Nasnameya şervanekî YPG'ê yê Elman hat aşkerakirin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervanê wan ê Elman Kevîn Jochîm (Dilsoz Bihar) di 6'ê Tîrmehê de li gundê Şergirat ê bajarokê Silûkê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervanê wan ê Elman Kevîn Jochîm (Dilsoz Bihar) di 6'ê Tîrmehê de li gundê Şergirat ê bajarokê Silûkê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest daye.

Daxuyaniya YPG'ê bi vî rengî ye: "Tevî hemû hewldanên dijber jî di rewşa mînakbûna xwe ya biratiya gelan de berdewam dike. Di serî de DAIŞ, hemû hêzên ji alozî sûd werdigrin hewldan ku Rojava jî bibe cih û warê şerê ge, netew, ol û mezheban. Ji bo vê hemû rê ceribandin û provokasyonan lidar xistin. Lê hemû hewldanên qirêj, planên kirêt, bi hişyarbûna gelên me hatin pûçkirin.

Di pûçkirina van lîstokan de felsefeya gelên me yên ku li Rojava dijîn, rolekî girîng listiye. Ew felsefê ku xwe dispêre çanda parvekirin, cirantî û piştê hev girtin, îro bi projeya neteweya demokratîk ve dibe mînaka herî ber bi çav a çareseriyê.

Ev xêt ne tenê bandorê li pêkhateyên vê herêmê Kurd, Ereb, Faris, Asurî û Tirkan dike, di ehman demê de bandorê li hemû dildarên azadiyê yên li çar laiyên cîhanê dike. Li ser vê esasê pêla piştêvaniyê bi şoreşa Rojava re tim bilind û xurttir dibe. Ciwanên ji welatên cuda ye cihanê tên, li Rojava digîhin hev û mil bi mil di eniya parastina jiyana azad de cihê xwe digirin. Bi xwîn û Xwêdana xwe erda pîroz av didin.

Yek ji wan hevalên heja jî hevrêyê me Dilsoz Bihar (Kevîn Jochîm) ê eslê xwe Elman bû. Heval Dilsoz di 2'ê Mijdara sala 1993'an de li bajarê Elmanya Karlsrûheyê, di nava malbateke hejar de çavê xwe li cîhanê vekiriye. Piştî xwendina 10 salan bi serketî dibistana navîn xilas dike û ji bo alîkariya malbata xwe di karên cuda de kar dike. Heval Dilsoz, bi karkirinê jî bes nabe û di heman demê de ji perwerdekirina zarokên derdorê xwe jî dikeve nav hewldanan û mamostatî ji wan re dike. Dîsa ji bo vê helwesta xwe ya perwerdekirina zarokan bigihîne encamê, beşa Pedagojî jî dixwend.

Heval Dilsoz, hîn 14 salî bû tevlî refên çepgirên Elmanya dibe. Demeke direj di nava van koman de tevlî xebatên bîrdozî, perwerdehî, propaganda û tevlîbûne dimeşîne. Li vir heta rêveberiyê komê ya bajêr jî cihê xwe digire.

Piştî demeke dirêj a van xebatan bi saya xebatên hevkar tevgera azadiyê nas dike. Di bîrdoziya sosyalîzma îlmî de xwe qanax dike û hewl dide di nava vê de cih bigire. Li ser vê esasê di sala 2012 tevlî refên tevgera azadiyê dibe. Di qad û xebatên cuda de cihê xwe digire û herî dawî di zivistana sala 2015'an de berê xwe dide Rojava.

Heval Dilsoz vê tevlîbûne xwe wiha pênase dikir: 'Sedema tevlîbûna min, xwesteka avakirina jiyana azad û şoreşekî nû bû. Min ji sîstema konfederalîzma demokratîk bawer kir. Wekî din meraqa min ji bo rêya şoreşgerî hebû. Tevlîbûna min, tevlîbûnekî bi dilê pak û serbest, îradeyeke azad û îdeolojîk e. Ez bi xwestek bûm. Ne şert û mercên jiyana min ez anîme vir, xwesteka min ez anîme vir. Ez ji hezaran kîlometreyan hatim ji bo vî welatî. Min soz da wijdana xwe ku ez wê xetê xira nekim.'

Heval Dilsoz, wekî navê xwe, tim bi sozê xwe ve giredayî û bi awayekî pêşeng tevlî kar û xebatên şoreşê bû. Destpêke dibe fermandarê tîm, piştrê jî ya taxim. Herî dawî di tabûrên dilxwazên biyanî de wekî fermandarê taximê erk digre. Pêşketina xwe ya qada leşkerî de bi sînor nake. Di heman demê de çand, ziman û felsefeya Kurdan de jî xwe kûr dike. Heval Dilsoz rewşa xwe ya vê derbarê wilo tîne ziman; 'Ez Elman im. Çand û zimanê vî gelî, çand û zimanê min e. Dîroka wî jî bi hemû başî û xirabiya xwe ve dîroka min e jî. Ez koka xwe ti car înkar nakim. Lê min çand û zimane gelê Kurd wekî çand û zimanê min e nêz bûm û fêr bûm. Ez hez ji zimane Kurdî dikim.'

Hevrê Dilsoz bi her awayî xwe kûr û zana kiribû. Di şer, jiyan û hevaltî de her li pêş bû. Di heman demê de wekî mirovekî sosyalîst êşa gelan ji kûr de dibîhist. Wî baş dizanî, heta mirovekî jî li ser rûye erdê ne azad be, wateya azadiya şexs tineye. Ji ber vê bi hemû hêza xwe li dijî dijminên mirovahiye şer kirin ji xwe re kir armanc.

Li hemberî çeteyên hov, terorîstên DAIŞ’ê di qada şer de bi lehengî şer kir. Di nav hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo de rizgarkirina gund û bejahiyên ji destê DAIŞ’ê de rolên girîng lîst. Lê mixabin, di 6'ê Tîrmeha 2015’an de hevrêyê me Dilsoz, di şerê li gundê Şergirat ê girêdayî bajarokê Silûk de gihîşt şehadetê.

Xemginiya me ya li ser şehadeta heval Dilsoz gelek dijwar e. Me mîlîtanekî çar bi çar winda kir. Lewma em li ser hevrê Dilsoz çi bejin jî wê têre neke. Lê em dikarin soz bidin ku armanc û xewnên heval Dilsoz bişopînin. Heta serketinê li dijî tarîtiya ku li ser gelên me tên spartin tine bikin çi ji dest me were em ê bikin.

Li ser vê esasî em di serî de ji malbata şehîd Dilsoz, ji malbata Jochîm û piştre hemû gelên me yên Kurd û Elman re sersaxiyê dixwazin. Em dubare dibêjin ku heta serketine mayînde bibe, wê tekoşîna me ya li dijî terorîstên DAIŞ’ê berdewam bike. Heta ciwanên dilpak û dilsoz li ser vê xakê hebin û li pey şehîdên xwe de bimeşin, wê serketin her a me be.

Nasnameya şervanê YPG’ê wiha ye :

Navê tevgerî : Dilsoz Bahar
Navê rast : Kevin Jochim
Navê dayikê : Maorine Kostluk
Navê bav : Freidi Benkler
Cihê ji dayikbûnê : Karlsruhe- Almanya
Cih û dîroka jiyana xwe ji dest da : 6.7.2015 bajarokê Silûk- Gundê Şergirat