Nasnameya jina li Amedê hat înfazkirin diyar bû

Hat ragihandin, ku jina duh li Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) ya Amedê ji aliyê polîsan ve hat înfazkirin, Guler Eroglû ye.

Hat ragihandin, ku jina duh li Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) ya Amedê ji aliyê polîsan ve hat înfazkirin, Guler Eroglû ye.

Nasnameya jina ku duh li navçeya Amed Sûrê, li nuqteya lêgerînê ya polîsan a li pêşiya Qada Şêx Seîd ji aliyê polîsan ve hat înfazkirin diyar bû. Cenazeyê Eroglû ji aliyê malbata wê ya ji Êlihê hatî ve, hat teşhîskirin.

Cenazeyê Eroglû li morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl tê rawestandin. Piştî otopsiyê wê radestî malbatê were kirin.