidar dixin. Yek jî êrîşên herî dijwar a çeteyan, piştî serketinên mezin ku ji aliyê hêzên me ve hat bi destxistin ket dewrê. Çeteyên hov, ji başûrê Kobanê heta Hesekê, di qadeke berfireh de li hember çeperên hêzên me êrîşên gelek dijwar pêk anîn.
Çeteyan hêviya xwe bi van êrîşan ve girêda bûn. Ji bo wan ev êrîş, êrîşê biryarê bû; ka çete bikaribin li vê herême hebûna xwe berdewam bikin an ji erdê pîroz tine bibin. Ji bo vê amedekariyên dem direj kirin û bi alîkariya hêz û çekên giran van êrîşên xwe yên hefteya dawî lidar xistin.
Wekî her car, ev êrîşên çeteyan jî li dîwarê wêrekî û fedakariya şervanên me ket. Carek din çete li hember vîn, biryar û xwesteka azadiyê li bin ketin.
Li hember van êrîşan, yên ku xeta azadiya gelan parastin, yên ku ala azadiyê bilind kirin bê guman pakrevanên me ne. Îro em navê 16 pakrewanên xwe aşkera dikin. 15 hevrêyên me di berxwedana pîroz a li dijî êrîşên dijwar ên ku ji Kobanê heta Hesekê direj dibe de gihîştin şehadetê. Hevalekî me jî piştî birîndariya xwe ya demekê, tevî hemû hewildanan nehat rizgarkirin û gihîşt şahadetê.
Bi pêşengtî û fermandariya heval Akîf, Dilşêr û Berîtan re ew hevrêyên me dîrok nivîsandin. Ji bo êrîşên terorîstan negîhe armanca xwe çi ji dest wan hat kirin û bi ser ketin. Carek din hat îspat kirin heta şervanên gelê me hebin, ti hêz nikare vî erdê kevnar qirêj bike. Em di şexsê van 16 hevrêyên xwe de hemû şehîdên şoreşê carek din bi rêzdarî bi bîr tînin û em soz didin ku evîn û germahiya dilê wan, rûyê wan ê li ken, armanca wan a paqij û pîroz ji vir şûn ve wê bibe nasnameya me, bibe rêberê jiyane me."
Nasnameyên şervanan wiha ne :
Navê tevgerî : Akif Alan Kobanê
Nav û paşnav: Muhamed Bozan
Navê dayik: Cemile
Navê bav: Ahmed
Cihê ji dayikbûnê: Kobanê
Cih û dema jiyana xwe ji dest da: 5.7.2015 Başûrê Kobanê-Girê Mecbelê
Navê tevgerî: Cegerxwîn Kobanê
Nav û paşnav: Cemal Mihemed
Navê dayik: Fatmegulî
Navê bav: Mistefa
Cihê ji dayikbûnê: Kobanê
Cih û dema jiyana xwe ji dest da: 3.10.2014 Kobanê
Navê tevgerî : Stêrk Demhat
Nav û paşnav : Nûcan Damla
Navê dayik: Yıldız
Navê bav: Metîn
Cihê ji dayikbûnê: Amed-Farqîn
Cih û dema jiyana xwe ji dest da: 9.7.2015 Eyn îsa
Navê tevgerî: Firat Andok
Nav û paşnav: Ozan Yıldız
Navê dayik: Zuhriye
Navê bav: Bayram
Cihê ji dayikbûnê: Stenbol
Cih û dema jiyana xwe ji dest da: 7.7.2015 Kobanê-Gundê Siren
Navê tevgerî: Amara Egîd
Nav û paşnav: Hîlan Ustuntaş
Navê dayik: Hanife
Navê bav: Muhammed
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Cih û dema jiyana xwe ji dest da: 5.7.2015 Kobanê-Gundê Siren
Navê tevgerî: Berîtan Gap
Nav û paşnav: Emîne Dinç
Navê dayik: Sultan
Navê bav: Davut
Cihê ji dayikbûnê: Riha
Cih û dema jiyana xwe ji dest da: 3.7.2015 Silûk-Gundê Mişêrfa
Navê tevgerî: Zerdeşt Avesta
Nav û paşnav: Mahsum Seçen
Navê dayik: Bahar
Navê bav: Cemil
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex-Cizîr
Cih û dema jiyana xwe ji dest da: 3.7.2015 Silûk-Gundê Mişêrfa
Navê tevgerî: Bêrîtan Zîlan
Nav û paşnav: Devlet Turan
Navê dayik: Meryem
Navê bav: Omer
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Cih û dema jiyana xwe ji dest da: 6.7.2015 Silûk-Gundê Şergirat
Navê tevgerî: Têkoşer Nisêbîn
Nav û paşnav: Yakup Turkan
Navê dayik: Sabah
Navê bav: Îsmaîl
Cihê ji dayikbûnê: Mersîn
Cih û dema jiyana xwe ji dest da: 6.7.2015 Silûk-Gundê Şergirat
Navê tevgerî: Têkoşîn Nûda
Nav û paşnav: Necla Yilmaz
Navê dayik: Cihan
Navê bav: Ebdulvehap
Cihê ji dayikbûnê: Êlih
Cih û dema jiyana xwe ji dest da: 6.7.2015 Silûk-Gundê Şergirat
Navê tevgerî: Bêrîtan Gabar
Nav û paşnav: Ayşe Kaçar
Navê dayik: Bahar
Navê bav: Tahir
Cihê ji dayikbûnê: Sêrt
Cih û dema jiyana xwe ji dest da: 6.7.2015 Silûk-Gundê Genterî
Navê tevgerî: Devrîm Spêrtî
Nav û paşnav: Adem Tankan
Navê dayik: Fatma
Navê bav: Esad
Cihê ji dayikbûnê: Silopî
Cih û dema jiyana xwe ji dest da: 6.7.2015 Silûk-Gundê Genterî
Navê tevgerî: Dilşer Botan
Nav û paşnav: Îsmaîl Ataman
Navê dayik: Hanim
Navê bav: Yusuf
Cihê ji dayikbûnê: Elkê
Cih û dema jiyana xwe ji dest da: 6.7.2015 Silûk-Gundê Genterî
Navê tevgerî: Mezra Botan
Nav û paşnav: Fatma Dalmiş
Navê dayik: Zahide
Navê bav: Abdulmutalip
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Cih û dema jiyana xwe ji dest da: 6.7.2015 Silûk-Gundê Genterî
Navê tevgerî: Newroz Botan
Nav û paşnav: Hazal Eren
Navê dayik: Lutfiye
Navê bav: Yasin
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Cih û dema jiyana xwe ji dest da: 6.7.2015 Silûk-Gundê Genterî
Navê tevgerî: Rustem Cûdî
Nav û paşnav: Huseyîn Gokalp
Navê dayik: Leyla
Navê bav: Salih
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex-Cizîr
Cih û dema jiyana xwe ji dest da: 6.7.2015 Sewama Alya