Nasnameya kesê li Geverê bi dîrekê ve hate kirin aşkera bû

Nasnameya kesê li Geverê bi dîrekê ve hate kirin aşkera bû

Hate zanîn ku cenazeyê duh li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi dîrekê ve daliqandî hate dîtin ayîdî Yunus Macît e.

Hate ragihandin ku, cenazeyê du li Geverê bi dîrekê ve daliqandî hate zanîn ayîdî Yunus Macît ê ji Geverê ye. Macît ji aliyê kes û kesên nasnameya wan nediyar ve bi sê guleyan hate kuştin. Piştî otopsiya li Wanê cenazeyê Macît êvarê radestî malbatê hate kirin û anîn navçeyê. Macît li Geverê hate defin kirin. Nehate zanîn ku, Macît ji aliyê kê ve hate kuştin û têkildarî bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.